Nifşê ku bi ‘ciwanî destpê kir wê bi ciwanî bi ser keve’ bawer dike

  • 09:09 4 Sibat 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
Sevîm Akdag
 
“Ciwan; bi baweriya ku yên ‘bi ciwanî destpê bike wê ciwan biserkeve’ de ne û parêzvanên herî mezin yên vê baweriyê ne. Ciwanî, hêmayeke ku asta biyolojîk ya rih û hişmendiyê derbas dike ye. Yanî beyî girêdayê jiyanê bimîne xwedî hêza dînamîk a rol mîsyonê digire ser xwe ye. Ev rewş berovajî jî dikare pêş bikeve. Kesekî ciwan lê di rih de qels, nikare rol mîsyona ciwaniyê bîne cih. Ji ber vê jî venasîna me ya ciwaniyê ji dîroka berxwedêriyê ya ciwaniye xwedî dibe.”
 
Ciwan yên derfetê herî baş dinirxîne ye
 
Di dîrokê de ji paşerojê heta îro qral, destpo û desthilatdariyan hebûn û îdeolojiya xwe nemir nekiriye û berovajî vê di rastiya civakê de rizandin û tunebûna herî mezin jiyane. Ji ber vê jî civak ji hilberînê durxistiye û dema bikarhênerî aşî kiriye jî nizane ku wê ev bikarhênerî rojekê têk biçe. Yanî hêza dînamîk ya civakê ciwan û civak bxwe dema tiştekî bikar bîne nebîne wê bikeve lêgerînê. Demên wekê ‘êdî bes e’ yên civakan hene. Êdî bes e em vê baş bikar bînin.  yên ku derfetan herî baş bikar bîne ciwanin. Li dijî krîzên civakî yên îroyîn, hewldana çewisandina civakê heye. Lê îro hemû cîhanê şahidiya  mînaka şoreşa Rojava kir. Li dijî krîzên global yên civakî berxwedana enternasyonal mezin dibe. Lİ dijî pirsgirêkên hevpar çareserî tê hilberandin.
 
Em ê di esasa rih û hişmendiya nifşê 68’an de bikin
 
Dema mirov li berxwedanan dinêrin, yên bersiva herî mezin dane emperyal, dagirker û dijminên jin û xwezayê, ciwan bûne. Ger ku ji bo ciwanan venasînek bêkirin, em di esasa rih û hişmendiya nirfşê 68’an de vê dikin.Piştî şerê duyem yê cîhanê  kapîtalîzma ku têkçûn jiyan polîtîkayên xwe nerm kirin û her çiqas hewl bide xwe berhev bike jî bi bayê nifşê 68’an belav bûye û têkçûna wê girantir bûye.Ji van çalên mirinê yên ku ciwanan berbi wê dibin ve ancax bi rêxistinbûnê dikare derketinek hebe. Li dijî ciwanên rêxistinkirî tu îdeolojî û desthilatdarî nikare li ser piyan bimîne. Di rewş aheyî de îtîraza her ciwanekî li dijî jiyanê heye û li dijî van îtîrazan hatina gel hev wê hêzek mezin derxe holê. Civakîbûna pirsgirêkan ji çareseriya civakîbûnê derbas dibe. Yên vê bikin jî ciwan û jinên ciwanin.  Ji bo krîz û kaosa îro belkî jî hatina gel hev tenê têr nake û belkî ji bo vê pêvajoyên dirêj pêwstin. Lê ji bo hatina gel hev a ciwanan hewce bi pêvajoyên dirêj tune. Tenê bila daxwaz hebe ku xwe rêxistin bike bikeve pratîkê.
 
Li dijî Dehaqan bi hezaran Kawayên Hesinkar afirîn
 
 Pergalên baviksalar û desthilatdar ku bi ol, netewperest û zayendperestê di şexsê jin û ciwanan de koletî li civakan ferz kir tirsa wan ya herî ciwanên rêxistinkirîbû û ciwanan li dijî van êrîşan her tim bersiva herî zelal nîşan dane. Îro sekna ciwanan a li dijî faşîzmê dîsa gelek bi bandore. Di sedsala 21’ê de jî desthilatdariyên demîr ji vê pratîkê gelek tirsiyane. Di pêvajoya siyasî ya heyî de  li Rojhilata Navîn  ciwan û jinan li dijî tarîtiya li gelan hatiye ferzkirin berxwedane. Bi taybet di şexsê ciwanên Kurde, êrîşên li hember gelê Kurd didomin û li dijî Dehaqên zalim bi hezaran Kawayên Hesinkar hatine afirandin û hîna jî tên afirandin. Bi nifşê 68’an re ruhê ciwanên berxwedêr ya li cîhanê belav bûye, li Kurdistan û Tirkiyeyê jî bîhna faşîzmê çikandine. Vê aşkera nîşan daye ku dema desthilatdariya AKP’ê de krîz bandor li her her tiştî kiriye. Her kesî hedef digire.
 
Hêvî şên kir
 
Di dema vê desthilatdariya ku dijminahiya xwezayê jî kir, li Parka Gezî  siyaseta rant û talanê meşand û yên li dijî vê komkujiyê derketin jî terorîst îlan kir. Ciwanên li Geziyê berxwedan dan meşandin li hemû welat belav bû. Herî dawî ciwanan li dijî kesên gotin ‘Kobanê li ber ketinê ye’ têkoşîn dan û bi serkeftina Şoreşa Rojava re heviya sosyalîzmê û şoreşê şên kirin.
 
Her tim berxwedêrî parastin
 
Dîroka berxwedana ciwanan bi van mînakan tijeye û ev hemû girêdayê hev in. Nifşekî ku xwedî vê rol û mîsyona dîrokiye çawa dibe ku îro wek ‘Nifşa Z’ tê venasîn. Ciwanî ne hêmayeke ku pergal vedinasîne ye. Ciwanî nasnameyeke.  Venasîna Nifşê Ze jî di encama mudaxaleyên xwe de li gorî profîla ciwanên ku dixwazin biafirînin, vedinasînin. Her çiqas venasîneke wisa bê kirin jî dîsa bersiva herî mezin îro ji vê nifşê digirin. Nifşê Z ku wek tiryakên înternetê dibînin, li ser torên înternetê bersiva herî wêrek ya ‘deng meng tune’ dane.  Ciwan xwedî biryar û baweriya ku dikarin kelehên berxwedanê ava bikene.  Ciwanan her tim berxwedêrî parastine.
 
Venasîna em dikin wê ya herî di cih de be
 
Ciwan; Yên bi ‘ciwan destpê bike ciwan biserkeve’ bawer dike û parêzvanên herî mezin yên vê baweriyê ne. Ciwanî, hêmayeke ku asta biyolojîk ya rih û hişmendiyê derbas dike ye. Yanî beyî girêdayê jiyanê bimîne xwedî hêza dînamîk ya rol mîsyonê digire ser xwe ye. Ev rewş berovajî jî dikare pêş bikeve. Kesekî ciwan lê di rih de qels, nikare rol mîsyona ciwaniyê bîne cih. Jİ ber vê jî venasîna me ya ciwaniyê ji dîroka berxwedêriyê ya ciwaniye xwedî dibe. Ev venasîn girêdayê cih û demê naguhere. Dîroka berxwedana ciwanan kevneşopiyeke û her tim hebûye. Her çiqas qeslbûn şûndeketin hebin jî her tim xesarên xwe bi lez çareser kirine.