Gulîstan Kiliç Koçyîgît:Parastina rewa bi rêxistinbûyinê tê xurtkirin 2019-01-29 09:04:15   Safiye Alagaş - Rengîn Azîzoglu   STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît Konferansa Jinan a Dema 9’emîn ya di 12’ê Çileyê de HDK’ê pêk anî nirxand û got ew çiqas xwe rêxistin bikin wê parastina rewa jî pêş bikeve û ji ber vê parastina rewa di rêxistinbûyinê de derbas dibe.   Meclîsa Jinan a HDK’ê di 12’ê Çileyê de Konferansa Jinan a Dema 9’emîn li dar xist. Hevseroka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît konerans nirxand û got wan biryar daye ku li her derê meclîsan ava bikin.   ‘Divê xeta têkoşînê kûr bibe’   Gulîstanê bi lêv kir ku divê bi rêxistinên jinan ên li Tirkiyeyê re bi awayekî hevdem xeta têkoşînê bê pêşxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrîşên li hemberî jinan ne êrîşên derbarê îro de ne. Li hember destkeftiyên jinan êrîşek heye. Di konferansê de hat gotin ku divê li hemberî êrîşan bi hev re têkoşîn bê dayîn. Di civakên wek a Tirkiyeyê de şîdet ji rêzê tê dîtin. Ev rastiyeke hezaran salî ye.” ‘Şîdet tê belavkirin’   Gulîstanê balkişand ser rola dewletê ya di belavkirina şîdetê de û ev tişt daxuyand: “Piştî dewleta komara Tirkiyeyê hat avakirin şûnde dikaribû ji xwe re riyekê xêz bikira. Dikaribû xetek nû vebikira. Ev xet dikaribû xetek demokratîk û azadîxwaz bûya. Dikaribû civakek ji aştiyê hez dike, bihata avakirin. Lê mixabin ev nehat tercîhkirin. Hîna jî dewleteke ku şerê Sûriyeyê kûr dike li pêş me ye. Çavkaniya şîdeta li hember jin û zarokan AKP ye. Ji roja AKP bûye desthilatdar heta niha şîdeta li ser jinê ji sedî hezar û 400 car zêde bûye. AKP’ê di mijara têkoşîna li hemberî şîdeta li ser jinê de rêbazeke têkoşînê ya bi bandor tercîh nekiriye. Tu esasê hiqûqê bi awayekî bi bandor nayên bikaranîn. Ligel vê bi ziman û gotinan şîdet tê teşwîqkirin.”   ‘Em tênekoşin em nikarin pêş bikevin’   Gulîstanê her wiha bi lêv kir ku tevî hemû êrîşan , xeta têkoşîna jinan a li dijî AKP’ê ava bûye û wiha got: “Ger em têkoşînê nedin em ê tune bibin. Em vê aşkera dibêjin. Divê em xetek têkoşînê ya berfireh bidin meşandin. Di demên dawî de kuştinên nefretê pêk tên. Li dijî vê divê em xwe rêxistin bikin. Divê jin xwedî li maf û nasnameyên xwe derkevin. Ev têkoşîn ji malê dest pê dike. Divê em îtîraz bikin. Ji ber vê di Konferansa jinan a HDK’ê de biryara rêxistinkirina meclîsa jinan hat girtin. Divê hedefên me hebin. Parastina cewherî ya herî mezin rêxistinbûyin e. Jin çiqas xwe rêxistin bikin wê parastina rewa jî pêş bikeve û parastina rewa di rêxistinbûyinê de derbas dibe.”