Hebûnek dîrokî zarok û zarokatî 2021-09-03 09:06:05     "Ji civakên klan heta cîhana modern ya roja me ya îro, zarokatî di alî pozîtîf de, her diçe nabe têgeheke binirx û girîng. Di hinek deman de rastî zext û binpêkirna cidî hatine, hinek deman de azad bûne. Karkeriya zarokan bi awayekî herî hov bi sanayibûnê hatiye jiyîn. Îstîsmara zarokan, fuhuş, bazirganiya zarokan pirsgirêka herî cidî ya roja îro ye. Ev pirsgirêk ji sanayîbûn, polîtîkayên neolîberal, kapîtalîzm û malbatê serbixwe nîne."   Şenay Garîp   Zanistê têgeha zarokatiyê serder kiriye, pirsgirêkên temenê gihiştî de jî bi jiyana zarokatiyê ve girê dide. Têkiliya bi dayikê re ku sê salên ewil lêgerîna zarok dike gelek girîng e.  Paqijkirina zarok, zik têrkirin, germkirin;  hesta baweriyê û hebûna kes teşe dike.    Hewcedariya mirovan bi vê ne sînore; Di vê demê de baş xwe xuyakirin girîng e. Kenê dayikê ya ji zaroka xwe re, îfadeya rû, nîşandana hestan, ji bo pêşeroja zarok a avakirina têkiliyan pir girîng e. Zarokên eleqeyek baş nebîne dikare bêbawerî bijî. Dema hewcedariyên zarok tê dayîn, ya ku li zarok dinêre, hestên wê derbasî zarok dibe. Dayik beyî ferq bike hestên xwe derbasî zarok dike. Mînak mijandin; ligel hewcedariya xwedîbûnê, hewcedariya temas, hezkirin, germahî, ewlehî, qebûlkirinê jî çareser dike. Di 1944’an de di cerebandineke bi xof ya li DYA’yê hatiye, nîvê 20 zarokên nû hatine dinê ku hewcedariyên wan yên fîzyolojîk hatiye kirin, lê qet dest nedanê, çend mehan şûnde jiyana xwe ji dest dane. Temas, têkilî, hezkirin, qebûl; ev kêmasî ji bo zarokên hatine dinê ferze. Bi qasî xurekên xwarinê ferze.   Di pêvajoya dîrokî de barê lênerîna zarokan de têkiliya navbera zarok û dê de çawa pêş dikeve nêrîn û texmînên me hene, lê em ne xwedî agahiyên teqez û zelal in. Serdestiya mêr dibe ku bi serdestiya bav teşe bûye. Ji bo jinekê anîna zarokekê rewşeke xwedavendî bû û jinê digot qey vê bi tena serê xwe dike. Jina dayik pîroz bû. Ji bo pîrozbûna dayikê ne ev tenê, zarok tenê yek ji berhemên jinê bû. Kedîkirina sewalan, xwedîkirin, çandina tov, hêrandina genim, hevîrkirin, wek xwedîkirina zarok bû. Bêguman ev hemû bi hesta nezaketê û giştî kiriye. Rumeta her hebûnê parastibû, bi hîkmeta hebûnê bawer kiribû.  Zarok ya her kesî yanî ya tu kesî bû. Wek genim di jiyanê de, bi qasî wê zindî û bi rumet bû. Ev hemû bi sînorên xwezayê pêk dihatin. Yanî nehatibû tengezarkirin û sînorkirin. Bi heman awayî; hebûneke ku evqas hewcedarê tiştane, şîr jî ji yek kesî nedipa. Yanî girîng bû ku hebûna kes ji merhameta yekî re neyê hiştin. Zarok ne navend bû. Navend tunebû. Bihûşt ne di bin lingê dayikan de bû, bihûşt jiyan bixwe bû, tevlibûna jiyanê bû. Di jiyanek wisa de ne pêkanbû ku behsa patolojî, nexweşiyên ruhî bê kirin. Ji ber ku lênerîna mirovên ku hebûnek kême, ji yek kesî re hiştin, encamên patolojîk derdixist holê.  