Guzergahên qada hiş, bi polîtîkayê re fikirîn

  • 09:01 14 Çile 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Li vir derketina qada hiş, wek guzergahên dîrokî yên girîng û dema damezrandinê, li gorî min bi polîtîkayekê, hîn bêtir bi avabûna têkiliyekê û dengê ji kolanê dertê derbas dibe. Kolanên Tirkiyeyê niha hinekê wek hatiye çewisandin tê dîtin lê di serî tevgera Kurd û tevgerên li dijî binpêkirin û nîjadperestiyê yên li Tirkiyeyê hene."
 
Ozgur Sevgîn Goral
 
Metna herî sereke ya qada hiş belkî jî xebata Mekanînên Hiş ya ku Pîerre Nora bi ekîbek berfireh amadekiriye. Ev xebat muze, abîde, bîranînên qadên cemawerî, sembol û her warên bibîranîna li Fransayê, digire dest û ji kûrahî analîz dike.
 
Aliyê herî girîng yê xebatê, yek ji mînakên herî girîng ya ku piştre di xebatên hiş de wek paradîgmayekê dertê holê ye: Cih wek hiş fikirîne. Li aliyê din jî ev xebata girîng, bi jibîrkirin, bêdengî û înkaran malûle. Mînak di vê xebatê de, dema cihên hiş yên cuda tên lêkolînkirin, şopa dîrokên kolonyal û emperyal yên împaratoriya Fransayê nayê dest girtin, bi awayekî balkêş di tu derê xebatê de behsa Napoleon Bonaparte an jî biraziyê wî Louîs Nepoleon an jî bi tu awayî behsa kevneşopiya siyasî ya bonapartîst an jî cihên bibîranîna wê nayê kirin. 
 
Ev mînak tiştekî ku ez pir zêde pê bawer dikim nîşan dide: metnên sereke yên qada hiş jî têde hemû nêzîkatî û metn, di çarçoveya kevneşopiya emperyal û binpêker, nîjadperestî de tê destgirtin û divê ev bi awayekî cidî bê rexnekirin. Hele li cihekî wek Tirkiyeyê ku tezahurên cuda yên nîjadperestiyê bi kûrahî nayên destgirtin, mêtîngerî tê çi wateyê, di çarçoveya nêzîkatiyên nû yên zanistên civakî de, bi layiqî nayên nîqaşkirin û çi tên înkarkirin, çi dertên pêş. Di akademiyên ku ev nayên rexnekirin de û di cîhana civaka sivîl de nerexnekirina van, hîn girîntir dibe.
 
Ji van tiştên min gotin, berovajî ku di qada hiş ya li Tirkiyeyê de zêdetir kar tune wêdetir, li Tirkiyeyê kokên wê xwe bispêre gelek demên berê jî bi taybet di serên salên 2000’î de ev derketiye holê û heta îro cure bi cure şîn bûye û qadeke berfireh a hiş heye. Di vê qada hiş de gelek karên hatine hilberandin hene û ev kar, derdixin holên ku klîşeya ‘Tirkiye civakek hêviyê ye’ wisa hêsan nikare bê bikaranîn. Ji ber vê sedemê jî li gorî min nirxandina rexnekirî ya van karan gelek girîng e. 
 
Wek cihên din yên cîhanê li Tirkiyeyê jî di qada hiş de em dikarin behsa nêzîkatiyeke giştî ya hunermend, saziyên civaka sivîl û entelektuelan bikin. Ev nêzîkatiya giştî  ne tenê kirdeyên fermî yên qada hiş, pratîktên derdorên muxalîf jî diyar dike. Gotinê ji kesên têkoşînê dimeşîne re dihêle, bi rêxistinên tabana qadê û kesên polîtîka hiş dikin re parve dikin û di vê qadê de zêdetir qadên hiş yên muxalîf ava dike. Momenta siyasî ya îro ji bo min gelek girîng e.
 
Li Tirkiyeyê bi taybet piştî 2015’an şûnde hikûmetê xwe wek eniyeke netewperest konsolîde kir û varyantên cuda yên faşîzmê bi şîroveya Tirkbûn û Mislimantiyê hûnand. Ev navendîbûn bênavber şemitî çepa rast û bi taybet di mijarên  wek nîjadperestî, binpêkrinê de berbi argûmanên faşîzmê yên cuda û rastê ve çûn. Ev tenê bi Fransayê sînor nîne, em dikarin bêjin em bi trendeke siyasî ya global re rû bi rû ne.
 
Li vir derketina qada hiş, wek guzergahên dîrokî yên girîng û dema damezrandinê, li gorî min bi polîtîkayekê, hîn bêtir bi avabûna têkiliyekê û dengê ji kolanê dertê derbas dibe. Kolanên Tirkiyeyê niha hinekê wek hatiye çewisandin tê dîtin lê di serî tevgera Kurd û tevgerên li dijî binpêkirin û nîjadperestiyê yên li Tirkiyeyê hene.
 
Li Tirkiyeyê ev dengê radîkal di bi rêxistinên tabana tevgera kurd, platformên cuda yên tevgera LGBTÎ,  însiyatîfên têkoşîna rizgariya jinê, hewldanên çandî û siyasî yên kêmarên cuda û gelek saziyên civaka sivîl, ev demeke dirêje vê qada hiş diparêze. Piştî 2015’an şûnde di esasa mijara Kurd de şîdetê ji nûve dest pê kir, dorpêçkirin û qedexeyên derketina derve pêk hatin û vê jî pêla şîdetê ya mezin li Kurdistanê da destpêkirin.
 
Piştî hewldana darbeya 2016’an şûnde bi îlankirin OHAL’ê re pratîkên mîlîtarîz, muhafazakar, netewperst li her qada jiyanê bi bandor bû û zehmetir kir. Lê ev zor û dijwarî, divê fikreke bi hêvî ya radîkal zehmet neke. Ev aktorên qadê dikarin ku dengê kolanê bi kîjan dengan biçewisîne û ji vê dikarin demê veqetînin. Îro dikare li ser vê şîdeta ku li qada hiş bandor dike dikare pêvajoyeke nîqaş û fikra kolektîf bê rêxistinkirin. 
 
Li Tirkiyeyê êdî di qada hiş de xebat tên kirin, huner tê kirin û xebatên akademîk tên kirin. Ji serê sala 2000’î heta niha hişekî xwe daye der. Ji ber vê jî em êdî ne welatê amnezî (jibîrkirin) em welatekî afazî ya çandî û kolonyal in. Li gorî min dengên ji paşerojê heta îro bilind bûne, divê em bi hev re bifikirin û binirxînin.