Di navbera zimanê akademîk û zimanê civakî de

  • 09:03 9 Tîrmeh 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Bêguman divê zimanê akademîk demokratîk bibe. Lê mijara ku ev divê çawa bibe demokratîk, girîng e. Ev bi hêsanbûnê, bi hêsanfêmkirinê nabe. Min li jor jî got a hêsan tê fêmkirin bi giştî qada lihevkirina civakî ya kapîtalîst û pozîtîvîzmê ye. Ji ber vê jî divê qada pisporbûnê bê afirandin.  Divê akademiya rexnegir bêyî tavîz bide û bikeve vegotinên serdestiyê, xwe bimeşîne
 
Nazan Ustundag
 
Dema zimanê akademîk tê gotin herî kêm du zimanên cuda tên hişê min. Yek zimanekî sterîl û tê fêmkirin ê ne  zehmet, zimanekî pozîtîvist e. Ev ziman xwe li ser hinek nirxandin û tespitkirina têkiliyan heyî dike. Ji kûrkirina nêrînê wêdetir, curebûn, pircivakîbûnê, biçûk dixîne û  vedibêje. Di esasê de zimanê pozîtîvîst û zimanê civakî yê kapîtalîzmê afirandiye gelek caran dişibe hev. Her du jî di alî dîrokê de cihê mêr û kirdebûna mêr esas digire û bi hevkariya ziman vê belav dike.
 
Ez mînekekê bidim:Pêşdarêzên civakî wê bêjin ku perwerde, şîdeta li ser jinê kêm dike. Ger em biçin pîvanek hejmarî ya xwe dispêre têgeha pozîtîvîst, em dikarin vê bi zanistî jî tespît bikin lê zimanekî ku pozîtîvîzmê derbas dike, dikare bikeve pêş pêşdarazên civakî û jiyana rojane, ji gotinên der barê wê jiyanê dûr bikeve û  tişta hîna  nehatiye danîn, derxe holê. Mînak kesên perwerdekirî yên di vê hewldanê de teşeyên cuda yên şîdetê kifş kirine; bi hevkariya van pêşdaraz û tespîtan nîşan dane ku çîn çawa hatine zayendkirin û zimanên nû yên wate daye tecrube û cîhana jinan, hilberandine.
 
Bêguman divê zimanê akademîk demokratîk bibe. Lê mijara ku ev divê çawa bibe demokratîk, girîng e. Ev bi hêsanbûnê, bi hêsanfêmkirinê nabe. Min li jor jî got a hêsan tê fêmkirin bi giştî qada lihevkirina civakî ya kapîtalîst û pozîtîvîzmê ye. Ji ber vê jî divê qada pisporbûnê bê afirandin.  Divê akademiya rexnegir bêyî tavîz bide û bikeve vegotinên serdestiyê, xwe bimeşîne.
 
Dema zimanê akademîk di qadên civakî de bi mecbûriyeta fikirandinê re bê rû hev, li gorî min bêyî ku tavîzê bide fikra komplîke dikare bê lêkolînkirin. Divê pratîka fikirandina akademîk ji civakê serbixwe pêk bê û di demeke kurt de bêyî ku fikarên ‘fêdeyê bide’ bihewîne qadeke azad be. Lê divê bi rêk û pêk bi zanîna civakê re bê rû hev û biguhere, biguherîne.
 
Di esasê de zimanê di akademiyê de tê bikaranîn û bi giştî bi nivîskî tê avakirin, ji navîna salên 1980’ê şûnde bi awayekî cidî hatiye rexnekirin. Hatibû îdiakirin ku ziman ne alaveke ku zanînê bide nîşandan û  di encama lêkolînekê de hatiye bidestxistin. Divê wek pergaleke ku heqîqetê nîşan dide bê destgirtin û hatibû îdiakirin ku zimanê di akademiyê de tê bikaranîn di vî alî de zêde mehsûn e. Ev rexne ku ewil di dîsîplîna antropolojiyê de derket holê û piştre bandor li ser qadên civakî kir, nîşan didan ku zimanê ku akademîsyen bi kar tînin di hiyerarşiyên diyarkirî de hatine bicihkirin. 
 
