‘Hilbijêrên xeyalî’ piştî îtîrazan qeydên wan tên jêbirin 2019-01-21 09:07:05   ŞIRNEX - Hevseroka HDP’a Qilabanê Ferîde Ender, diyar kir ku ji hilbijartinên herêmî re demek kurt maye û rakirina hilbijêran û ‘hilbijêrên xeyalî’ tu ferqa wan ji qeyûman tune ye û got: “Em ê bibin şopdarên hilbijêrên xwe. AKP çi dike bila bike wê Şirnex û navçeyên wê negirin.”   Xebatên hilbijartinên herêmî yên di meha Adarê de pêk tên didomin û lîsteyên hilbijêran di rojên borî de hatin daliqandin. Di lîsteyan de hat dîtin ku li gelek bajaran li navnîşanên vala qeyda hilbijêran heye. Yek ji van bajarên ku hilbijêrên xeyalî lê zêde bû, Şirnex bû. Piştî qeyda gelek polîs û leşkeran li bajar hat çêkirin û hilbijêrên xeyalî zêde bûn, li bajar îtîrazê 3 hezar û 580’ê dengî hat kirin. Hevseroka HDP’a Qilabanê Ferîde Ender, bi lêv kir ku AKP dixwaze şaredariyan dîsa dîl bigire û got ji bo ew xîleyan tespît bikin dixebitin.   Hilbijêrên xeyalî!   Li Şirnex û navçeyên wê hejmara hilbijêrên xeyalî zêde bûn. Li Qilabanê jî hezar û 462 hilbijêr zêde bûn. Ji hilbijartinên sala borî heta niha hejmara polîs û leşkeran li navçeyê zêde bûn. Li Qilaban û bajarokên wê ev hejmar pir zêde bû. Axur û avahiyên vala wek navnîşan hatin nîşandan. Li Şenoba di hejmara deriyekî de 121 hilbijêr hatin qeydkirin. Lê dema mirov dinêrin ne derî ne jî hejmar heye. Li ser deriyekî xeyalî hilbijêr hatin qeydkirin.”   ‘Piştî îtîrazan qeyda 400-500 hilbijêrî hat jêbirin’   Ferîdeyê destnîşan kir ku bi lîstikên tên kirin de hewl tê dayin şaredariyên qeyûm lê hatine bicihkirin dîsa dîl bên girtin û ev tişt got: “Ji bo qeyûm berdewam bikin serî li lîstikên wisa didin. Em dikarin ji vê re bêjin ku diziya hilbijartinê dikin. Me ev hilbijêrên xeyalî hemû tespît kirin. Yek bi yek me îtîraz kir. Xebatên vê li bajarê me didome. Piştî îtîrazan qeyda 400-500 hilbijêrî hat jêbirin.”   ‘Gel bertek nîşanî xîleyan dide’   Ferîdeyê bi lêv kir ku gel hilbijêrên xeyalî wek duyem xespkirina îradeyê dinirxîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hilbijêr û xîleyên AKP’ê rastî bertekên tund ên gel hatin. Gelê me vê wek duyem xespkirina îradeyê dinirxîne. Bersiva me HDP'ê û gel zelal e. Em ê rengê xwe nîşan bidin. Wê bersivek baş be. Em ê bibin şopdarên hilbijêrên xwe.”