'Jin bi hêz û baweriya xwe civakê li ser piyan dihêle' 2018-10-16 09:03:54   Rûken Goman     DÊRIK - Jina Ereb Rîm Silo piştî ku ji ber rewşa şer ji Şamê ya paytexta Sûriyeyê koçî Dêrikê kir û ji bo debara xwe bike froşgehek şêraniyê vekir got:"Dema ku ez ji şer reviyam Rojavayê Kurdistanê ji bo ku ez li ser piyên xwe bisekinim û destên xwe li ber tu kesî venekim min firoşgeha şêraniyê vekir. Divê em jin li berxwe bidin û civakê li ser piyan bihêle. Jin bi hêz û baweriya xwe civakê li ser piyan dihêle."   Piştî şerê li Sûriyeyê yê ku bi salan e didome gelek mirovên ji bajarên cuda Rojavayê Kurdistanê ji bo xwe wekî cihê ewlehiyê û aramiyê dîtin û koçî bajarên wê kirin. Jina Ereb a bi navê Rîm Silo jî yek ji wan mirovan e ku ji ber şer ji Şamê ya paytexta Sûriyeyê Koçî Dêrika Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje:"Şer her dem zirarên mezin dide mirovan. Mirovan ji mirovatiyê dûr dixe. Divê hemû cîhan li dijî şer derkevin. Em wekî jin bi hêz û îradeya xwe dikarin li ser piyê xwe bisekinin û li dijî şer derkevin. Lê ji bo vê yekê piştevanî divê."   'Jin afirînera jiyanê ye'   Rîmê da zanîn ku dema ew dixebite bêtir bi hêz dibe û wiha got:"Dema ku ez li Şamê jî bûm ez li kargehê dixebitîm. Ji ber ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo jinan gelek derfetên baş da avakirin ez hatim vir. Dema ku em li Şamê li kargehê dixebitîn em nikaribûn derketan derve. Me şêranî çê dikir lê mêran jî li derve difirotin. Li wir ji bo jinê azadî tune bû. Dema ku jinê karek dikir di nava civakê de wekî şerm e lê dihat mêzekirin. Li Rojavayê Kurdistanê rewş cuda ye. Li vir azadî û wekhevî heye. Li vir rêzdarî li dijî keda jinê tê nîşandan."   'Jin bi hêz û baweriya xwe civakê li ser piyan dihêle'   Rîmê bi lêv kir ku ew di her karê xwe de serkeftî ye û dixwaze her jin di karê xwe de serkeftî be û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema ku ez nexebitim sebra min nayê. Pêşniyariya min ji hemû jinan ew e ku bixebitin û bi hêztir bibin. Dema ku ez ji şer reviyam Rojavayê Kurdistanê ji bo ku ez li ser piyên xwe bisekinim û destên xwe li ber tu kesî venekim min firoşgeha şêraniyê vekir. Divê em jin li berxwe bidin û civakê li ser piyan bihêle. Jin bi hêz û baweriya xwe civakê li ser piyan dihêle. Şer her dem zirarên mezin dide mirovan. Mirovan ji mirovatiyê dûr dixe. Divê hemû cîhan li dijî şer derkevin. Em wekî jin bi hêz û îradeya xwe dikarin li ser piyê xwe bisekinin û li dijî şer derkevin. Lê ji bo vê yekê piştevanî divê."