Avakirina ziman zanîna jiyanê

  • 09:08 12 Mijdar 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
"Ji bo em ji terza nivîsandin û şîrovekirin û fêrbûnê ku modernîteya kapîtalîst bi salan fêrî me kir, xilas bibin û bikevin faliyetên zanisteke cuda, di alî me de zehmet bû. Hem rexneyên ji xwendevanan dihat, hem jî em kesên di xebatên de cih digirin, ev mijar li ber me wek kêmasî bû. Di vî alî de me di her hejmara xwe de bi baldarî û hewl da zimanê xwe zelal bikin."
 
Akademiya jîneolojiyê
 
Îdiaya ku jîneolojî bibe zimanê jiyanê û di vî alî de ziman bi afirîne nokteyek girîng îfade dike. Di xebatên di vê mijarê de hatine kirin de lêkolînan tecrubeyek girîng derxistin holê. Lê çiqas zimanê vê ava kirine? zimanekî herikbar, zelal, enerjiya wê ya wate û hîsî çiqas avadibû? Seranserê dîrokê de  nivîsk qada pergala serdestiya mêr bû û aliyên me yên em xizmetê dikin çi ne? Em çiqas bi tecrubeya jiyana xwe bawer dikin, em çiqas xwedî hêza ku xawe binivisîn û bi hunerê îfade dikin? Me aliyên neşênber û teorîk çiqas çareser dikir?Li dijî kemînên qada akademîk ku zimanê zanistê diafirîne, em çiqas bi tecrubeyên jiyana xwe bawer dibûn û çiqas bi nirx didît? Mêr zanîna jinê zimanê jinê her tim bê nirx dîtibû. Me yê li dijî vê zimanê zanîna xwe çiqas ava bikira, mey ê çawa bigîhanda forma hunerî û wêjeyî?Dîsa ji bo çareseriya pirsgirêkên jin û civakê me yê zimanê ku çareseriyê diafirîne çawa ava bikira?Lijneya weşana Kovara Jîneolojiyê di vê mijarê de tecrubeya xwe wiha tîne ziman:
 
“Ji bo xebateke di îdiaya zanîna civakîbûnê de, di nivîsên tên bikaranîn de zimanê tê bikaranîn gelek girîng e. Avakirina zimanê zanînekê, derxistina anatomiya vê zimanê û xîtabkirina hemû civakê, di îdiaya ku bibe zanisteke îdeolojiya jiyaneke nû, îfadekirina hêza çareserî û fikr û nêrînê de girîng bû.  Di destpêkê de me cih bi cih tevlibûna ziman, di nokteya hûnandina zimanê zanistê ya civakî de zehmetî kişand.  Ji bo em ji terza nivîsandin û şîrovekirin û fêrbûnê ku modernîteya kapîtalîst bi salan fêrî me kir, xilas bibin û bikevin faliyetên zanisteke cuda, di alî me de zehmet bû. Hem rexneyên ji xwendevanan dihat, hem jî em kesên di xebatên de cih digirin, ev mijar li ber me wek kêmasî bû. Di vî alî de me di her hejmara xwe de bi baldarî û hewl da zimanê xwe zelal bikin. Di vî alî de rexneyên xwendevanên me gelek girîng bûn û piştgiriyek cidî dan me. 
 Bi hişmendiya zimanekî bi hev re me ev mijar girt dest. Me hedef kir ku em terza nivîsandina pirtûkên klasîk yên akademîk ji ser xwe bavêjin.  Li ser vî esasî me di dawiya nivîsan de pêşniyarên xwe kirin. Ev rêbaza ku gelek caran bû sedema bertekan, di nava demê de bi nivîskarên me re jî bû sedema guherînê.  Guherîna bi jîneolojiyê di zîhniyeta me de ava bû, bandor li zimanê me kir. Me zêdetir wate da tespîta Heîdegger ya ku dibêje hebûna ziman mala me ye. Me wateya pratîkirina lêgerîna ziman ya hemû aliyan dihewîne ya Helene Cîxous kîfş kir.  Di hevoka ‘em careke din xwe di cudabûnên xwe de heps nekin nekevin kemîna serdest’ ya  Sîmon de Beauvoîr de me carek dîn girîngiya  hemû hebûna ziman dît. Me vegotinên rojnîviskên şervanên azadiyê Zeynep Erdem, Suna Çîçek, Pinar Baglar û gelekên din esas girtin.  Navendên Lêkolîna Jîneolojiyê yên li Rojava hatin avakirin vê lêgerînê wiha îfade dikin: “Ji bo avakirina teoriya azadiyê ya çavkaniya jê xwedî dibe, li dijî hilweşînên pergala serdet, bi pêşengiya jinan, hewcedarî bi afirandina ziman û vegotina jiyana azad hebû. Ji bilî xweparastina rewa, di siyaset, aborî, perwerde, edelet, tenduristiyê de rastiyeke pêşengiya jinê mijara gotinê bû. Hewce hebû ku jin nekeve kemînên pozîtîvîzmê û rêbazên xwe zimanê xwe ava bike. Li ser rêbazên nîqaş û perwerda rexne dike hat sekinandin. Di atolyeyên çîrokan yên ji bo zarokan hatin avakirin de, me dît ku zimanê mîtolojîk, helbest, çîrok û stranî çiqas nêzî hêza xeyala zarokan e. Girîngiya şoreşê ya perwerda bi zimanê dayîkê di van atolyeyên çîrokan de zelal derket holê.”
 
