'Keda destên mirovan her bi nirx e' 2018-10-19 09:02:58   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Rêvebira Fabrîkaya Pembo ya Kantona Hesekê Nisrîn Hesen derbarê zeviyên pembo û bandora wan a li ser aboriyê nirxand û got:"Pembo ji ber ku wekî zêrê spî ye gelek fêda wê heye loma bandorek erênî li ser aboriyê dike. Lê divê em qedir û qîmetê bide xebatên derbarê zeviyên pembo de da ku bandorek erênî li ser aboriya me bike."   Derbarê zeviyên pembo û bandora wê ya li ser aboriyê Rêvebira Fabrîkaya Pembo ya Kantona Hesekê Nisrîn Hesen got:"Ji bo aborî pêş bikeve divê xwedîderketina li çandiniyê û piştevaniya bi hev re hebe. Em hewl didin ku bi piştevaniyek xurt aboriyê pêş bixin. Her wiha divê em xwedî li keda destên mirovan derkevin. Çimkî keda destên mirovan her bi nirx e."   'Ji bo zeviyên pembo lênêrînek baş lazim e'   Nisrînê diyar kir ku çandinî karekî dijwar e loma piştevanî ji bo vî karî lazim e û wiha got:"Ji bo zeviyên pembo lênerînek baş lazim e. Loma em hewl didin ku bi hev re bi piştevaniyek xurt em bixebitin û aboriyê bi vî rengî xurtir bikin. Bi taybet jî divê ji bo vê yekê jin û mêr bi hev re têbikoşin. Piştevaniya bi hev re dibe sedema rojên geş û xweş. "   'Jin û mêr di bin sîwana wekheviyê de dixebitin'   Nisrînê da zanîn ku li nav zeviyên pembo jin û mêr bi hev re dixebitin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema çandinê û çinînê mêr û jin di bin sîwana wekheviyê de dixebitin. Cudatiyê naxin nava xwe. Bi hev re aboriya xwe geş dikin. Pembo ji bo aboriya mirovan geş bibe gelek baş e. Dendikên wê dibe zeyt, her wiha dibe ta û kinc. Pembo wekî zêrê spî ye. Loma di warê çandin û çinînê de mirov divê xwe pêş bixin û ji dil bixebitin. Banga min ji bo hemû jinan jî ew e ku werin bixebitin û debara jiyana xwe bi xwe bikin."