Li Basanê li dijî pergala ‘yekmêrî’ pergala hevserokatiyê 2019-02-02 09:31:43   Medîne Mamedoglu   ŞIRNEX - Ji bo Şaredariya Basanê ku ji sala 1989’an heta niha ji aliyê Bahattîn Aktug ê bi nêzîkatiya xwe ya AKP’ê tê zanîn ve tê bi rêvebirin, Zîlan Ecevît namzeta hevşaredariyê hat nîşandan. Zîlanê diyar kir ku ji bo ev pergal biguhere ketine vê rê û got ji bo wan a esas jin in.   Yek ji namzeta hevşaredariyê ya Şaredariya Basanê ya Şirnexê Zîlan Ecevît e. Zîlan a ku ji HDP’ê bû namzet, li dijî pergala serdest a mêr a li navçeyê derket rê.    Şaredariya Basanê ev 6 dem e ji aliyê Bahattîn Aktug ve ku bi nêzîkatiya xwe ya AKP’ê tê zanîn tê bi rêvebirin, di hilbijartinên borî de HDP’ê bi navberek biçûk winda kir. Zîlanê diyar kir ku ew di vê hilbijartinê de pir jixwe bawer in û got ji bo navçe ji vê polîtîkaya bi salane berdewam dike xilas bibe ew derketine rê.   Zîlan keça malbatek welatparêz e û di temenê biçûk de malbata wê ji ber zextan koç kirine. Malbat li Cizîrê bicih dibe. Zîlan diyar dike ku dema ew bi dayika xwe re derdikeve sûkê, ji ber nêrîna polîs û leşkeran bi rastiyan re hatiye rû hev.    Zîlanê ev tişt got: “Em ji ber zext û zilmê ji gund derketin. Em hatin Cizîrê. Ez 5 salî bûm. Em dema diçûn sûkê, dema dayika min leşker û polîs didît, diket fikaran. Bi hêrs li wan mêze dikir. Wê demê di hişê min de pirsnîşan çê dibûn. Her ku temenê min pêş ket min fêm kir. Min ji dayika xwe dipirsî. Dayika min zilma li ser gel ji min re vegot. Ji wê rojê şûnde tiştên dayika min gotin ji hişê min derneket.”   Ji 1989’an heta niha ji aliyê kesekî ve tê bi rêvebirin   Zîlanê bi lêv kir ku piştî tiştên ji dayika xwe hîn bûye şûnde xwestiye tevlî xebatên partiyê bibe û wiha pê de çû: “Min xebatên xwe ya ewil li Îzmîrê dest pê kir. Ez li wir rastî zextan hatim. Piştî min dibistan qedand şûnde ez hatim Cizîrê tevlî xebatên jinan bûm. Ez niha namzeta Basanê me. Ji 1989’an heta niha ev navçe ji aliyê heman kesî ve hatiye birêveberin. Divê êdî ev pergal biguhere.”   ‘Li navçeyê serdestiya mêr heye’   Zîlanê destnîşan kir ku ji ber xizmetên li navçeyê nayên kirin herî zêde jin bi bandor dibin, jin di bin zextan de dijîn û got: “Li wir 30 sale heman pergal heye. Ji bo jinan û gel tu xebat û alternatîf tune ye. Jin li wir di bin zextan de ne. Pergala serdest a mêr heye. Em ji ber vê dixwazin li wir bi armanca pêşxistin, alîkarî û piştgiriyê li wir xebatan bimeşînin. Ev ji bo me esas in.”   Zîlan a Endezyara Zîraatê ye bi lêv kir ku Basan di alî çandinî û zeytûnan de gelek navdar e û got wê jinan tevlî xebatên aboriyê bikin û li navçeyê wê herî zêde jinan tevlî xebatan bikin. Zîlanê ev tişt vegot: “ Mînak em ê saziya jinan vebikin. Em ê di her alî de piştgiriyê bidin jinan. Ez endezyara zîraatê me. Li navçeyê xebatên çandiniyê zêde ne. Ez dixwazim bi jinan re berhemên xwezayî û xwezayê baş bi kar bînim. Em ê li ser keda jinan piştgiriyê bidin jinan.”