Sebahat Tuncel:Heta daxwazên me neyên cih wê çalakiya me bidome 2019-02-01 09:17:32   ENQERE - Hevseroka DBP’ê ya girtî Sebahat Tuncel, diyar kir ku heta pirsgirêka azadiyê ya gelê Kurd neyê çareserkirin, mirov nikarin behsa aştî, demokrasî û azadiyan bikin û wiha got: “Daxwaza esas ev e ku tecrîd û îzolasyon bê rakirin, dawî li îşkence û hiqûqa li Îmraliyê pêk tê, bê. Tiştê ku divê hemû rayagiştî bizane ev e: Heta daxwaz pêk neyên wê çalakiyên greva birçîbûnê bidomin.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin da destpêkirin di roja 86’emîn de berdewam dike. Li girtîgehên cuda jî girtiyên siyasî ketin grevê û di roja 48’an de berdewam dike.    Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel jî ji bo piştgiriya Leyla Guven ket grevê û roja 18’emîn li pey xwe hişt. Sebahat ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê girtiye derbarê grevan de ji ajansa me re axivî.   *Çalakiya Leyla Guven di roja 86’emîn de didome. Ji 30’yî zêdetir li girtîgehan nêzî 300 girtî di grevê de ne. Hûn pêvajoya grevên birçîbûnê çawa dinirxînin?   Leyla Guven di 8’ê Mijdara2018’an de bi armanca tecrîda li ser Birêz Ocalan bişkê pêvajoya berxwedanek nû ya greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger da destpêkirin. Li gelek girtîgehan girtiyên siyasî yên Kurd jî ketin grevên 10 rojan û hinek jî ketin yên bêdem û dorneveger. Dîsa dostên Kurdan bi armanca piştvaniyê çalakî pêk anîn. Îro li girtîgehên Tirkiyeyê çalakiyên girseyî pêk tên. Li Hewlêr, Strasbourg, Galler û gelek cihên din çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdem û dorneveger didomin. Em hemû heval û dostên xwe yên tevlî vê pêvajoyê bûne silav dikin.   Heta pisgirêka azadiya gelê Kurd neyê çareserkirin mirov nikarin behsa aştî, demokrasî û azadiyan bikin. Polîtîkayên îzolasyon û tecrîdê yên di şexsê Birêz Ocalan de pêk tên bi Îmraliyê sînor nîne. Ev polîtîka hemû siyaseta Tirkiyeyê bi teşe dike. Ya ku dijberê Kurdan, çareseriyê qebûl nake ne tenê Tirkiye ye, xetek polîtîk a li hemû cîhanê deskeftiyên Kurdan hedef digire, êrîşek di şexsê Birêz Ocalan de hatiye destpêkirin li civakê tê ferzkirin. Ger berxwedana grevên birçîbûnê bi ser keve, wê di siyaseta Tirkiyeyê de jî bibe wesîleya destpêkek nû. Di mijara ku çalakiya me bi ser keve de gumana me tune ye. Ger jiyan hebe divê azad û wekhev be. Ji bo vê divê têkoşîn bê dayîn.   *Di roja 68’ê greva birçîbûnê ya Leyla Guven de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîna nîv saetê pêk hat. Di vê hevdîtinê de tenê rewşa tenduristiya wî hat teyîtkirin, hat gotin ku bi giştî tecrîd ranebûye. Li ser vê Leyla û girtiyên din biryara berdewamkirina çalakiyê girtin. Hûn çi dibêjin?   Çalakiya hevala me Leyla Guven daye destpêkirin her çiqas ji nedîtîve bê dîtin jî desthilatdariya siyasî daye zorê. Lê ji ber desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê polîtîka şîdet, îmha û asîmîlasyonê esas digire, di alî pêkanîna daxwazan de, radestkirina mafan de, bikaranîna mafên qanûnî de tiştek nekiriye. Mehmet Ocalan şand Îmraliyê û xwest bi vê çalakiyê bişkîne. Lê hevala Leyla û girtiyên din ev nêzîkatî vala derxist. Daxwaza esas rakirina tecrîd û îzolasyonê ye û li Îmraliyê dawî li pergala îşkence û hiqûqa taybet tê. Divê rayagiştî vê bizane ku; heta daxwaz pêk neyê wê çalakiyên greva birçîbûnê bidomin.   *Li Tirkiyeyê du rojevên sereke hene. Yek grevên birçîbûnê ya din jî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê ne. HDP ya li dora van rojevan diçe di heman demê de bi polîtîkayek cidî nêzî hilbijartinan dibe. Hilbijartinên herêmî çi îfade dike?   Li Tirkiyeyê Kurd ku li dora rojevên xwe hem ji bo zindanan hem jî li dijî îzolasyon û tecrîdê têdikoşin, niha ji bo hilbijartinan jî amadekariyan dikin. Ev her du xebat hev asteng nakin berovajî vê hev mezin dikin. Li Tirkiyeyê piştî maseya muzakere û diyalogê qulipî li hemberî destkeftiyên Kurdan jî êrîş dest pê kir. Qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê kirin. Hevşaredar, hevserok, parlamenter hatin girtin. Azadî yek in. Nikarin bên parçekirin. Li Tirkiyeyê kanalên demokrasiyê hatine girtin. Krîza aborî û siyasî kûr bûye. Civak bêzar bûye. Hilbijartinên herêmî divê tenê wek hilbijartinên şaredariyê neyê dîtin. Divê wek parçeyek berxwedanê bê dîtin. Demek kurt ji hilbijartinan re ma. Divê ev pêvajo baş bê nirxandin. Divê rêxistinbûn bê pêşxistin. Divê li dora dirûşmeya ‘YA ME YE) em bibin xelek.    *Herî dawî ji bo rayagiştî banga we çi ye?   Di şexsê hevala me Leyla Guven de pêşengiya jinê carek din pêvajoyek berxwedanê ya nû daye destpêkirin û rihê demê derxistiye holê. Ji bo têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelê Kurd, têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan, têkoşîna aştî û demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bi ser keve divê berxwedan bê pêşxistin û mezinkirin. Ev rastiyeke ku hatiye tespîtkirinê ye. Divê jin, ciwan û gelên me li dora vê rastiyê têkoşîna xwe mezin bikin. Bawerkirin nîvê qezenckirinê ye. Nîvê din jî têkoşîn û ked e. Ez bi baweriya ku wê em bi ser kevin hemû gelên me silav dikim. Serkeftinê dixwazim.