Di alî ahlaqî de malbat û zayendî

  • 09:01 20 Tebax 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Zayend çiye? Em vê pirsê ji 50 kesên nêzî xwe bipirsin, bersivên destpêkê yên bên dayîn ‘Zêdebûne, qirêjiye, parvekirina evînê ye, hatina gel heve, şerme, gunehê mirovahiyê ye, ji rêderketine, ji bo mêr şerte, ji bo jinê ne şerte, aktîvîteyek bê nirx a mirovahiyê ye’ ne."
 
Fatma Koçak
 
Antropolog Evely Redd diyar dike ku teşeyê jiyana di klanên baviksalar a zayendî, hêmayek ahlaqî ya li ser xwedî partneriya zayendiye û teşeyê zewacê ya di civakên baviksalar de jî wek lihevkirinên dîtina partnera zayendî ya di navbera civakan de tê kirinê ye, bi nav dike. 
 
Evelyn Reed tîne ziman ku klana ku prototîpa malbatiye ne bi zayendê, bi karbeşiya xwezayî ava dibe û  pergala malbata dayiksalarî ya ewil wiha vedibêje;
“Mirov di destpêka avabûn û civakîbûnê de, ji bo pêwistiyên jiyanê hilberînin û ji bo xwe parastinekê ava bikin di navbera xwe de û bi jinan re bi hevkarî bi kedê hevkarî kirine û ev kirine yek ji rêbazên ferz yên pergala civakîbûnê. Ev ne tenê di zayendê de di neçîra xwarian, di rekabeta sewalan de û di pêşîgirtina şîdetê de jî wisa bû. Di destpêka jiyana mirovahiyê de, tişta bi tabuyên totema ku klan derxistiye holê, hebûn daye qezenckirin ev ferzkirina cot aliye. Asta pêşketina civakê ya ewil ku ji hêmayên têkiliya zayenî yanî zewacê pêk tê berovajî van taybetiyan bû. Di vê astê de hevkarên ku têkiliya zayendî tunebû, bi yekîneya ji dayik û birayan pêk tê, klana dayiksalar dest pê kir.”
 
Li gorî Evelyn ku behsa hebûneke ahlaqê ku civakê bi rêve dibe dike; ji bo zayendî bê jiyîn, bi sererastkirina nav klan re, malbat dikare bê avakirin lê  ji bo malbat yanî klan ava dibe, zayend ne şert e. Pirsgirêka esas, têkiliya navbera zayend û desthilatdariyê de ye û nokteya destpêka vê jî sazîbûna pergala baviksalare û di serî de bedena jinê hemû civak binpêkirine.
 
Zayendî di navbera tabu û hestê bê sînor de diçe û tê û di serdeman de dîrokek wê ya gelek dirêj heye. Bedena jinê û zayend wek du parçeyên ‘taybet’ û ‘cemawerî’ ji pergala binpêkirinê re hatiye vekirin û mêr jî bi rewşa lêgerîna hesta bê sînor kirine koleyên pergalê.
 
Li Yewnana Antîk, Demosthenes  2000 hezar sal derbarê mêran de, zayend û malbat û têkiliya wê ya bi desthilatdariyê wiha dibêje; ji bo hest û daxwazê xwedîyên fahîşe ji bo lênerîna rojane metres, ji bo malbat û tova qanûnî  xwedî jinan e.”
 
Li erdnîgariya em dijîn û di pergalan de em ji gotinên derbarê zayendê hatine gotin de derkevin rê, em dikarin hinek tiştan bidest bixin. Zayend çiye? Em vê pirsê ji 50 kesên nêzî xwe bipirsin, bersivên destpêkê yên bên dayîn ‘Zêdebûne, qirêjiye, parvekirina evînê ye, hatina gel heve, şerme, gunehê mirovahiyê ye, ji rêderketine, ji bo mêr şerte, ji bo jinê ne şerte, aktîvîteyek bê nirx a mirovahiyê ye’ ne.
 
Der barê ‘divê çawa bê jiyîn’
 
Zayenda ku di serdemên ewil yên dîrokê de hatiye ferqkirin û pîroz hatiye dîtin, hewcedariya wê xuyaye ku divê ji nêz ve bê şopandin. Di vê nokteyê de divê di nav du tiştên wekê ‘tabu’ û ‘zayenda bê sînor de’  neyê tengezarkirin û bi wêrekî zayend bê nîqaşkirin. Der barê mijarê de Abdullah Ocalan pêşiya nîqaşek felsefî vekiriye û ev gotinên wî gelek girîngin:
 
 “Zayeda ku herî zêde li ser tê axaftin û li ser bêdengî heye, ev hewcedariya ku xwe bi şîdet û daxwazek mezin dide hîskirin, fonksyoneke ku wek berdewamkirina jiyanê îfade dike û wek îspata hîmê herî xurt ya jiyanê ye. Lê divê wek bandora yekane ya berdewamkirina jiyanê neyê fikirîn. Belkî jî terza herî paşverû ya berdewamkirina jiyanê terza zayendiye.
 
Rê li teşeyên dewlemendtir yên jiyan û curebûnê vedike. Her wiha têkiliya zayendî ne tenê daxwazekê, hestek jiyanê, tirsa mirin, ya rast mirinê bixwe jî dihewîne. Her têkiliyek zayendî heta cihekî mirine. Hinek sewal piştî têkiliya zayendî dimrin. Wê demê têkiliya zyanedî rewşa herî parverû ya jiyanê û mirinê jî bibîr tîne. Zayendî çiqas veguhere hestên hezkirin û xweşikbûnê û bêjiyîn evqas nemir dibe.” 
 
Gotina dawî; malbata baviksalar her çiqas wek ‘nikare dest jê bê berdan’ bê nîşandan jî, pir hatiye axaftin, deşîfre bûye û veguherîna wê ferze. Lê mijara zayendî zêdetir hewce bi şîrove, nîqaş û vebûnê dibîne.