Vegerya axa xwe ya jê hat koçberkirin û bû namzet 2019-01-15 09:07:03   ŞIRNEX - Ferîde Yaman a bû namzeta Qilabanê berê neçar mabûn koç bikin vegeryan ser axa xwe. Ferîdeyê wiha got: “Gel li bende çûyîna qeyûme. Dema ew roj bê wê şaredarî bikeve destê xwediyên xwe.”   HDP’ê gelek namzetên xwe yên şaredariyê aşkere kir. Yek namzeta Qilabana Şirnexê jî Ferîde Yaman e. Ferîde ya di malbatek welatparêz de hat dinê di salên 90’î de ji ber zextên dewletê malbata wê koçî Iraqê dikin. Ferîde û malbata xwe neçar man bi salan di kampê de bijîn. Piştî demekê vegeryan ser axa xwe û ji bo hilbijartinan bû namzeta şaredariyê.   ‘Ji bo me xebatên jinan esas in’   Ferîdeyê bi lêv kir ku hedefa wan ev e ku ji bo gel a herî baş bikin û ev tişt anî ziman: “Em bi salan ji gundê xwe ji axa xwe dûr man. Niha ez namzeta şaredariya Qilebanê me. Partiya min çi peywirê bide ez ê pêk bînim. Ez ji bo her tiştî amade me. Ji bo me li navçeyê xebatên jinan esas in. Hejmara jinên ku beramberê keda xwe digirin gelek kêm in. Ji ber vê em dixwazin hejmara jinên sermaya xwe ava dikin zêde bibin.”   Ferîdeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dema şaredariyên xwe bigirin wê li ser hewcedariyên gel xizmetê bimeşînin û wiha dawî lê anî: “Qeyûm tiştek nekir. Lambeyekê çê dike şova xwe dike. Pereyê vê jî gel digire. Em ê tiştên ku wan nekirine bikin. Em ê wek man kar û barê xwe nîşan nedin. Em ê hewcedariyên gel bînin cih. Gel dixwaze qeyûm hema biçe. Bersiva vê jî wê di hilbijartinan de bidin.”