Zanistî û Vîrusa Koronayê

  • 09:01 28 Çile 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Li welatên nexweşiyê rû da, mekanîzmayên ohalê ketin rojevê. Dewletan ji bo civakê bikin bin kontrolê, polîs berdan kolanan û hewl dan gel bixin malê, barandina ceza wek rêbaz bi kar anîn.
 
Akademiya Jineolojiyê
 
Zanista pozîtîvîst dixwaze, vîrusa ku ne zindî dide nasîn, bikuje. Kapîtalîzm ji ber berjwendiyên xwe, her zindiyê ku nehatiye watedarkirin û neşênberkirin wek nesne dibîne. Ev feraseta nesnekirinê, ji bo hemû jiyan û hebûnan derbasdar e. Wek George Floyd, rengê mirov jî dibe qurbana nesnebûnê, dibe hinceta qetilkirinê. Wek mînaka ku ciwanekî kurd  ku bi zimanê kurdî li muzîkê guhdar dike û tê qetilkirin. Zîhniyeta serdest bi hezaran salane bi vê fikrê hewl dide jinan bi teşe bike û her cureyê şîdet û qirkirinê lê tê rewakirin. 
 
Pêvajoya vîrusa koronayê hemû cîhan veguhert laboratuvarê. Li ser vîrusê mudaxaleyên biyolojîk hatine kirin û testên ku wê çawa bibe yan jî çawa bimre kirine. Ceribandinên bîyolojîk seranserê dîrokê li ser gelên cuda hatine kirin. Bi taybet li ser dîlgirtiyan, yên hatine revandin û gelên hatine qirkirin hatine kirin.
 
Zanista ku di bin tekela pergala mêtînger de dixebite, der barê sosyalîteya xera bûye de çareseriyekê pêş naxîne. Modela jiyana ku zanista civakî pêş dixîne, bûne malên girtîgeh ên roja îro. Wek Bîll Gates, Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ku yek ji tekela herî mezin a di cîhanê de ye dibêje ‘Vîrusa koronayê di nav sewalan de pir zêde heye. Ji sewalan dikare derbasî mirovan bibe’.  Yê patenta aşiya ku pêşî li vê vîrusê digire dîsa Bîl Gates e.  Demên ewil ên nexweşiyê doktorê Fransî yê ku got derman dîtiye, bi mirinê hat tehdîdkirin, doktorekî Çînî ku xwe gihandibû encamên girîng hat kuştin. Ev rewş bi armanc û berjwendiyên kapîtalîst dikare bê vegotin. Rastiya ku yên nexweşî afirandine û derman dîtine jî heman in, li holê ye. Piştî vîrus belav bû, nîqaşên bandora aşiyan, çiqas wê bên hilberandin û firotin jî  rasiya rewşê nîşan dide.
 
Ji bo bandora vîrusê ya li ser hemû qadên jiyanê bi berfirehî bên lêkolînkirin. Di vê pêvajoya vîrusê de daxuyaniya herî zêde hat kirin, tecrîdkirina civakî bû. Civakê ji saziyên zanist, rêxistinên tenduristiyê çareserî payî lê, mixabin bendewariya civakê zirar dîtiye. Zîhniyeta dewletê ku hemû hewcedariyên civakê bi dewletê ve girêdayî ye, mijareke cidî ya nîqaşê û ev di dema vîrusê de pir baş derketiye holê. Jin û zarokên hepsê malê hatin kirin bi êrîşan re hatin rû hev. Krîza aborî giran bû û esnafên biçûk îflas kirin. Tekelên Amazon û Reînhnmetall jî dewlemend bûn.
 
Li welatên nexweşiyê rû da, mekanîzmayên ohalê ketin rojevê. Dewletan ji bo civakê bikin bin kontrolê, polîs berdan kolanan û hewl dan gel bixin malê, barandina ceza wek rêbaz bi kar anîn. Li Ispanyayê maseya krîzê ya ji 4 kesî pêk dihat, ji du leşker, polîs û doktorekî pêk dihat. Li şûna pêvajoyê bi tenduristiyek baş bimeşînin, bi tedbîrên ewlehiyê tev geriyan. Rojane hejmarên miriyan hatin aşkerakirin û  di bin zexta psîkolojîk de xwestin civakê di sînorê mirin- jiyanê de tengezar bikin, bi tedbîrên ewlehiyê re bi talîmat û dîsîplîna leşkerî gel çewisandin û xwestin civakê fêrî vê bikin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de îfadeyên hêzê yên mîlîtarîst a şer dike, hatin bikaranîn. Li dijî vîrusê ‘em ê vî şerî qezenc bikin, em e vê îletê têk bibin, em ê bi hev re têbikoşin, em ê ji malên xwe dernekevin û nayên gel hev’ hatin bikaranîn.
 
