Gulsum Agaoglu: Sekna me zelal e, em dest ji hevserokatiyê bernadin 2019-02-02 09:12:24   ENQERE - Endama MYK'a HDP’ê Gulsum Agaoglu diyar kir ku wek her hilbijartinê di vê hilbijartinê de jî nûneriya jinê polîtîkaya  wan e û got: “Em tu car dest ji pergala hevserokatiyê bernadin. Sekna me zelal e.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên herêmî de jî yek ji mijarên ku tu car jê tawîzê nadin pergala hevserokatiyê ye. Endama Lijneya Rêvebera Navendî (MYK) ya HDP’ê Gulsum Agaoglu da zanîn ku di demokrasiya herêmî de ya ku rêxistibûna civakî ya di xeta wekheviya jinê de pêk tîne pergala hevserokatiyê ye.   Gulsumê da zanîn ku pergala hevserokatiyê yekem car di dema Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de ketiye meriyetê û ji bo vê jî têkoşîna mezin hatiye dayîn û wiha pê de çû: “Pergala hevserokatiyê gotin û daxwazên jinên esas digire, di vî alî de pergaleke ku nûneriya jinê esas digire ye. Pergala ku jin polîtîkayê de bê dîtin û jin di her qadê de cih bigire, hatiye avakirinê ye.”   ‘AKP’ê pergala hevserokatiyê hedef girt’   Gulsumê bi lêv kir ku piştî pergala hevserokatiyê li herêman jî nûnertiya jinê hatiye dîtin û jinan xwe li her qadê heyî kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî hilbijarjtinan bi operasyonên siyasî yên hatin kirin re AKP’ê êrîşê destkeftiyên jinan û pergala hevserokatiyê ya li şaredariyan kiriye, jin hedef girtiye. Ji ber dizanin jinan têkoşîna xwe xistine pratîkê, polîtîkayek ku jin neyên dîtin pê kanîn. Ev jî yek ji manevrayên polîtîk a mezin a AKP’ê bû. Deskeftî û xebatên jinan hedef girtin.”   ‘Jin wê tu car dest ji nûneriya wekhev bernedin’   Gulsumê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Em ê wekî HDP'ê di vê hilbijartinê de jî polîtîkaya hevserokatî û nûneriya jinê pêk bînin. Jinan tevî girtin û xespkirina mafan dest ji têkoşînê bernedan. Di xebatên hilbijartinê de ji bo me ya esas namzetên me yên jin hebin û di hemû qadên siyasetê de jin hebin. Li gelek herêmên ku hilbijartin hene, namzetên jin di eniya pêş de bûn.”   ‘Sekna me zelal e’   Gulsumê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê li dijî dijminahiya jinê ya AKP’ê û gotinên li hember jinan polîtîkayan biafirînin û wiha dawî lê anî: “Pergala hevserokatiyê di her demê de pergaleke ku hewcedarî pê hebû ye. Di qanûnên îro hatine derxistin, pêşnûmeyên hatin derxistin de sekna jinê, serkeftina wan a di meclîsê de, hevserokatî û nûneriya jinê di hemû qadan ketiye meriyetê. Em tu car dest ji pergala hevserokatiyê bernadin. Sekna me zelal e.”