Kes ji pembûyê ku hatiye rakirin beramberê keda xwe nagire 2018-10-21 09:26:45   ŞIRNEX - Serdema pembû yê ku çavkaniya herî girîng a Şirnexê ye, berhevkirina wî hat destpêkirin. Meryem Okur a ji bo komkirina pembû hatiye wiha dibêje: “Ne em ne jî xwediyên pembû heqê keda xwe nagirin.”   Serdema berhevkirina  pembû ya li Şirnexê dest pê kir. pembû çavkaniya debara gundiyên kontara Cudî ye. Bi taybet jî jin li ser erdên pembû dixebitin. Jinên li ber avê rûyê xwe girtine û pembu berhev dikin diyar dikin ku ew heqê  keda xwe nagirin.   ‘Em beriya roj hil bê şiyar dibin û tên vir’   Jina bi navê Meryem Okur diyar dike ku ji ber hevjînê wê ji kar hatiye derxistin, cara yekem ew hatiye komkirina pembû û diyar kir ku krîza aborî bandor li ser her kesî kiriye. Meryemê ev tişt anî ziman: “Zarokên min li malên ne. Ez ji bo wan têm vir. Ez cara yekem têm. Sibehê saet 5’an de em radibin û 6’an de em li virin. Heta êvarê em dixebitin. Serî kîloyê em 7,50 kurî digirin. Em beramberê keda xwe nagirin.”   ‘Xwendekar jî dawiya heftyê tên’   Meryemê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir karê wan zehmet e lê ew bi kêf karê xwe dikin û wiha pê de çû: “Em sibehê heta êvarê xwar dibin û dixebitin. Karê me zehmet e lê em jê hez dikin. Em di nav şînahiyê de ne. Em ji bajar durin. Nav hefteyê karker kêmin. Dawiya hefteyê xwendekar jî tên dixebitin.”   ‘Kar tune ye’   Jina bi navê Bahar Aras jî destnîşan kir ku ji ber derfetên wan yên karekî din tune her sal tên pembû kom dikin û wiha dawî lê anî: “Em her sal tên dixebitin. Du çavkaniyê debarê li vir heye. Yek bazirganiya sînor ya din jî çandiniye. Lê îsal her tu jî têk çûne. Kes êdî pere qezenc nake. Gelek kes diçin derve dixebitin. Yên dimînin jî tên ser erdan dixebitin.”