Konfederalîzma Ekolojîk

  • 09:01 30 Tîrmeh 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
"Konfederalizm di nav xwe de konsepteke ekolojîk e û rêxistinbûna ekolojîk e. Konfederalîzma demokratîk, komîte, konsey û gelek tiştên wekî wan hewldanên biçûk ên demokratîk di bin sîwana xwe de kom dike û ekosîtemek e.  Ekolojî nêzîkatiyeke ku dibêje her zindewar cihekî wan û nirxekî wan heye ye"
 
Enstutiyê Andrea Wolf
 
Mirovan, ji tovên ku nû çandin bigirin hat bi santralên komirê yên mezin û rezervên petorolê li gorî berjewendiyên civakên ku her çû kapîtalîst bûn û pêdiviyên civakan ku gerdûnî bûn hîn bûn ku xwezayê biguerînin. Êdî erdnîgariya emperyalîst, pirnetew, banka bê sînor tevgeriyan û ji bo ku hêza xwe mezin bikin, gerstêrk ji bo xwe kirin çavkaniya bê dawî û ji bo ku çîneke serdest ava bikin bi kar anîn.ç Texrîbkirina xwezayê jî ku bi destê mêran pêk hat di heman demê de serdestiya xwe li ser jinan jî ava kirin.
 
Bingehê ekolojiya civakî jî ew e ku azadiya jinê di nav xwe de dihewîne civakek ekolîjîk ava dike û vê qirkirina xwezayê vediguherîne. Konfederalîzma demokratîk jî bi awayê komun, konsey û komîteyan ji binî ve û van bi hev ve di warê herêmî û gerdûnî de kordîne dike û bi rêxistin dike. Ekolojî di Konfederalîzma Demokratîk de yek jî sê hêmanên girîng e. Herduyên din jî demokrasî û azadiya jinê ne.
 
Cihê êkolojiyê di Konfederalîzma Demokratîk de 
 
Ekolojiya civakî, bi qasî jineolojiyê, civakê û xwezayê û hemû hevparên wê yek dibîne. Civak xweza û mirov ji hev ne qut in.  Dijberê wê em dikarin bibînin ku jiyana kesan a rojane bi têkiliyên zexm dikare bê biteşekirin. Di civaka ku navenda wê jin e de xeza wekî nesne nayê dîtin, parçeyek ji me ye û em jî parçeyekî wê ne.
 
Konfederalizm di nav xwe de konsepteke ekolojîk e û rêxistinbûna ekolojîk e. Konfederalîzma demokratîk, komîte, konsey û gelek tiştên wekî wan hewldanên biçûk ên demokratîk di bin sîwana xwe de kom dike û ekosîtemek e.  Ekolojî nêzîkatiyeke ku dibêje her zindewar cihekî wan û nirxekî wan heye ye. Azadî dikare bi yekitiya hemû zindewaran pêk bê. Ger ku ev nebe nabe. Mînak; faşîzm  nikare bibe ekolojîk. Şoreşa Rojava bingeha xwe ji ekolojiyê digire.  
 
Divê em çi bikin û ji ku destpê bikin?
 
Ji bo jiyaneke ekolojîk û civakek ekolojîk, têkoşîn, dema ku dikeve bin zextan li ser rûyê erdeê hebûna xwe ispat kirine. Ev têkoşîn bi piranî li dijî kolonîkirina erdnîgarî û gelên ser wê erdnîgariyê berxwedanek e. Mînak Vîa Campesîna li Amerîkaya Latîn tevgereke serestiya xurekê ye. Ji her aliyê cîhanê bi milyonan gundiyan, cotkaran, kesên ne xwedî ax, ciwan û jinên li bejahiyê, gelê xwecihî , koçber û kedkarên çandiniyê tîne gel hev. Jin dibin parêstanê çandiniyê di hemû kampanyayên tov de li pêş cih digirin. Ew parêstvanên axê ne. Jin ji  ber ku li hember pergala heyî derdikevin ji bo kapîtalîzmê zextek mezin in.
 
Gundê Jinê Jinwar ê li Rojava îfadeya azadiya jinê ye. Jinwar qadeke jiyanê ya azad û hevpar e. Danîna têkiliya di navbera jinê û xwezayê de bi xwe şoreşek e. Li vir jiyaneke pirrengî û pirçandî heye. 
 
Em çawa dikarin Konfederalîzmeke Ekolojîk ava bikin?
 
Li gotina Abdullah Ocalan mirov di ferqiya xwezaya xwe de ye. Loma em dizanin em ê çawa li dijî texrîbatên ekolojîk çareseriyê bibînin.
 
Niha peywira me ew e ku em li dayika axê vegerin. Em bi hev re dikarin jiyanake nû û xweş ava bikin. Ji bo avakirina Konfederalîzmeke Ekolojîk em dikarin têkiliyan bi alternatîfên ekolojîk xurt bikin û kooperatîk û projeyên cotkariyê pêş bixin. Loma di vê qadê rêxistinkirina bi hev re jî girîng e. Ev gavên piratîk in. 
 
Ji bo kapîtalîzm, hilweşandina ekolojîk, zextên li ser jinan li Rojhilata Navîn bi dawî bibin pêdivî bi neteweyeke demokratîk, xweparastinê heye. Ev di heman demê de bidawîkirina mêtingeriya li dijî ekolojiyê û şer e. Dema em wek jin xwe baş birêxistin bikin ne tenê di qada ekolojiyê de em ê di her qadê de bi hêz bibin. Di em di her qadên jiyanê de zihniyeta baviksariyê ji holê rakin. Çimkî çewisandina me çewisandina xwezayê ye. 
 
Divê em hem xwe perwerde bikin hem jî zêde bixebitin. Ji bo em beşdarî civaka demokratîk bibin û dewletên kapîtalîst li dû xwe bihêlin divê em vana bikin. Îhtimaleke mezin em ê li dû nemînin.