Jina kedkar: Keda min a bi salan li ber çavên min tê tunekirin 2018-10-06 09:07:22   Rojda Aydin   MÊRDÎN – Jina bi navê Garîbe Taş ku ji gundê ji gundê Pîrxetab ê Şirnexê ye, bi salan e li bazarê sebzeyê ku hildiberîne li bazarê idfiroş e û pê debar xwe dike. Garîbe diyar kir ku beriya krîzê kêm jî be bi karê ku li bazarê dikir debara xwe dikir lê piştî ku qrîza aborî derket û şûnde nema dikar ji karê xwe sûdê bigire û keda wê li ber çavên wê dihele.   Garîbe Taş a ku ji gundê Pîrxebtabê yê navçeya Şemraxa Mêrdînê ye, bi sebzeyê ku li erdê xwe diçîne û têne li bazarê difiroşe debara xwe dike. Garîbe, anî ziman ku ew vî pîşeyî ji dayika xwe hîn bûye û dema ew biçûk bûye bi dayika xwe re herdem di nav erdan de xebiteye. Garîbe anî ziman ku ew bi salan li gund hilberîna sebze dike û sebze ku kom jî dike tîne li bazarê difiroşe û pê debara xwe dike. Garîbe anî ziman ku ji her krîza aborî li Tirkiyeyê derketiye ew êdî bi karê bi salan ku pê debara xwe kiriye nema kare bike.   'Min nexwest çavê min li destê mêran be'   Garîbe, bi lêv kir ku wê nexwestiye mihtacî mêran bibe û ji ber vê ew bi salan bi karê ku dike debara xwe dike û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Jinan ji berê de bi karê ku li nav erdan mil bi mil bi mêran re kirin xwe dane îspatkirin. Min jî bi vî karê hebûna xwe, hebûna jinê û hêza jinê nîşanî mêran da û min xwest ku bi xwe debara xwe bikim. Dema jin bixwaze hêzeke wê ya mezin heye.  Jin bi tena serê xwe dikare her karî bike. Ez dixwazim ku hemû jin bi keda xwe debara xwe bikin û mihtacî tu kesî nebin."     'Krîzê bandoreke mezin li karê min kir'   Garîbe got ku ew ji meha nîsanê de dest bi çandiniya sebze dikin di meha hezîranê de jî dest bi komkirina berheman dikin  û wiha wiha berdewam kir: " Berî ku ez bêm bazarê bi rojekê ez sebzeyê xwe ji erd kom dikim û roja din tînim difroşim. Em jin li gund herî zêde di karê erdan de dixebitin. Ez jî wek jinekê  bi vî karî li ser nigên xwe dimînim û debara mala xwe dikim.  Ez li bazarê zebzeyê wekî îsot, xiyar, bexdenûs, marol û  hwd difiroşim. Ez bi karê xwe kêfxweş im. Lê di dimên diwî de ji ber krîza aborî karê min zêde baş naçe. Krîzê bandorek mezin li karê min kir. Ji  ber ku berhemên ku ez difroşim wekî berê nikarim bifiroşim. Welatî ji buhabûnê gelek bi gazincin û ev bandorê li ser firotina me jî dike.  Dema ku kiryar tunebin em ê çawa firotinê bikin.  Êdî kes zêde berhemên min weka berê nikare bikire. Keda ku ez didim ji ber krîza heyî vala diçe. Em ji hikûmetê çareseriyekê dipên. Bila vê krîzê çareser bike."   ‘Dema jin bixwazin dikarin her karî bikin’   Garîbe got ku ji ber jin e û di bazarê de dixebite dem bi dem bi pirsgirêkan re rûbirû dimîne û ev tişt got: " Ez wekî jin car caran pirsgirêkan dijîm ji ber ku bazar wekî qada mêr tê dîtin. Lê tişta herê baş jî ew e ku dema jin tên ser dezgeha min gellek kêfxweş dibin. Bi taybet kiryarên min ên jin hene û ev min gelek kêfxweş dike. Dema jin bixwazin dikarin her karî bikin. Ger ev krîza aborî tunebûye karê min gellek baş bû. Lê  ji ber krîza aborî karê min gelek sekini ye û nabe.”   ‘Jiyan bi jina ve xweş e’   Garîbe, ,di dawiya axaftina xwe de xwest ku her jinek bixebite û bi tena serê xwe li ser nigên xwe karibe bimîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinek hem malekê û hem civakekê dikare bi rê ve bibe. Vê cihanê jin bi rê ve dibin. Jiyan bi jina v xweş e.”