Jinên ku bê bask difirin

  • 09:04 10 Îlon 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
Salîha Ayata
 
"Hûn jinê li mutbex an jî odeyek xemlê heps dikin, pişre hûn li rewşa wê matmayî dimînin; hûn baskê wê dişkînin, piştre jî gazinca ku çima nafire dikin." 
 
Simone de Beauvoir
 
Di cîhana wêjeyê de baskên jinan yên bi destê mêran hatine şikandin, ji bo wêjeya kurd jî derbasdare. Şert û merc cuda bin jî di wêje û hunerê de pêşiya jina kurd bi gelek awayî hatiye girtin. Lê wek jinê cîhanê, jinên kurd jî di jiyan, huner û wêjeyê de li ber xwe dane.
 
Mînak di destana Zembîlfiroş ku yek ji destanên girîng ya wêjeya devkî ya kurd e (Her çiqas bi navê Zembîlfiroş bê gotin jî piranî têkoşîn û biryarbûna Xatûnê esase) Xatûn cara ewil Zembîlfiroş dibîne, evîndar dibe û pê dide hîskirin. Piştre bi hincetên cuda gazî wî dike û piştî demekê Zembîlfiroş eleqeya Xatunê hîs dike û ew jî li hember Xatunê hestên xurt dijî. Zembîlfiroş ji ber tobe kiriye hestên xwe diçewisîne. Lê Xatun di mijara evînê de gelek bi biryar û israre û bi Zembîlfiroş re diyalogê ava dike. Zembîlfiroş her carê jê direve lê Xatun bi biryare. Her çiqas bi versiyonên cuda bê vegotin jî Xatun bi awayekî dikeve mala Zembîlfiroş, dikeve şûna hevjîna wî û pê re dikeve têkiliyê, Zembîlfiroş yê vê fêm dike, dixeyîde û wir terk dike;
 
Zembîlfiroş dixeyide, wir terk dike û dibêje ‘Kengê dem ji hesin pêlavek û ji hesin gopalek kevn kir tu yê wê demê min bibînî’ (Heman tişt di evîna Zuleyha û Yusuf de jî derbasdare) û ji wir diçe. 7 salan Xatun li Zembîlfiroş digere, pêlav û gopal kevn dike û li çiyayekî asayî Zembîlfiroş bi sê huriyan re dibîne. Her tiştî li aliyekî dihêle û sohbetê dike û di dawiya rojê de gotinên Xatunê diqedin û dikeve dimire.
 
Hesreta axaftina jinê, hewcedariya vegotina derdê wê, wek her demê û her derê, di berhema wêjeyê de jî bi awayekî xurt dertê holê. Dema Mecnun li pey evîna xwe diçe dibe leheng. Di vî alî de mînaka herî mezine. Ji bo Leylayê her tişt kiriye, israr kiriye û tu car dest jê bernedaye. Xatun jî ji Mecnun cudatir nîne. Di riya evîn û baweriyê de ji hesin pêlav kevn kiriye û herî dawî Zembîlfiroş dîtiye. Di roja me ya îro de cih bi cih di hinek nirxandinên zayendperest de wek jinek bêbext hatiye nirxandin. Lê Xatun ji bo evîna xwe ya pê bawer kiriye têkoşînek mezin daye û jineke divê rêzdarî bê nîşandane. Xatun 7 salan li Zembîlfiroş digere, dibîne û roja dibîne tenê diaxive. Gotinên di dilê xwe de kom kiribû vedibêje. Hewcedariya jinekê ya xwe bide fêmkirin di destanê de derketiye holê. Xatuna ku baskê wê hatiye şikandin, li odeya xemlê hatiye hespkirin, tişta lê rewa hatiye dîtin, qebûl nekiriye û beyî bask ji bo bifire her tişt kiriye.
 
