Berteka hevpar a kolanan: Ez biaxivim wê min bigirin 2018-10-20 09:13:28   Safiye Alagaş   STENBOL - Welatiyên li Stenbolê derbarê krîza aborî û betaliya zêde bûye de axivîn. Welatiyên ku xwestin kamera girtîbe an jî nexwestin navê xwe bidin wiha gotin: “Ez çi bêjim. Ez neaxivim. Ez biaxivim wê piştre min bigirim.”   Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) li Tirkiyeyê hejmara betalan 3 mîlyon 409 hezar e. Li gorî daneyên heman saziyê di meha çile ya 2018’an de li gorî sala 2017’an a meha çile hejmara betalan mîlyonek û 357 hezar zêde bûye. Dîsa li gorî TUÎK’ê her çiqas bê gotin rêjeya îstîhdamê zêde bûye jî ji ber krîza aborî bazirganên biçûk dikan girtine. Gelek kargeriyan jî dawî li karê xebatkarên xwe dane.   Li kolanê gel li dijî krîzê bi bertek e. Me li Stenbolê li kolanan nêrînên gel girtin. Berteka hevpar a gel ‘Ez çi bêjim. Ez çi biaxivim. Ez biaxivim wê piştre min bigirin.”   Jinek ku kulîlkan difiroşe dema kamerayê dibîne bertek nîşan dide û dibêje nekşîne û piştî kamera hat girtin wiha got: “Ez çi bêjim. Hûn rewşa me dibînin. Me bi destê xwe kir. Me deng da wan em li holê man.” Jinek din a li kolanê derbas dibe jî got: “Ez neaxivim. Ez baixivim wê nebaş be. Wê piştre min bigirin.”   ‘Li Tirkiyeyê kar nema’   Selda Soydemîr bi lêv kir ku li Tirkiyeyê kar nemaye û wiha got: “Min nedin axiftin. Ez bi meaşekî tenê nikarim debara xwe bikim. Xanî kirê ye. Hadê bila çareseriyekê bibînin. Li mala min kes ne betal e lê hevalên min hene, hevjînê wan betal in. Hevjînê min 20 sale li heman cihî dixebite. Meaşê asgarî digire. Kirê bûne 2 hezar. Em ê çawa bidin? Ka bila hesab bidin. Gelo heye çareseriyek?”   Seldayê got daneyên TUÎK’ê rastiyê nîşan nadin û berteka xwe wiha anî ziman: “Kîloya qîme bûye 45 TL. Gelo em çi bixwin? Bila heban derxin em wan bixwin. Em wisa bijîn. Em çi bikin? Ez gelek bi hêrs im. Ez ê niha dijûnan bikim wê min bigirin hundir. Ev welat têk çûye. Her tişt pir biha ye. Em nizanin dawiya mehê çawa bînin.”   ‘Li derdora min gelek betal hene’   Sevînç Kocaman jî bi lêv kir ku gelek kesên derdora wê betal in û got kesên zanîngeh qedandine jî bê kar in, kar nabînin û wiha got: “Kargeriya min heye. Gelek kes betal in. Rêjeya betaliyê pir zêde ye. Polîtîkaya hilberînê ya Tirkiyeyê tune ye. Gelek fabrîka hatin girtin. Her tişt biha bûye.”   Jinek ku nexwest navê xwe bide jî bertek nîşanî zemên hatine kirin, da û wiha got: “Em gelek bi bandor bûn ji krîz û bihayan. Ez li kargeriyekê xwarinê çê dikim. Pereyê asgarî têr nake. Ez ji kar derketim lê neçar mam dîsa biçim karê xwe. Ji ber meaş kêm bû ez derketim. Ez nikarim krediya xwe bidim. Em diçin marketê em nikarin tiştekî bigirin.”