Namzeta Erdîşê Yildiz Çetîn:Em ê projeyên Dîba Keskîn temam bikin 2019-02-01 09:11:55   WAN - Yildiz Çetîn a wek Hevşaredara Payîzava hat hilbijartin û piştî qeyûm dawî li peywira wê anî, projeyên xwe vê carê ji bo Erdîşê wê bike meriyetê. Yildiz a ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê wek namzeta hevşaredariya Erdîşê hat hilbijartin, diyar kir ku wê projeyên hevşaredara Erdîşê ya girtî Dîba Ermîş Keskîn temam bikin.   Namzeta hevşaredariyê ya HDP’ê ya Erdîş a Wanê yek jê Yildiz Çetîn e. Yildiz a ku hevşaredara Payîzava ya DBP’ê bû qeyûm tayînî şûna wê bûbû û hatibû girtin. Yildizê piştî hat berdan şûnde siyaset berdewam kir û hedef dike ku projeyên Dîbayê temam bike.   Li Colemêrg, Mûş, Bedlîs, Agirî û Wanê peywir girt   Yildizê li Gundê Otlu yê Xelat a Bedlîsê hat dinê. Dibistana seretayî û navîn li vir qedand. 7 xwişk û bira bûn. Li Bedlîsê Beşa Hemşîretiyê ya Lîseya Pîşeyî ya Tenduristiyê ya Bedlîsê qedand. 5 salan xwend û di 1995’an de zewicî û hat Wanê. 6 salan li Zanîngeha Yuzuncu Yilê  xebitî. Yildizê di Ocaxa Tenduristiyê ya Alakoyê de xebitî. Yildizê wiha dibêje: “Ez dîsa ji bo hemşîretiya diyalîzê vegeriyam Zanîngeha Yuzuncu Yilê. Piştî vê min hemşîretiya şêwirmendiya herêmê kir. Ez li Colemêrg, Mûş, Bedlîs, Agirî û Wanê xebitîm.”   Ji hemşîretiyê ber bi şaredariyê   Yildizê di hilbijartinên herêmî yên 2009’an de bi kotaya jinê wek endama meclîsa şaredariyê hat hilbijartin û 5 salan xebat meşand. Di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de wek hevşaredara Payîzava ya DBP’ê peywir girt û qeyûm tayînî şûna wê bû. Yildizê di pêvajoya hevşaredariya xwe ya 3 salan de ji bo sedan jinî qada îstîhdamê vekir û di her qadê de rengê jinê derxist holê.   ‘Bedel çi dibe bila bibe em ê heta dawî bibin’   Yildizê di sibata 2016’an de piştî qeyûm tayînî şûna wê bû hat girtin. Yildizê 7 mehan di girtîgehê de ma û piştî hat berdan dîsa xebatên siyasî meşand. Yildizê ev tişt vegot: “Bedel çi dibe bila bibe me di nava her şertî de xebatên xwe meşand. Ez wek Rêvebera DBP’ê ya navendî xebatan dimeşînim. Ji bo şaredariya Erdîşê bûm namzet. Ez soz didim hevalên xwe. Me çawa di 2009’an de bi ser xist em ê di 2019’an de jî bi ser bikevin. Em ê têkoşîna xwe heta dawî bibin. Dibe em dîsa bi qeyûman re bên rû hev. Dibe dîsa furyayek girtinê pêk bê. Ev jî wê mexduriyetên şexsî pêk bîne. Lê ev qet ne girîng e. Em ê bê navber bixebitin.”   Yildizê yekem jine ku di malbata xwe de tevlî siyasetê bûye û wiha pê de çû: “Min di malbata xwe de tiştekî nû afirand. Malbata min pir girtî bû. Ne feodal bû lê di partiyên siyasî de cih negirtibû. Hevjînê min di mijara têkoşînê de piştgirî da min. Hevjînê min her tim piştgirî da min. HDP’ê li herêmê pêşiya nûneriya jinê vekir. Îradeya jinê derxistiye holê. Bi têkoşîna HDP’ê derxistiye holê her tişt guherî. Di vir de kar dikeve ser milê jinan. Divê em jin jî ji vê re pêşengiyê bikin.”   Yildizê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku hevşaredarên jin di pêvajoya darazê de rastî pêkanînên cuda hatine û îktidar bi sûcdariyên giran nêzî jinan bûne. Yildizê bi lêv kir ku Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn ji aliyê dadgehê ve rastî dijhiqûqiyek mezin hatiye û gelê Erdîşê di şexsê Dîbayê de hat cezakirin.   ‘Em ê xwe û bajarê xwe bixwe bi rê ve bibin’   Yildizê di dawiyê axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo projeyên Dîbayê yên nîvco temam bike hatiye diyar kirin û daxuyakirin ku xebatên Dîbayê temam bike, wê hem xwe û hem jî bajar bixwe bi rê ve bibin.