Ber bi hilbijartinên 31’ê Adarê ve: Tiştê bêguherîn wê qeyûm be 2019-01-16 09:16:47   Gulîstan Azak   AMED - Li Amedê welatiyan derbarê hilbijartinên herêmî de axivîn. Welatiyên Amedê diyar kirin ku ji bo çûyîna qeyûman demek kurt maye.   Li qada Deriyê Çiyê û Kolana Hunerê ya Ofîsê ya Amedê welatiyan derbarê hilbijartinê de axivîn û bendewariyên xwe vegotin.   Ayhan Turgut wiha got: “Jinên Amedê bi hêvî ne. Bi HDP’ê re her tişt pêkan e. Gelek tiştên ji bo HDP’ê bê vegotin heye lê mixabin di roportajê de bicih nabe.”   ‘Roj roja têkoşînê ye’   Nupelda Akbaba gotinên Tayyîp Erdogan yên weke ‘Ji sindoqê derkevin jî em ê dîsa qeyûm tayîn bikin’ bibîr xist û wiha got: “Ez bang li wan dikim. 31’ê Adarê ji bo me pir girîng e. Roj roja têkoşînê ye.”   Fadîme Varli jî destnîşan kir ku bi tehdîda qeyûm hewl didin gelê Kurd bitirsînin lê divê her kes xwedî li têkoşînê derkeve û got wê hemû gel li dijî tehdîd û zextan xwedî li îradeya xwe derkevin.   Gulten Akkaş jî wiha berdewam kir: “Qeyûm ji daxwaz û hewcedariyên gel dûr e. Yekane îcrata wî çêkirina rê ye. Qeyûm peyarê dişkîne û car din çê dike. Ma gelo ev şaredarî ye. Hewcedariya me bi şaredariya AKP’ê tune ye. Ez ji ber vê dengê xwe didim HDP’ê.”   Jina bi navê Gulçîçek Can jî daxuyakirin ku ew li dijî rêveberiya qeyûm e û bang kir ku divê tu kes li dijî vê bêdeng nemîne.