Navnîşanên hilbijêrên xeyalî nîşanî rojnamegeran dan 2019-01-31 16:24:34   SÊRT - Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku îtîraza wan a li dijî qeydên hilbijêran ên li avahiyên vala yên Sêrtê hatiye redkirin û avahiya 232 kes li serê hatin qeydkirin nîşanî rojnamegeran da. Meral got ew ê roja hilbijartinê jî van navnîşanan bişopînin.    Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê têkildarî jêbirina qeydên hilbijêran û qeydkirina hilbijêran a li ser avahiyên vala li avahiya partiyê civîn li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Sêrtê Meral Daniş Beştaş û Siddik Taş û Hevserokê HDP’a Sêrtê Serdar Batur beşdarî civînê bûn.    Hevserokê HDP’a Sêrtê Serdar Batur diyar kir ku têkildarî qeydên hilbijêran hîle hatine kirin û di encama xebata kirin e de vê bêrêbaziyê derxistine holê.    ‘Hilbijêran qeyd nû kirin’    Parlamenter Meral Daniş Beştaş jî bi bîr xist ku piştî sosretiya YSK’ê ya dengên bêmohr derbasî dîrokê bûye û di encama xebata wan kiriye de qeyda 6 hezar û 488 hilbijêr jê hatiye birin. Meral got tevî hemû neheqiya li dijî welatiyan bi rojan di hewa sar de di dorê de man û qeydên xwe nû kirin. Meral anî ziman ku îtîrazên wan ên li dijî qeydên hilbijêrên sexte nehatine qebûlkirin û red kirine û sextekariya wan a di van avahiyên valan de mînaka şênber a li ber çavan e.    'Em ê vê bişopînin'   Meral da zanîn ku di daîreyên vala yên weqfan de 232 hilbijêrên sexte dîtine û wan bi hemû belgeyan van hîleyan derxistiye holê lê tevî vê yekê jî îtîrazên wan tên redkirin. Meral diyar kir ku ew ê roja hilbijartinê van navnîşanan yek bi yek kontrol bikin ka kes tê dengan bikar tîne an na.    Navnîşan hatin tesbîtkirin    Piştî civîna çapemeniyê Beştaş û yên li gel wê rojnameger birin navnîşanên ku bi sedan hilbijêr li serê hatine qeydkirin. Meral û yên li gel wê li van navnîşanan geriyan û diyar kirin ku kes di wan daîreyan de rûneniştiye. Perdeyên bi şibakan ve ji bo ku bêjin va hinek kes di van daîreyan de rûdinên daliqandine jî nîşan dan. Meral lîsteyên qeydên hilbijêran nîşanî rojnamegeran da û got her tişt li holê ye.