Ayşe Acar Başaran: Perlirsiyara êrîşa li dijî Remziye Tosun îktîdara siyasî ye 2019-01-21 14:13:10   ENQERE - Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Bajarêan, bertek nîşanî derbkirina jinên ku parlamentera HDP'ê Remziye Tosun jî di nav de ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi armanca piştgiriya çalakiya Leyla Guven çalakî li dar xist hatin derbkirin da û wiha got: "Berpirsiyar Îktîdara siyasî ye. Jin wê netirsin û têk neçin."   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, derbarê jinên ku ji bo piştevaniya çalakiya Greva birçîbûnê ya di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven de li dijî Tecrîdê daye destpêkirin û di roja 75'emîn de berdewam çalakî li dar xistin de daxuyaniyek nivîskî da.   'Têkoşîna me wê berdewam bike'   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku parlamentera HDP'ê Remziye Tosin jî di nav wan de jinên çalakî li dar xitin hatine derbkirin û di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: " Di meha dawîn de êrîşên hêzên ewlehiyê li dijî parlamenterên me zêde bûne. Ji van êrîşên ku lidijî hevalên me tên kirin îktîdara AKP'ê berpirsiyar e.  Em bi îradeya gelê xwe hatin hilbijartin. Wê êrîşên lidijî îradeya gelê me di warê hiqûqî de bê bersîv nemînin. Ji bo êrîşkar cezayê tê heqkirin bigirin wê têkoşîna me bidome."   Berpirsiyar îktîdar AKP'ê ya bêdeng e'   Ayşe di berdewamiya daxuyaniya xwe de berpirsiyariya meclisê û AKP'ê bi bîr xist û ev tişt got: "Berpirsiyarê êrîşên li dijî hevalên me yên siyasetmedar ku di be sedema provokasiyona bêdengiya AKP'ê ye. Em bi bîra wan dixin ku wê ev zext û êrîş me bêzar nekin. Wêberxwedana me berdewam bike."