‘Li Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê fatura krîzê li xebatkaran tê birîn’ 2018-10-11 09:11:30   ÎZMÎR - Nûnera Cihê Kar a SES’ê Melîka Saritepe diyar kir ku pereyê nobeta îcap a Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê ji meha Tebaxê de nehatiye dayîn û got fatura krîzê li xebatkaran dibirin.   Kedkarên li Nexweşxana Zanîngeha Egeyê (EU) dixebitin pereyên nobeta îcap nagirin. Nobeta îcap, pergalek xebatê ya ku dema hewcedarî hebe, ferz dikin ku xebatkar bên nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyên wek ya EU ku nexweş lê pirin, kedkar nobeta îcap lê digirin. Nûnera Cihê Kar a Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê ya SES’ê Melîka Saritepe destnîşan kir ku nexweşxane ji ber krîza aboarî nikare maeşan bide.   ‘Hatin û çûyîna nexweşxanê nayê parvekirin’   Melîkayê daxuyakirin ku ji meha Tebaxê heta niha maeşên îcap negirtine û ev jî ji ber krîza aborî ya li nexweşxaneyê pêk tê û got: “Me wek SES’ê daxwaz kir ku hatin û çûyîna nexweşxanê em hîn bikin. Lê her carê hat redkirin. Lêçûnên nexweşxanê diçin ku em nizanin.”   Melîkayê daxuyakirin ku ligel ku rêveberiya nexweşxanê bi pirsgirêke, ev rewş girêdayê rejîma siyasî ya li welat pêk tê ye jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li nexweşaneyên zanîngehên din û gelek nexweşxaneyên din jî pereyê sermaya vedigere nayê dayîn. Krîzê dikin hincet û wiha dikin. Ji bilî nobetên îcap, pereyê nobetên din jî tên birîn. Ev têkildarî hewldana taybetkirina nexweşxaneyane jî.”