Jiyana rojane di jiyana malbatî de sînorkirin, zarok ji xweza û civabûnê qût kiriye. Têkiliya dayik-pitik; tengezarkirin, di bin zextê de hiştin, têkiliyeke ji patolojîkbûnê re vekiriye. Li aliyê din jî ev têkilî û pîrozkirina malbatî; kes li qebûlkirinê ferz dike û dike qurbana malbatê. Di civakên xwezayî de têkiliyên civakî nehatibûn sînorkirin, mulkiyet û mahremî tunebû, her çiqas mirinên pitikan zêde bin jî jiyana zarok serbixwebû, başbû. Gelek girîng e ku piştî ku mêr rola xwe ya ku di çêbûna zarok de ferq dike, bandorek çawa li ser jiyana zarok çêbûye, bê lêkolînkirin û ev di alî dîroka zarokatiyê de girîng e. Ji ber ku nokteya ku hesta desthilatdarî û mulkiyetê xwe digihêjinê, mexdura ensestê ye lê yên ku bêdeng diminin û ditirsin zarok in. Lêkolîner û pisporên di vê qadê de dixebitin diyar dike ku li cihê desthilatdarî û hiyerarşî heye îstîsmar heye. Malbat em têde dijîn jî kesayeta me bi teşe dike, di asta makrode dikare veguhere atmsoferek siyasî. Karkeriya zarokan, bazirganiya zarokan, cînayet, îstîsmar, zarokên neçarî koçberiyê tên kirin, zarokên sûc lê tê ferzkirin, ev pirsirêk ji malbatê serbixwe pêk nayên.   Ji civakên klan heta cîhana modern ya roja me ya îro, zarokatî di alî pozîtîf de, her diçe nabe têgeheke binirx û girîng. Di hinek deman de rastî zext û binpêkirna cidî hatine, hinek deman de azad bûne. Karkeriya zarokan bi awayekî herî hov bi sanayibûnê hatiye jiyîn. Îstîsmara zarokan, fuhuş, bazirganiya zarokan pirsgirêka herî cidî ya roja îro ye. Ev pirsgirêk ji sanayîbûn, polîtîkayên neolîberal, kapîtalîzm û malbatê serbixwe nîne.   Efendiyê civakê dewlete, efendiyê malê jî bavê ku bi zîhniyeta dewletê tevdigereye. Ji ber vê jî ev pirsgirêkên sereke yên malbatê ne. Her cureyê şîdeta li malê ya li hember zarok encama kapîtalîzm û serdestiya mêr e. Û dîsa zarok herî zêde li malê rastî şîdetê tên û dibin şahidê şîdetê. Zarok; hebûnên kum af û îradeya wan hene ne. Wek parçeyeke giştî nû nû tê qebûlkirin. Zarok; wek kesên bê parastin, bêguneh dîtin zirarê dide wan. Ji parçeyê giştî derdikeve, dibe xezîne, sedema jiyana malbtî û îradeya zarok tune tê hesibandin. Lê zaroka ku perwerda tuwaletê dîtibe, dema ku binê xwe şil bike wekê ku li dijî xwezayîbûnê ye, berxwe dide. Hewl dide ku bêje hinek tişt di rêde naçe. Zarok bi vî awayî hewl dide dengê xwe bide bihistin.   Zanista psîkolojiyê, di alî ku em xwezaya zarok fêm bikin de gelek girîng e. Ligel vê hewcedarî bi nêrîn û çareseriyeke ku di malbatê de nayê sînorkirin, hebe. Zarok bi potansiyekele asta jor a mêjî de tê dinê. Lê ev wan nake efendî, dike parçeyek gerdunî ku; mirov bi her halê xwe kême. Hem her mirovek û hem jî hemû mirovahî di lêgerîna heqîqetê de, zarok û mirovan dibe cihên din. Her du  têkoşîn jî zor û polîtikin.