Enstîtuya  Andrea Wolf:
 
“Di pêvajoyên perwerdê de me çiqas xwe û hev û din nas kir, me kesayet, kolektîf û dîroka şexsî nas kir û îfade kir, rêbazên çareserkirina fêmkirina şaş, bi pirsgirêk û naqok jî ev qas dikare bê dîtin. Pêşxistina pêvajoyên fêrbûn û teşeyên jiyana kolektîf, di heman demê de di esasa hedef û rêgezan de, tê wateya fêrkirina fêmkirina cudahiyan û nirxdayînê. Beyî ku curebûna terzên îfadekirin û zimanê dayikê, em wek pêvajoya pêşxistina zimanê hevpar dijîn. Li gorî ferhengê em hinek têgehan li zimanekî din wergerînin wateya xwe winda dike an jî rê li ber wateyên şaş vedike. Mînak Kurdî ku tê wateya  hezkirin û parastina çand, ziman û axê, di Latînê ‘Patrîotîzm’ (Welatê bav) de xwedî wateyek cudaye.  Di alî ku b giştî naveroka wateyê bê fêmkirin de ev mînak gelek baş e. 
 
Gotinên jinên ku dibêjin divê Jinwar bi çavê dil bê vegotin jî hesta hûnankirina ku zanîna jiyanê çawa tê kirin, vedibeje: “Jinwar bi îradeyeke kolektîf zanîna ku jiyana azad ava dike hat hilberandin û zanîn ku xwe bixwe rêve bibin bidest xistin. Ji bo pirsgirêkên civakî çareserî afirandin. Di Jinwarê de zanîna civakî ya dîrokî hat nûkirin. Ji bo jiyana dê û zarokên wan çîroka Dara Mîrada ya Gobeklîtepe û Siyabend û Xecê hat destgirtin.”
 
Jinên ji Beşa Jîneolojiya Zanîngeha Rojava jî zimanê jîneolojiyê wiha îfade dikin: “Jîneolojî zanistek nav civaka xwe de vejiyaye. Zimanê wê jî zimanê jiyan, civak û jinê ye. Di civaka me de yên pir kêm bizanibin,  fêm dikin ku jîneolojî kokên xwe ji civakê digire.  bi qasî fêmkirina rastiya civakî û dîrokî,  nîşandana hêza vegotinê jî yek ji lêgerînên me yên sereke ye.”
Di atolyeyên jîneolojiyê de li aliyekî nîqaş û xwendinên felsefe, zanist, zanista civakî û pozîtîvîzmê tên kirin û li aliyê din jî  avakirina gotin, têgeh, rêbaz û zimanê zanista jinê jî bû lêgerana esas. Ne tenê di zanist û felsefê de; zimanê ji aliyê serdestiya mêr ve li her qadê tê bikaranîn, têkiliya wê ya bi desthilatdariyê re, jî bû yek ji mijarên sereke. Di vî alî de li djî teşeyên îfadekirin û têgehên serdest refleks pir pêşketibûn. Tevî kodên ji bo jinan hatine danîn, li dijî têgehên jinan biçûk dixîne, têkoşîn pir esas bû.  Herikbariya vê têkoşînê, dayîmbûn û partîkbûna wê gelek hat dîtin. Di atolyeyand e zimanê zanista jinê, zimanê zanîna jiyanê divê çawa be, hat lêpirsînkirin. 
 
Nîşe: Berdewama nivîsê bi sernavê ‘Zanîna jiyanê bi jîneolojiyê re hûnandin-endam’ wê hefteya pêş bê hûnandin.