Li Kurdistanê pandemî û rastiya civaka mêtingeh

  • 09:13 7 Çile 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
"Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, tenduristiyê wiha bi nav dike ‘Rewşeke giştî ya baş a rih, fîzîk û civakî ye’.Di venasîna hatiye kirin de, tê gotin ku bi taybetî li Kurdistanê û bi giştî li cîhanê tenrustiya baş ne pêkane ku ji rewşa siyasî û polîtîk cuda be.  Pirsgirêka tenduristiyê girêdayê pirsgirêka azadiyê ye, yanî tendirustiya baş girêdayî azadiyê ye. "
 
Ruşen Sekvan
 
Di pêvajoya pandemiyê de ji bo gelên Kurdistanê xizmeta tenduristiyê nehat dayîn. Mafên xizmetên tenduristî û zimanê dayikê di alî gerdunî de esasên sereke ne. Ziman di alî xwe vegotinê de  alava herî girînge.  Mirovên ku nikaribin xwe rast vebêjin ne pêkane xizmeta rast bigirin. Bi salane ev pirsgirêk li Kurdistanê tê jiyîn. Di pêvajoya pandemiyê de li Kurdistanê di alî ziman de tu xebat nehatiye kirin, ji ber di xizmetên tenduristiyê de ziman tunebû encam nehatiye girtin.
 
Yên di pêvajoya pandemiyê de herî zêde bi bandor bûne çîna karker û kedakran e. Bandora vê ya li Kuridstanê wek hemû cîhanê, gelek giran bû.  Li Kurdistanê bi dehan salane şer heye polîtîkayên şer tên meşandin.  Ji ber vê civak neçar dimîne karkeriya demsalî bike. Di pêvajoya pandemiyê de karkerên demsalî betal mane. Gelek karker mahkumê birçîbûn û xizaniyê hatIN kirin. Kesên li gundan bi sewalan debara xwe dikirin jî ji ber pandemiyê nikaribûn sewalên xwe biçêrînin û ji ber vê ceza girtin. Ji bo otel û fabrîkayên mezin xebata wan nesekinî, karker mahkumê şert û mercên dijmirovî hatin kirin.
 
Li Kurdistanê jiyan hîn bêtir komî û zêdetir civakî ye. Tevî hejmara ferdên malbatên zêde ye jî ew di nav hev de ne. Li Kurdistanê demên qerebalix yên wekê dawet, şîn û cejnan hîn bêtir zêde ne. Ji bo belavbûna vîrusê ev hawir bi rîskin. Di pandemiyan de divê xweserbûna herêman li ber çavan bê girtin û polîtîka bên meşandin.Li Kurdistanê bi qeyûman re pêşî li rêveberiyan hatiye girtin û di pandemiyê de ev zêdetir bûne pirsgirêkên mezin. Lê polîtîkayên ku gel tevli rêveberiyên herêmî bibe, dikare pêvajoya pandemiyê baş bi rêve bibe. Lê polîtîkaya yekane ya hat pêşxistin, bûne polîtîkayên ceza- qedexeyê. 
 
Dema qedexeyên covîdê dest pêkirin bandora wê ya li Kurdistanê cuda bû. Qedexeyan di hişê Gelê Kurd de cihekî cuda girtiye. Di 2015-2016’an de qedexeyên derketina derve hîna di hişê gel de teze ne. Di pêvajoya pandemiyê de di meha Gulana 2020’an de li Nisêbînê polîsan bi çekan bera zarokan dan û gule reşandin. Di daxuyaniya der barê vê de hat dayîn îdia kirin ku zarokan kevir avêtine wan. Gelek mînakên din wek vê di pêvajoya pandemiyê de hatin jiyîn. Civakên mêtingeh bi cezayê diçewisînin û ev di pêvajoya pandemiyê de baş hat dîtin.
 
Di pêvajoya pandemiyê de aşiyên li dijî vîrusê hatin pêşxistin jî di polîtîkayan de cihê wan mezine. Aşî;ji bo parastina beden û xwirtbûna bedenê ye.Ji roja pandemiyê despêkiriye heta niha nîqaşên der barê aşî û aşîkirinê de cihekî girîng digire. Piştî aşî hat dîtin bi lez xebatên aşiyê hatin destpêkirin lê di vir de jî Kurdistan di plana duyem de maye. Bêbaweriya li hember aşiyê bi polîtîkayên dewletê re girantir bûye. Di salên borî de aşiyên xerabûyî rê li ber bi hezaran bûyerên SSPE vekir û ev di hişê gelê Kurd de cih girt ku divê bawaeriya xwe bi aşiyan nînin. Ligel vê  li Kurdistanê beyî agahiya jinan rêbazên kontrola welidînê hatin ferzkirin û carna bêyî agahî rêbazên kontrola welidînê hatin kirin. Carna bi hincetên ji rêzê li jinan kurtaj hat ferzikirn.  Di bin hişê Gelê Kurd de cih girtiye ku di bin tehdîda qirkirinê de ye. Ev jî girêdayê polîtîkayên dewletê ne. Gotina ‘kisirê’ ya li dijî aşiya pêş ketiye jî, hawireke bê ewl e ava kiriye.
 
Pêvajoya pandemiyê ewil zelal nehat meşandin piştî demekê bi daneyên berovajî hat manîpulekirin. Li dijî daneyên ne rast bertek zêde bûn û ji aliyê saziyên civaka sivîl ve ev rêbaz hatin deşîfrekirin. Di vî alî de hinekî şûnde gav hatin avêtin. Li dijî van bertekan pêvajoyeke nexşerêyek rengîn hat avakirin. Li ser vê nexşerê carna Kurdistan rengê şîn bû carna Tirkiye rengekî din bû. Tirkiye û Kurdistan her tim di alî rengan de ji hev cuda bûn.
 
Rêxistina Tenduristiya Cîhanê  tenduristiyê wiha bi nav dike ‘Rewşeke giştî ya baş a rih, fîzîk û civakî ye’.Di venasîna jor de, tê gotin ku tenrustiya baş ne pêkane ku ji rewşa siyasî û polîtîk cuda be.  Pirsgirêka tenduristiyê girêdayê pirsgirêka azadiyê ye, yanî rewşa tenduristiya baş rewşa azad e.
 
Her pirsgirêka di pergala tenduristiyê de, pirsgirêka ku modernînateya kapîtalîst di her qadê de afirandiye. Xwe li ser vê heyî dike û ji nûve hildiberîne. Ev tiryakbûn; ji biyanîbûna beden, girêdayîna xizmeta tenduristî û zanîna tenduristiyê , tê.  Ji bo ji vê krîza pergala tenduristiyê bê derketin, divê ewil ev têkiliyên girêdayînê bên şikandin.  Ji bo gelê di bin lepê qirkirinê de ye, her polîtîka bi hinceta pandemiyê hatiye pêşxistin, serdestiyê zêdetir dike.  Ji vê krîzê derketin û avakirina jiyaneke nû; bi avkairina jiyaneke nû pêkane. Di vî alî de ji bo avakirina jiyanek e nû avakirina pergala tenduristiyê jî girîng e. Dema ev nêrîn û perspektîf bên pêşxistin, polîtîkayên tên pêşxistin dikarin encamê bidin.