Qêrina azadî û jiyanê ya li cîhanê deng da: Zîlan 2019-06-29 09:22:19   Sîbel Ozalp   NAVENDA NÛÇEYAN - Zeynep Kinaci ku got ‘Ez dixwazim bibim daxwaza azadiya gelê xwe. Li dijî polîtîkayên emperyalîzmê yên jinê dikin kole, dixwazim bombeyê di bedena xwe de biteqînim û mezinbûna hêrsa xwe nîşan bidim û bibim sembola berxwedana jina Kurd. Îdiaya min ya jiyanê gelek mezin e’, 23 sal in ji nav me koç kiriye.   Zeynep Kinaci (Zîlan) yek ji jinê pêşeng yên Kurd e. Di salên ku Gelê Kurd rastî qirkirina fîzîkî dihatin, gundên Kurdan dihatin şewitandin hilweşandin, ew bû yek ji pêşengên jin yên Kurd.   Zîlan di 30’ê hezîrana 1996’an de li Dêrsîmê bi çalakiya ku pêk anî jiyana xwe ji dest da û li dijî feraseta li Kurdan hatiye ferzkirin ya ‘ya koletî ya mirin’ bû israra jiyanê. Têkoşîn û jiyana Zîlanê sînor derbas kir û li Rojhilata Navîn jî bandor li gelek jinan kir.   Têkoşîna wê di salên lîseyê de destpê kir   Zeyne Kinaci di 10’ê tebaxa 1972’a de li Meletiyê hat dinê. 7 xwişk û birayek bûn. Ya herî biçûk ew bû. Bi eslê xwe ji gundê Elmalî ya Meletiyê bû. Li Zanîngeha Meletiyê Beşa Rehberî û Şêwirmendiya Psîkolojîk ya Zanîngeha Înonu xwend. Piştî zanîngehê li Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê wek teknîsyena rontgenê xebitî. Bi Mehmet Alî Atli re piştî mezûn bû zewicî. Têkoşîna wê di salên lîseyê de destpê kir û di dema zanîngehê de sempatiya wê li hemberî  azadiya Kurd pêş ket.   Navê Zîlanê girt   Malbata Zeynebê di bin bandora feoldal de bû û li aliyê din jî burjuvaya biçûk bûn. Ji ber aboriya malbatî demekê zelal nabe û piştre di 1994’an de di meha tebaxê de li Edenê tevlî xebatan dibe û di 1995’an de tevlî PKK’ê dibe û navê Zîlanê digire.   Sala 1996’an pêvajoyeke ku rêveberiya Tirkiyeyê her cureyên mudaxaleya leşkerî û rêbazên kuştinên kiryar nediyar pêk dianî bû. Di 6’ê gulana 1996’an de li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hewldanek suîkastê pêk hatibû. Ev hewldan vala derketibû. Zîlanê wek bersiva ji bo van êrîşan ‘çalakiya herî mezin û watedar’ amade kir. Di 1996’an de di roja dawî ya hezîranê de li Dêrsîmê roja înê bi merasîmê sirûd dihat xwendin. Zîlan bi kelecanek mezin li parqê runişt. Wekê hêrsa salan di dilê wê de bû. Zîlanê li saeta xwe mêze kir û rabû ser piyan. Qêrinek ji Dêrsîmê hat hildan. Ev qêrîna Zîlanê bû.    ‘Ez bang li cîhanê dikim’   Piştî Zîlanê qeyda dengê wê ya sedema çalakiya xwe vedigot hat weşandin. Di qeydê de wiha dihat gotin: “Ez ji bo azadiya gelê Kurd û mafê mirovan vê çalakiyê pêk tînim. Ez bi moral û hêza ji gelê xwe digirim wê bi ser dijmin de biçim. Ji ber girêdayîna xwe ya bi PKK’ê, bi Serok Apo, berxwedêr, çiyan û hevalên xwe vê çalakiyê pêk tînim. Bang li hemû cîhanê dikim. Êdi bibîhizin û çavên xwe vebikin.”