Dîsa di evîna Derwêş û Edûlê de ku ji bo yektiya kurd û evîna xwe têkoşînek mezin daye û ji bo mêrê jê hez dike canê xwe daye, de jineke xurt Edûlê dertê pêşberî me. Edûlê di temenê biçûk de evîndarê Derwêş dibe û ji hev hez dikin. Piştî demekê dixwazin bi hev re bizewicin lê bavê Edûlê, Zor Temîr Paşa, naxwaze keça xwe bide kesekî Êzidî û her çiqas ji Derwêş û malbata wî hez bike jî vê rewşê qebûl nake. Li ser vê malbata Derwêş neçar dimîne herêma lê dimînin terk bike û diçin cihekî dikin. Di vê pêvajoyê de gelek kes dixwazin bi Edûlê re bizewicin lê Edûlê di şertên wê demê de serî li dijî bavê xwe û pergala baviksalar radike û zewacê red dike.Piştî demekê navbera Ereb û Kurdan de alozî dertê û tê fêmirin ku wê Ereb bi artêşekê biçin êrîşê herêma ku Edûlê û malbata wê lêne. Zor Temir Paşa û Kurdên herêmê, nizanin ku wê çawa li dijî wan rabin. Edûlê pêşniyarekî dibe ji bavê xwe re û divê gazî Derwêş bikin û heta dibêje bila ji ciwanan re fermandariyê bike. Zor Temir Paşa vê pêşniyarê qebûl dike û ji Edûlê re dibêje ji Derwêş re nameyê binivîse. Edûlê di demeke pir zehmet de rê û rêbaz dide ber bavê xwe û li ser vê ji Derwêş re nameyê dinivîse û bang li Derwêş dike ku hem xwedî li evîna xwe derkeve û hem jî ji bo yekitiya kurdan şer bike. Piştî nameya Edûlê Derwêş tê û ji ciwanê kurd komekê ava dike, pêşengiyê dike. 
 
Di roja me ya îro de Destan bi qehremaniyên Derwêş tê vegotin. Lê sekna Edûlê ya li dijî bavê wê, bendewariya wê ya ji bo Derwêş, bi nameyê gazîkirin, biryarbûna jina kurd, hêza wê ya yekbûyî, xwedîderketina li evîna wê, her yek mijarên ku divê yekser dirêj dirêj bên lêkolînkirinê ne. Di vir de biryarbûn û xwedîderketina Edûlê li gorî şertên demî gelek girîngin. Edûlê qedere li wê hatiye ferzkirin qe bûl nekiriye, li gorî rastiyên jin û erdnîgariyê tevgeriyaye. Li dijî feodalbûnê têkoşîna xwe meşandiye, baweriya xwe ya bi yekitiya kurdan bi biryar meşandiye.
 
Dîsa di destana Binevşa Narîn ya li herêma Colemêrgê derbas dibe; (Wek desta Cembelî û Binevşê jî tê zanîn) Bînevş koçere, evîndarê kurê mîr, Cembelî dibe. Binevş û Cembelî dibin destgirtî lê kurê apê wê ku evîndarê Binevşê ye hewl dide pêşî li vê zewacê bigire. Şevekê Binevşê direvîne, bi zor dibe. Binevş her çiqas berxwe bide jî tiştek ji destê wê nayê. Kurê apê wê bi zor bi Binevşê re dizewice, Binevş kurekî dîne tinê, navê wî dike Cembelî. Di vê navberê de jî Cembelî li Binevşê digre û herî dawî dibîne. Derdikeve pêşberî Binevşê û biryar didin ku bi hev re birevin. Nîvê şevê dipên û Binevş bi Cembelî re direve. Li gorî hinek versiyonan, hevjînê Binevşê herduyan dibîne û şer dikin û hev dikujin; li gorî hinek versiyonan jî hevjînê Binevşê wan dibîne, Cembelî hevjînê Binevşê têk dibe û bi Binevşê re direve. Di vê destanê de jî em dîsa biryarbûna karekterê jinê, cesaret, piştî dibe dayik jî dest ji evîna xwe bernade, dibînin. Binevşa ku bi zor tê revandin, zewicandin, qedera jê re hatiye nivîsîn qebûl nekiriye. Dîsa di roja me ya îro de di hinek nirxandinên zayendperest de, Binevş wekê ku zaroka xwe hiştiye tê sûcdarkirin û heta aliyê jintiyê lêpirsîn dikin. Ev nirxandin, evîna wê, biryarbûna wê jinedîtîve tê.
 
Kes nikare behsa firandina van karekteran bike. Ev jin li mutfexan, li odeyên xemlê û li cihên din yên teng hatine hepskirin. Lê bawerî, hestên wan ew ji wan cihên teng xilas kirine. Van karekteran têkoşîn dane û reviyane. Hêvî û hestên wan teng nebûne. Ji ber nefiriyane, gazin nekirine, berovajî vê xwestine bifirin û encam çi dibe bila bibe berxwe dane. Lê bi nirxandinên zayendperest, gotinên negatîf jintiya wan nirxandine. Lê ev karekter jinên Kurdin û çi dibe bila bibe têkoşîna wan neqedyaye. Îro jî bi vê înat û biryarê, têkoşîna jinan bi her awayî didome. Silav ji jinên bêyî bask difirin…