Îdiaya li Basayê qeyda hilbijêran hatiye jêbirin 2019-01-15 09:13:03   ŞIRNEX - Li bajarokê Findikli yê Basayê, derket holê ku hinek navnîşanên di lîsteyên hilbijêran yên hatine daliqandin de xaniyên vala yên wek axûr tên bikaranîne. Nelêrêtiya hatiye jiyîn birin Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê û hat îdiakirin ku hinek qeydên hilbijêran hatine jêbirin.   Beriya hilbijartina 31’ê Adarê nelêrêtê dertên holê. Li bajarokê Findikli yê Basayê yê Şirnexê lîsteyên hilbijêran hatin daliqandin. 2 sal berê qeyûm tayînî şaredariya bajarokê bûbû. Beşek mezin a hilbijêran HDP’î ne. Lê derket holê ku gelek navnîşanên di lîsteyan de axur û pînikên mirîşkan e.   Axûr û pînik nîşan dan   Piştî lîste hatin daliqandin şûnde namzetê AKP’ê lîste pêşkêşî Komîsyona Hilbijartinê kir û balkêş bû ku ji serjimara bajarokê zêdetir hilbijêr derketine. Gundiyên rewş lêkolîn kirin derxistin ku ku axur û pînikên mirîşkan jî wek navnîşan hatine nîşandan. Li van cîhan di navbera 10-20 hilbijêr hatine nîşandan. Li ser vê rewş ji Lijneya Hilbijartina Navçeyê re hat ragihandin. Namzetên partiyên din jî îtîraz kirin û ji bo betalkirina lîsteyê daxwazname dan.    Her wiha li aliyê din hinek hilbijêrên ku neçar mabûn ji gund biçin û niha dixwazin dengê xwe bigirin navçeyê jî rastî astengiya midûriyeta nifûsê hatin. Welatiyên ku dengên xwe birin bajarokê îdia kirin ku navê wan piştî demekê ji lîsteyê hatine paqijkirin. Şêniyan bertek nîşanî rewşê dan û diyar kirin ku ligel hemû lîstikan wê şaredariya xwe şûnde bigirin.