Hunermend, mamoste, şoreşger: Merziye Farîqî

  • 09:04 5 Gulan 2020
  • Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Merziye Farîqî yek ji jinên ku kilamên xwe kir navê berxwedanê. Merziye li dijî zextên rejîma Îranê bi Farisî strandina kilaman jî red kir û bi dengê xwe berxwedanê hildide qadan, çiyan.
 
Dema ku hezkirin, hêrs, evîn, êş, serhildan, hêvî û têkoşîna xwe vedibêje, li Mezopotamyayê şahidiya bi hezaran jinên ku dengê xwe bihîstine û nebihîstine, kir. Hinekan bi tesaduf deng û berhemên xwe da bihîstin hinekan jî bi serhildan û berxwedan. Merziye Farîqî (Razazî) jî li dijî demsala tirs û feodaliyê, dengê xwe bi nasnameya xwe re kir yek.
 
Di gelek çavkaniyan de dîroka welîdîna wê tam nayê dayîn û di hinek çavkaniyan de jî wek 5’ê Gulana 1958’an tê diyarkirin. Merziye li bajarê Merîwan a Îranê tê dinê. Merziye ji zarokatiya xwe de eleqeyê nîşanê muzîkê dide û ji dengên jinên Kurd yê wê demê bi bandor dibe.
 
Merziye jî wek her Kurdekî xwedî du cîhanên ku jiyana du zimanî lê tê jiyînê ye. Li mala xwe Kurdî li derve jî Farisî bi kar tîne. Bêguman ev ji bo strana jî heman e. Li malê jî stranên Kurdî dibêje li derve Farisî. Bêguman her tim li gorî vê rêbazê tev nagere. Rojekê li dibistanê stranek Kurdî dibêje û der barê vê de wiha dibêje: “Rojekê xalê min ez xistim tenûra nan. Tenûr germ bû. Nemabû ez bifetisim. Ji ber min li dibistanê stran gotibû wisa kir. Xalê min ez ceza kirim û nexwest ez carek din stranê bêjim. Wê demê min dît ku rejîma binpêker çi aniye serê me û em mahkumê xizaniyek çawa kirine.”
 
Merziye li Merîvanê dibistana seretayî û navîn dixwîne û perwerdeya akademîk jî li Sîne temam dike. Wek mamoste li gundan dixebite. Merziye xwe hem wek hunermend û hem jî wek şoreşger dide nasîn û ji bo perwerdeya zarokên li gund dixebite. Merziye wê demê dibe şahid ku jin û zarok di civakek feodal de çawa tên bipênkikirin û di bin zextan de tên girtin. Ji ber vê li gundan hişmenda zayendiyê ji jinan re vedibêje.
 
Biryara negotina stranên Farisî
 
Li Îranê di pêvajoyeke ku li hember Kurdan zext zêdebûn de, Merziye bi hunera xwe bersivê dide zextan. Merziye li dijî zextan biryar dide ku êdî stranên Farisî nebêje. Merziye bi hevkariya Radyo Bagdat, jinên dengbêj nas dike û bi dengê xwe li herêmê tê nasîn, li vir muzîkê dike terza jiyanê.
 
Di 1977’an de bi Korî Musîqay Sîne (Koroya Muzîkê ya Sîne) re dixebite û piştî demekê vedigere Merîwanê û li vir li gundên nêz dîsa dersan dide.
 
Ji mamostetiyê ber bi hunermendiyê ve
 
Merziye di 1978’an de bi hunermend Nassar Razazî re dizewice. Ji vê zewacê keçek û du kurên wê çêdibin. Heman salê tevlî xwepêşenganên dijberê rejîmê dibe. Di vê demê de ji aliyê polîsan ve tê girtin û ji mamostetiyê tê avêtin. Heman demê bi hevjînê xwe Nassar û hevpîşeyê xwe Necmeddîn Xulamî re komeke muzîkê ya Kurd ava dike. Piştî 1980’ê şûnde têkoşîneke din Merziyeyê dipê.
 
Berê xwe dide çiyan
 
Li Îranê di 1980’an de piştî Şah Muhammed Riza Pehlevî dikeve şûnde Ayetullah Ruhullah Humynî tê şûna wî û pêkanînên dijwartir pêk tîne. Di hedefê de dîsa ewil Kurd hebûn. Merziye û hevjînê wê li dijî van zextan bêdeng namînin. Bi hevjînê xwe re wek peşmergeyên Komel têdikoşin û li dijî zextên rejîmê berê xwe didin çiyan. Merziye stran û têkoşîna xwe li çiyan didomîne.
 
Merziye bi komek peşmerge re koma muzîkê ya ‘Korî Bangewaz’ ava dike. Di vê koroyê de gelek sirûd û stran çêkirin û striyan. Merziyeyê li her derê muzîka xwe îcra kir û li Îranê jî yekem jina Kurd ya srûd ya bi navê ‘Ji pêşmergeryan re silav’ strandin bû.
 
Jiyanek li dîasporayê
 
Piştî rojên pêşmergetiyê ji ber zextan di 1985’an bi hevjîn û zarokên xwe re îltîcayê Swêdê kirin. Merziyeyê li wir jî xebatên muzîkê meşand û ji bo mafê jin û zarokan têkoşînek çalak meşandin. Dema televîzyona Kurd a ewil Med Tv hat avakirin jî, Merziyeyê derfet dît ku stranên xwe li wir bêje. Dengê wê gihişt Kurdên her çar alî cîhanê…
 
Piştî Med Tv hat girtin şûnde, Merziyeyê di Medya Tv de bernameyeke bi navê ‘Jîlemo’ ya mafê jin û zarokan nîqaş dikir pêşkêş kir.
 
Merziye ku hem li dijî feodalîteyê û hem jî li dijî rejîmên faşîst têkoşîn da, di 18’ê îlona 2005’an de di 48 saliya xwe de li bajarê Stocholm a Swêdê jiyana xwe ji dest da…
 
Merziye îro 62 salî ye…