Tespîta Abdullah Ocalan a weke ‘Civaka ku tenduristiya xwe bi derfetê xwe neparêze, hebûn û azadiya wê di bin xetereyê de ye an jî bi giştî tune bûye’ heye. Tenduristiya mirovahiyê ji aliyê tekelên kapîtalîst ve teslîmê destê şîrketên taybet û qanûna kara azamî hatiye kirin. Ji ber vê jî tenduristî û hebûna mirovahiyê ketiye xetereyê. Bi agahiyên rast û tespîtên rast meşandina dermankirinê jî mijara nîqaşê ye. Parastina mafê tenduristî û jiyanê, sipartina rêxistin û îradeya xweser, tenduristiya alternatîf, lêgerîna jiyan û azadiyê yek ji astên esas ava dike. Parastina cewherî ya gelan qadeke jiyanî û xesas a ku nikare bi tu awayî teslîmê dewlet-tekelan bê kirinê ye.
 
Jîneolojî  diyar dike ku divê  tenduristiya xweza û mirov, rêbazên dermankirina xwezayî, divê ji nû ve bi şifakariyê re bê gel hev. Tespîta ‘jîneolojî vê diyalektîkê di esasa başî û başkirinê de li gorî esasa destpêka dîroka civakîbûnê ji nû ve ava kirin wek zanist, tenduristî digire dest. Di qada tenduristiyê de nêrîna jîneolojîk dihûne,  zanîna jinên di dema sermaya îlkel a kapîtalîst de hatin şewitandin esas digire’ di pirtûka Têketinê ya Jîneolojiyê de cih digire. Tipa modern, jinên zana wek pîrebok zindî şewitandin û zanîna wan a tenduristiyê desteser kir û bi destê dewletê ev zanîn pêş xistin. 
 
Ger zanist ji bandora zîhniyeta kapîtalîst û zemîna aborî-desthilatdarî bê qûtkirin di serî de wê zanista civakî û rengên hemû qadên zanistê biguhere. Li erdnîgariya me û Rojhilata Navîn zanînên civakî û xwezayî ya gelan ji aliyê kapîtalîzmê ve hatine desteserkirin. Zanista civakî zindiye û zanînga gelan di asta ku pêşeroj, jiyan, paşerojê bigire bin garantiyê de ye. Gelê û jinên bi komkujî û şer anîne asta qirkirinê, van zanînên xwe diparêzin û ji bo şertên jiyaneke baş bikar tînin. Ev rastî hêza herî mezin a bûyîna zanista civakî ya jîneolojiyê ye. Hemû jinên cîhanê zanînên xwe li dijî rêbazên şerê taybet û nexweşiyan dikare  rêxistibûna cewherî wek rêbaz binirxîne. Dikarin hebûn û jiyana xwe bikin bin ewlehiyê.
 
Ger feraseta zanista ku daketiya qalibên aborî bên şikandin, ger ku rîtuel û sembolên kapîtalîzmê derkevin holê û bên redkirin, wê jiyana azad  a gelan bê pêşxistin.  Zanîn di esasa nîqaşên azad de pêş dikevin. Di laboratuvarên girtî, cihên veşartî de nikare hilberîne. Ji hewcedarî û qadên jiyan û civakî dertê û bi teşe dibe. Ger ku di çarçoveya heqîqetê ya li dora jinê pêş dikeve ji nû ve bê şîrovekirin wê zanîna jinê xwe bide xuyakirin. An jî wê zanînên ji ber dubare bibin. Zanîna tê dubarekirin ji xwe xitimandiye û li gorî berjewendiyên pergala kapîtalîst tê bikaranîn.
 
Yên bi zanîna xwe ji civakê re pêşengiyê dikin kesên ronakbîr in. Zanyar wek tên zanîn, şifakarên ewil an jî bi navekî din otacîn e. Yên şifakar tenê nexweşiyekê yan jî êşekê baş dikin nînin. Di heman demê de hevsengiya xweza û civakê jî dişopînin. Yên vê dikin jî em dikarin wek pêşengên jinan û zanîna jinê bigirin dest. Ya ji aliyê jinan ve tê şopandin û parastin hevsengiya metafîzîk e. Ruh, hest, heybeta mêjî û têkiliyên aborî jî li gorî vê teşe dibin.
 
Berdevkên modern ên zanîna modern a ku perspektîfên paqijiyê didin, tenê têgehên li zemînên laboratuar û dibistanan ji ber kirine, pêşkêşî gel dikin. Ji destpêka vîrusê heta wek tedbîr, şûştina destan a bi sabûnê pêşkêşî gel hat kirin. Lê di raporên UNICEF'ê de derbas dibe ku li Efrîkayê di salekê de hejmara zarokên ji tî û birçîna mirine 100 hezar in. Gelek kes tenê ji bo vexwarinê avê dibin. Em nikarin ji vê re bêjin rêbaza zanistî an jî zanista civakî. 
 
Zanista laboratuarê ya ji fikr û hest dûr dikeve, xwe dispêre hişê ziwa û divê bê zanîn ku tenê ji xizmeta binpêkera kedê dike. Farqa di vî warî de, teşhîrkirin, wê ji zanista civakî re xizmetê bike. Jîneolojî di hewldan, pêşxistin û lêgerîna vê de ye.