'Qeyrana aborî ne di rojeva desthilatdariyê de ye'

  • 09:03 4 Îlon 2022
  • Ked/Aborî
 
Sema Çaglak 
 
ŞIRNEX - Heybet Tuncay 30 sal in kare dirûtinê dike ji bo jinan dikana xwe veguherandiye qada îstîhdamê. Heybeta ku ji qeyrana aborî bi bandor bûye hewl dide ku li ser piyan bimîne got: "Qeyrana aborî ne di rojeva desthilatdariyê de ye."
 
Qeyrana aboriyê ya ku bandorê li tevahiya civakê kiriye, êdî welatî nikarin hewcedariyên xwe yên rojane jî pêk bînin. Yek jî wan Heybet Tuncay a 53 salî ye. Heybet li navçeya Silopiya Şirnexê dijî û 30 sal in bi kare dirûtinê debara xwe dike. Lê Heybet jî di bin bandora qeyrana aborî de maye û nêrînên xwe ji ajansa me re anî ziman. 
 
Heybeta ku hem debara xwe bi dirûtinê dike û hem jî ji bo jinên navçeyê qadeke îstîhdamê vekiriye. Heybeta ku 30 sal in bi karê dirûtinê re mijûl bûye, ligel zehmetiyan bûye xwedî li tecrûbeyeke mezin. Heybet hemû makineyên dirûtinê bi keda destê xwe kiriye û heta îro hatiye astekî niha ji ber qeyrana aborî rojên xirab dijî. Heybet niha hewl dide ku li ser piyan bimîne.
 
‘Ji bo jinan qada îstîhdamê ava dikim’
 
Heybet, diyar kir ku ne tenê ji bo xwe ji bo jinên din jî qada îstîhdamê afirandiye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Niha di dikana min de 9 jin dixebitin û ez perwerdeya dirûtinê didim wan jinan. Jinên ku li vir dixebitin dewlet perê wan dide. Lê belê bê sîgorte û bê pîrîm dixebitin. Gelek jin dixwazin bên li cem min bixebitin lê mixabin ji ber ku dukana min biçûk e derfetên min jî kêm in ez kêm jinan digirim li cem xwe. Heke derfetên min hebin ez dixwazim perwerdê bidin gelek jinan." 
 
‘Fîstanek 170 TL ye û nikarim bifroşîm' 
 
Heybet, balê kişand li ser qeyrana aboriyê û diyar kir ku êdî qumaşa fistanekê ku 15 TL’yan dihat çêkirin niha bûye 50 TL û got: “Bêguman qeyranek mezin heye û em jî para xwe jê digirin. Aliyê dayîna fatûreyan de zehmetî dikşînin. Bi taybetî jî fartureyên ceyranê de gelek zehmetî dikşînim. 3 sal berê kare me baştir bû, têra me dikir. Niha gelek cudahî çêbûye. Em fistanekê ji 150-170 TL’yan de difiroşin. Bihayê qumaşa fistanekê 50 TL ye lê ev ji muşteriye re gelek giran tê. Xizanî her diçe girantir dibe û ligel vê bêkarî zêdetir dibe. Gelek jinên ku hevjînê wan jiyana xwe jidest dane û yê ku bi tena serê xwe hewil didin ku debara xwe bikin hene. Lewra jin di vî pêvajoyê de gelek pirgirêkan re rûbirû dimînin. Jinên ku li dikana min de perwerdê dibînin piraniya wan jî jinên wisa ne û ji bo ku debara mala xwe bikin li ber xwe didin."
 
‘Ji ber qeyranê gelek kes diçin bajarên metropolan’
 
Heybet da zanîn ku ku êdî ji ber qeyranê kes nikare bijî û wiha axivî: "Êdî gel di rewşekê şerpeze de ne û nizanin çi bikin? Li vî welatî qeyrana aborî ne rojeva sereke ya desthîlatdariyê ye. Qadên îstîhdamê nîne. Hem ji bo jinan hem jî ji bo mêran. Danûstandinên xwe yên sereke jî nikarin bistînin. Di nav malekî de 10 kes hene û ji wan tenê kesek an jî 2 kes dixebitin. Rewş gelek xirab e."
 
'Ez ê li ber xwe bidim'
 
Heybet, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa jinan: "Ji qeyrana heyî bêtir jin bibandor dibin. Ji ber ku jin ji malê berpirsyarin. Loma ji ber qeyrana aboriyê hem rastî tundiya derunî hem jî yê fîzîkî tên. Gelek jin hene dixwazin bixebitin. Lê ne fabrîkayek heye ne jî cihekê din. Ji ber vî qeyranê gelek kes diçin aliyê rojavayê Tirkiyê û metropolan. Heya niha bi dehan esnaf deriyên xwe girtine. Yê ku mane jî li ber xwe didin ku neyên girtin.”