Di vê mijarê de jî mijara herî zêde dihat nîqaşkirin ev bû: Ger em dest  ji taktîkên zimanê ku zanistê hildiberîne berdin û kirdebûna xwe qebûl bikin zanîna me hilberandî tê çi wateyê? Mînak  sînorê di navbera zanîn û wêjeyê de hatiye danîn gelo tenê sînoreke tenê ziman tê avakirinê ye? Bi gotineke din çîrok, otobiyografî yan jî zanista civakî ya xwe dispêre lêkolîneke qadê  dikare berheman ji hev bide alî? Ev tenê zimanên cuda yên vegotina heqîqetê nînin gelo? Wê demê ji hev girtin û dayîn çima ne rast e? An jî parastina sînor a di navbera wan de fêdeya wê ji kê re heye? Hinek dibêjin ku sînorê di navbera zanista civakî û wêjeyê de tenê wek avakirinekê ye û dibêjin heqîqet di esasê de tenê dikare wêjeyî be. Van nîqaşan  di metodolojiya zanista civakî de, pîvanên nû ava kir.
 
Di pêncesalên dawî de hêza yekemîn a veguherîna ziman pêk aniye  ji aliyê akademîsyenên muxalîf ve bi hêza damezrîner a heqîqeta ziman ve hatiye fêmkirin û anîne rojevê, ji bo guherîna zimanê akademîk zexta polîtîk û têgehî ava kirine. Ji navîna salên 2000’î şûnde di piyasaya kar de, di gera wergerî de, perwerde û teknolojiyê de bi pêkhatina guherînên bi zanîna akademîk re tevgerên civakî hatin gel hev. 
Pêkan e ewil em vê bêjin; her çiqas  pergala ku pevçûnên wê yên civakî hene, bê rexnekirin jî-her ku sektora civaka sivîl mezin bû, wek bandora wê ya pêvek têgehên akademîk di civakê de bikaranîn, girîngî qezenc kir. Em li Tirkiyeyê mînak bidin, di mijarên hiş, edaleta dema derbas bû yan jî bi paşerojê re hatina rû hev de,  saziyên civaka sivîl bi akademiyan re di navbera qada civakî de pireke girîng e.  Tişteke wek vê di têkoşîna femînîzm û ekolojîk de jî tê dîtin. Di civakên sivîl de di akademiyan de mirov gelek zêde ne. Xwendekar û kesên li saziyên civaka sivîl û li zanîngehan dixebitin di heman demê de di tevgerên civakî de jî rolên girîng digirin.Li Tirkiyeyê  Gezî, li Yewnanîstanê, Îtalya, Ispanyayê tevgerên anarşîst, li Rojhilata Navîn tevgerên Qadê, bi hevkariya kesên mijara gotinê, têgehê pir nû hatin hilberandin. Me şahidiya vê kir. 
 
Di vê pêvajoyê de bêguman piştgiriya wergerê jî divê li ber çavan bê girtin. Di 20 salên dawî de gelek weşanxane bi saya wergerên dikin, belavbûna zanînê pêkan kir. Bi taybet nivîskarên çapemeniya azad û rojnameyên muxalîf zêde bûn û gelek têgehên van pirtûkên hatine wergerandin bi lez belav bûn.
 
Gelo ez çima van mînakan didim? Ji bo vê, tiştên ku rastbûna yekane a ziman xera dike û wê girantir dike, anîna hember hev e. Ev ji bo zimanê akademîk jî ji bo zimanê civakî jî derbasdar e. Ji bo qada zimanê akademîk tune nebe bi trafîkek zêde ya bi ya civakê re hatine rû hev pêkan e. Ez ji tevgera kurd bi mînakekê bi dawî bikim. Di tevgera kurd de gelek têgehên ez fêr bûme hene. Ji derveyê tevgerê fêmkirina van têgehan ne hêsan e. Lê bi saya anîna hember hev fêmkirina van têgehan hêsan e.  Mînak têgeha ‘îradebûnê’  di kurdî de ‘xwebûn’ bi têgehên ji akademiyê tên her ku bê axaftin, wateyên wan zêde dibin û kûr dibin. Mînak ev dikarin bên hember hev û belavbûna wan a zanistî zêde bibe, bandora wan hîn bêtir mezin bibe.