Zimanê Ezop, ne zimanê Xwebûnê ye 2021-09-17 09:03:01   "Li cihên ku zîhniyeta wekhev, demokratîk û azadîxwaz bê pêşxistin li wir xwebûna mirovan tê afirandin. Mirovên ku li ser kok û xwebûna xwe pêş bikeve li wir cudahiyan û dewlemendiyan jî dihewîne. Cudabûnê red dike. Zimanê jiyana azad bêguman azadiyê dihewîne. Di vê jiyanê de ruhê ziman jî û ew bixwe jî azade."   Zohre Bozaci   Di lîteratora siyasîde uslubeke ne hêsan ya tê îfadekirin wek zimanê Ezop tê venasîn. Têgeha zimanê Ezop, xwezayê ji bo mirovan wek çavkaniya çîrokên îbret digire dest. Ya ku Faban wek cureyê wêjeyê dertîne pêşberê me, Ezopin. Nayê zanîn ku Ezop tê jiyîn an na. Ezop rexneyên der barê serdest û desthilatdariyan de bi diyalogên navbera sewalan de vedibêje. Çîrok û Fablên bi vê rêbazê tên vegotin hinek peyaman dihewîne. Ev peyam jî nayê zanîn ji kê re tê gotin, ne diyarkirî dimîne. Kî bixwaze çawa fêm bike wisa fêm dike. Zimanekî sergirtî diafirîne. Tê wateya ‘ez aşkera nabêjim lê hun fêm bikin’. Zimanekî ne aşkera û zelale. Di zimanê Ezop de îfade û wate windaye, her wiha dinavbera civakê de jî qûtbûna têkiliyê diafirîne.    Zimanê serdest alternatîfa xwe tu car qebûl nake, tune dihesibîne, asîmele dike   Desthilatdariya zordar, tolatîler û otorîter, ji bo rewabûna xwe serdest bike, civakê dike bin serdestiya xwe û bi vî awayî birêvebirinê esas digire. Gelo vê çawa dike? Ji bo bigihêje hedefa xwe otorîta xwe dide qebûlkirin, kalibên zîhnî û tevgerî ferz dike û di avakirina cîhana tevgeran de jî bandora herî girîng ziman dibîne û planên xwe dike. Zimanê zextxwir û totalîter bikar tîne û  çanda siyasî dimeşîne û berdewama xwe armanc dike. Zimanekî serdest yê ku civakê li gorî desthilatdariyê bi teşe dike, bikar tîne. Zimanê muxalefetê yê li dijî vê jî bi naveroka parastin û mexduriyetê pêş dikeve. Ev terz teşeyê bikaranîna zimanê Ezop e. Desthilatdarî di pêvajoyên faşîzan ya ava dikin de zimanê ku bikar tînin, wekê ku muxalîf, demokrat û şoreşger zext û binpêkirinê dikin, nîşan didin. Zimanê Ezop yê muxalefet jî bikar tîne, nêrîna ku deshtilatdarî dixwaze ava bike, xurt dike.   Di civakên bindest de zimanê jin û mêr   Li cîhana ku çanda serdest ya mêr a 5 hezar salî serdeste, di civakan de hebûna jinê daxistine asta herî jêr. Yanî tiştekî aydê jinê tune. Jina kole, her tim ji bo rehetiya jiyana mêr tê gîhandin. Jin jî vê rol û mîsyonê bixwe re heyî dikin. Wisa li ser xwe heyî dikin ku heta mirinê jiyana koletiyê li ser xwe hîs dikin. cihê heyî yê jinê, bandor li ser zimanê bikar tîne jî dike. Dema fik, nêrîn û hestên xwe bixwaze ku bîne ziman, li şûna ku xwe aşkera bîne ziman, sergirtî îfade dike. Li şûna zimanekî bi dijûn û nebaş, kîbar û nerm diaxive. Dema di mijarekê de nerehet bibe an jî hêrs bibe, nifiran dike, dike miy miy, gilî gike, gazinan dike. Ev zimanê neçareseriyê ye. Lê mêr di rewşên wisa de heta ji dilê wan tê diqîrin; dijûnan dikin. Zimanekê nebaş bikar tînin.   Li Kurdistanê, tevî ku mêr hatiye kolekirin û rastî xezaba şaristaniya dewletî hatiye jî, xezaba rastî hatiye li ser jinan zêdetir didin jiyîn. Jinên Kurd, tînin asta koleya koletiyê. Heta mal û mulkê koleye. Zimanê mêr serdeste. Di vî zimanê tê bikranîn de jin li dijî mêr cuda tê dîtin, biçûk tê xistin û bê nirx tê dîtin. Zimanên ku jin bikar tîne, bêbawerî, bêdengî, tirs û gazinê bixwe re tîne. Taybetiyên hatin vegotin di heman demê de taybetiyên zimanê Ezop e. Zimanê jina ku dike asta koleya koletiyê, nêzî zimanê Ezop e. Di rewşa heyî de li gorî ku ev zimanê jin bikar tîne ne aydê wê ye,  çawa, jiyan û ziman aydê wê ye, dide qezenckirin? Ocalan di vê mijarê de dibêje ‘Divê jin tenê û tenê bibe xwebûn. Heta divê bizane ku xwediyê wê ew bixwe ye’. Ji bin serdestya mêr derketin û ji mal û milkê mêr derketin ancax bi îradeya ku jin gihiştiyê pêkane. Xwebûn, tê wateya rabûna ziman, zayendperestiya civakî.    Alternatîfa zimanê Ezpo, zimanê azadîxwaze   Di hewirên wekhev, demokratîk, adîl û azad de çima hewcedarî bi bikaranîna zimanê Ezpo hebe! Li cihên ku zext û binpêkirin tunebe, fikra azad û zimanê azad dertê holê. Di rewşa ku zimanê Ezop bê bikaranîn de pêşî li van tê girtin. Pêşî li çareseriyê digire. neçareseriyê diafirîne. Di hawirên ku nîqaşên azad bên meşandind e ziman û terzek hevpar tê afirandin.   Li cihên ku zîhniyeta wekhev, demokratîk û azadîxwaz bê pêşxistin li wir xwebûna mirovan tê afirandin. Mirovên ku li ser kok û xwebûna xwe pêş bikeve li wir cudahiyan û dewlemendiyan jî dihewîne. Cudabûnê red dike. Zimanê jiyana azad bêguman azadiyê dihewîne. Di vê jiyanê de ruhê ziman jî û ew bixwe jî azade.    Zimanê azadiyê, zimanê civaka azad, jina azad û mêrê azad e. Zimanê jin û mêrên ku dil û mêjiyên wan bi agirê azadiyê dişewiteye. Berovajî taybetiyên zimanê Ezop e. Bi kok û rastiya xwe re rûhev hatin, xwebûne. Wek civaka xwezayî, zimanê azadî û heqîqetê ev e.