‘Em jî birîndarin, em soza bi hev re kewandina birînan didin’ 2019-01-25 09:05:39   AMED- Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê ya HDP’ê Hulya Alokmen bi lêv kir ku qeyûman hilweşînek mezin hiştiye û wê bikevin pêvajoya vakirina ji nû ve ya vê hilwşînê û ev tişt bi lêv kir: “Em di hawirek dijdemokratîk de ne. Em bi zanebûn ketin vê rêyê. Em ê xebatên xwe bi hev re bimeşînin. Em nabêjin em ji birînan re dibin derman ji ber ku em birîndarin û divê em bi hev re birînên xwe bikewînin. Em soza ku em ê bi hev re birînan bikewînin didin.”   Namzetên hevşaredartiyê yên Bajarê Mezin a Amedê yên HDP’ê Seroka SES’a Amedê Hulya Alokmen û parlamenterê HDP’ê yê Amedê Selçuk Mizrakli ye.   Hulya di 1975’an de li Êlihê hatiye dinê û ji ber ku bavê wê mamoste bû ewil Mêrdînê piştre li Amedê jiyaye. Hulya ji 1980’ê heta niha li Amedê dijî û ji 4 xwişk û bira ya herî mezin e. Hulya ji 1995’an heta niha di qada cemawerî de dixebite. Di 2016’an de bi KHK’ê ji pîşeya xwe hemşîretiyê hat îxrackirin. Piştî îxrac bûye pîşeya xwe berdewam kiriye. Hulyayê pirsên ajansa me bersivandin.   Em dikarin hulyayê nas bikin? We li ku xebat meşandiye?   Ez di 2001’ê de surgunî Kutahyayê hatim kirin. Di 2006’an de vegeryam Amedê. Min xebatên sendîkal meşandin. Di navbera 2011 û 2014’an de min serokatiya şaxê kir. Di navbera 2014-208’an de di lijneya kontrola navendî ya giştî de xebitîm. Me der barê bûyerên Şengalê û gelê êzidî de xebat meşand. Ez di komîsyona tenduristiya KCD’ê de jî xebitîm. Di salên 1990’î de di NÇM’ê de jî xebitîm.    We nasnama jinê û nasnama xwe ya kurd çawa nas kir?   Ez nizam ev jenerasyon çawa ye lê di jenerasyona me de ewil me bi redkirina nasnameya xwe dest pê dikir. Pêvajoyeke ku em ji jinbûna xwe nerehet bûn. Di wan deman de me têkoşîna Kurd nas kir. Bavê min ket girtîgehê. Em diçûn hevdîtinê. Min wê demê têkoşîna jinê nas kir. Dayika min di rêveberiya komeleya Jinê ya Welatparêz de cih girt. Piştre di partiyê de xebitî. Malbat jî di pêvajoya rêxistinbûnê de girîng e. Lêgerîna nasnameyê mirov dibe rêxistinê jî. Min wan deman nas kir.   Piştre pêvajoya têkoşînê dest pê kir. Me ji ber zayendê pirgirêk dijiya. Li ser vê pirsgirêkên nasnamê hat jiyîn. Piştî em mezin bûn, ji ber binpêkirina kedê me pirsgirêk jiyan. Tişta herî zêde min ji xwe re kir derd polîtîkayên tenduristiyê bûn. Dema ez seroka SES’ê bûm tenduristî kirin bi pere. Herî zêde jin û zarokan di xizmeta tenduristiyê de pirsgirêk jiyan.  Gelek kesî ji ber ziman pirsgirêk dijiyan.Ligel vê têkoşîna jinê hebû.    Bavê te çiqas di girtîgehê de ma? Hun çawa bi bandor bûn?   Bavê min nêzî 10 salan di girtîgehê de ma. Serokê rumetê yê sendîka me Necatî Aydin ji dadgehê hat revandin û windakirin. Cenaza wî piştre hat dîtin. Ew demên xerab bûn. Bavê min ji doza siyasî ceza girt. Ez yekem car di 89’an de çûm hevdîtina bavê xwe. Bavê min surgunê Orduyê hat kirin. Em bi malbatan re diçûn hevdîtina bavê min. Van bandor avabûna hişmendiya min kir.    Têkoşîna kurd a salên 90’î çawa bû, hun dikarin vebêjin?   Dema pêvajoya namzetiya Leyla Zana tê bîra min. Me li Baglarê xebat dimeşand. Leyla ji SHP’ê bibû namzet. Wê demê me dît ku parlamenter çawa bi zorê ji meclîsê hatin derxistin. Me serobinokirina Şirnexê dît. Parlamenterên xwestin biçin wir jî hatin astengkirin. Yanî dîroka partiya siyasî hinek bi dîroka kurd re girêdayî ye. Pisgirêkên dem bi dem tên jiyîn heman pirsgirêk in. Demên zehmet bûn lê demên zehmet ji bo kurdan tu car neqedyan, wê bidomin jî.   Piştî hûn hatin îxrackirin di jiyana xwe de çi guherî?   Ez di 29’ê cotmeha 2016’an de îxrac bûm. Dema em îxrac bûn qeyûm tayînê şaredariyan bibû. Hevşaredar hatibûn binçavkirin gelek hatibûn girtin. Piştre hevjînê min îxrac bû. Ne pêvajoyek hêsan bû. Lê em ne tenê bûn. Girseyek mezin betal mabû. Em bi piştevaniyê li cem hev sekinin û me pêvajo derbas kir.    We çawa biryar da hun bibin namzet? Çi hun ber bi vê ve birin?   Ji baweriya ku divê min di vê pêvajoyê de peywir bigirta û ji bo daxwazên partiyê ez bûm namzet. Divê em rexnedayîna xwe bidin û nêzî pêvajoyê bibin. Ger baweriya gel bi me hebe divê em jî vê vala dernexin. Niha li şaredariyan xespkirinek heye. Ger beramberê vê ev be wê demê ev xesp e. Hemû xebatên şaredariyê sekinîn. Sazî hatin girtin. Meclîs girtin û dawî li karê wan anîn. Hewl dan nasnama Amedê bidin jibîrkirin. Em dixwazin emanetên hatine desteserkirin ji nû ve bên girtin û radestî gel bê kirin.   Her kes dibîne ku wê qeyûm kavilê bihêlin. Hun vê çawa dinirxînin?   Em dizanin ku qeyûman hilweşînek hiştiye,piştî vê hilweşînê em ê bikevin pêvajoyek nû a avakirinê. Em ê her tiştî bibînin û bi gel re parve bikin. Em ê saziyên jinan û xebatan ji nû ve bidin destpêkirin. Em ê li dîrok û çanda Amedê xwedî derkevin.  Hun ê xebatek çawa a hilbijartinê bimeşînin û li gorî we wê encam çi be?   Fikra gel çi dibe bila bibe em ê ximzetê bikin. Ji ber ev bajar yê me hemûyan e. Bêguman wê zext hebin, di her hilbijartinan de zext dibin. Me jî dixwest bê pirsgirêk derbasd be. Lê destkeftiyên Kurdan hedefin. Ji ber vê zext naqedin. Em di hawirek dijdemokratîk de ne. Em bi zanebûn ketin vê rêyê. Em ê bi hev re vê pêvajoyê derbas bikin.