Li dijî hikûmet û çapemeniyê bertek: Bila vegerin li kolanê binêrin 2018-10-15 09:09:49   Duygu Cînîvîz   EDENE-Welatiyên li Edenê diyar kirin ku ji ber polîtîkayên aborî yên hikûmetê êdî nikarin debara xwe bikin û gotin: “Bila hikûmet û çapemenî derewan nekin û nebêjin ‘yên stokê dikin krîzê derdixin’. Bila li bazaran li rewşa me binêrin.”   Welatiyên derketin Bazara Înê ya taxa Gulbahçe ya Seyhan a Edenê nerazîbûnên xwe yên li hemberî krîzê anîn ziman. Rewşa welatî û esnafên li bazarê rewşa herî vekirî ya krîzê datîne holê.   Emîne Kaya diyar kir ku tiştek nekiriye û wiha got: “Ez bang li kesên dibêjin krîz tune dikim. Bila bên li bazaran binêrin ka krîz heye an na? Xizan nikarin tiştekî bikirin. Esnaf nikare erzan bikire û bifroşe gel. Ma tiştek wisa dibe? Berê ez bi 30 TL dihatim bazarê min her tişt digirt. Niha bi 100 TL têm nikarim tiştekî bigirim. Têr nake. Em êdî her tiştî wisa kêm bi kar tînin. Ez di vê zor û zehmetiyê de 3 zarokan didim xwendin.”   ‘Ji ber krîzê em nikarin dawetê bikin’   Yildiz Bakir jî bertek nîşanî nûçeyên di çapemeniyê de da û got: “Ev dewlet li dijî gelê xwe neheqiyê dike. Hemû berhemên li vî welatî dişînin derve. Ji ber krîzê gel û esnaf tên rû hev. Em her tim ji ber bihabûnê nîqaşan dikin. Em hesabê 3-5 kuruşan dikin. Mûçeyê me yê  asgarî bi deynd diqede. Bila nêbêjên ‘yên stokê dikin krîzê derdixin’. Êdî kesek nikare debara malê bike. Em çend kes dixebitin lê debara me nabe. Pîvaz, kartol, firingî her tişt pir bihaye. Daweta xwe jî me ji ber krîzê taloqî meha mijdarê kir.”   'Em di asta birçîbûnê de ne'   Saîdeyê jî bi lêv kir ku ji ber polîtîkayên aborî yên hikûmetê hatine asta birçîbûnê û got: “Ez bi 100 TL hatim bazarê. Ez li çenteyê xwe dinêrim du kîloyên firingiyên pelçiqî. Ez hikûmetê ne razîme. Krîzek mezin heye. Em êdî nizanin çawa debara xwe bikin. Her tişt biha bûye. “   'Em êdî naxwazin tezgehê xwe vekin'   Melek Bîlal jî ku ev 20 sale esnafiyê dike wiha got: “Ji ber krîzê em êdî naxwazin tezgahê xwe vekin. Ji ber krîzê karê me nabe. Muşterî ji ber bihayan nerazîbûn nîşan didin. Em deterjanan diroşin. Ji bo wan jî ji sedî sed zem hat. Ev 20 sale esnafiyê dikim cara yekem wisa rewşek nebaş dijîm. Em dibêjin tezgahên bigirin lê emê ji birçîna bimrin.