Civaka xwezayî û nêrîna jinê ya li hember çandê 2021-06-18 09:03:31     Di qada muzîk û hunerê de ku di roja me ya îro de bandorek wê ya mezin li ser civakê heye, divê her tim faliyet bên kirin û her tim bi jinan re ligel hev bin. Ji bo bi jinan re bên gel hev, rêxistinbûna jinê bê pêşxistin; xebatên çand û hunerê zemîneke gelek bi nirx e. Ji ber vê jî divê faliyetên qada çandî ya bandora wê gelek li ser civakê heye, bên zêdekirin   Evîn Tîryakî   Mirovajî ji serdema îlkel heta îro gelek ast derbas kiriye. Beriya Zayînê di navbera salên 8000-5000’î de serdema neolîtîk dest pê kiriye û di alî dîroka mirovahiyê de xwedî cihekî girîng e. Mirovahiyê debara xwe bi neçîrvanî û komkirinê derbas kiriye; neçîrvanî û komkirin, piştre cihê xwe ji çandinî û sewalkariyê re hiştiye. Di civaka xwezayî de kes ji kesî ne bilindtir e. Di navbera jin û mêr de wekhevî heye.    Jin bi berhevkariya xwe zêdetir derketiye pêş, mêr bi neçîrvaniyê derketiye pêş. Dema mirov li rewşa jinê ya wê demê dinêrin, ji çandiniyê bigirin heta kedîkirina sewalan; ji starbûnê bigire heta hekîmtiyê rolek mezin dilîzin. Her wiha jin bi welidînê jî pîroz tên hesibadin.   Her dema mehane ya reglê ya jinê, li gorî tevgerên mehê dîtina reglê ji aliyê mêran ve bal kişandiye û eleqe dîtiye. Jin her tim wek deriyekî ku jiyanê pêk tîne û didomîne hatiye dîtin. Jin wek sembola bereketê hatiye destgirtin. Dema mirov li dema neolîtîk dinêrin, mirov bi peykeran vê baş dibînin, di fîguran de, mezinbûna pêsîr û kulîmekên jinê, welîdîn û jiyanê temsîl dike.   Piştre, mêr hêza neçîrvaniyê ferq dike û vê hêzê li ser jinan bi kar tîne. Jin hêdî hêdî tê xistin û piştre ji ber sînorên axê, bi destpêkirina şer re mêr di vir de rolê digire ser xwe. Lê bi demê re, bi milkê taybet, cudahî û bandora ol re, zext, binpêkirin û newekheviya zayendê derte holê û di vir de jin di statuya xwe de ketinek mezin dijîn. Jina ku berê pîroz dihat hesibandin, vê carê hespê malê dibe û ji teşeyê jiyana jinê bigire di her qadê de rastî mudaxaleyê tê. Jin bi giştî dibe wek metayê û di bazaran de tê firotin. Mafê gotinê ya jinê ji dest tê girtin û bi qelend tên firotin. Di çapemeniyê de wek alava reklamê tê bikaranîn, di televîzyonan de bedena jinê ji bo zêdekirina reytîngê dertê pêş. Di civaka serdest de,  divê rolên jin û mêr ên hatine afirandin, bê guherîn û  ji nû ve rolên rast pêk bên. Beriya her tiştî divê li dijî sektora ku jinê biçûk dixe wek meta bi kar tîne (reklam, rêzefîlm), bê teşhîrkirin, protestokirin û li dijî vê têkoşîn bê dayîn. Divê hişmendiya civakî bê xurtkirin, ji nû ve derkeve holê û bermahiyên dema neolîtîk baş bên lêkolînkirin û ji nû ve derkevin holê.   Di qada muzîk û hunerê de ku di roja me ya îro de bandorek wê ya mezin li ser civakê heye, divê her tim faliyet bên kirin û her tim bi jinan re ligel hev bin. Ji bo bi jinan re bên gel hev, rêxistinbûna jinê bê pêşxistin; xebatên çand û hunerê zemîneke gelek bi nirx e. Ji ber vê jî divê faliyetên qada çandî ya bandora wê gelek li ser civakê heye, bên zêdekirin. Ji ber ku çand teşeyên jiyana civakî û qalibên fikrî dihewîne. Divê xwedî li van nirxan bê derketin û ew derkevin holê.   Jin çandê dide jiyîn û dibe pêşerojê. Di roja  me ya îro de dema mirov li pergala kapîtalîst dinêrin, yên heqîqetê bi me dide bibîrxistin dayikên me ne. Ji ber ew jinên ku li dijî pergala kapîtalîst têk neçûne û li berxwe dane ne. Ev jî vê nîşan dide ku dayik, hîna jî çanda xwedawendiyê diparêzin û dibin pêşerojê.