Jinên Serhedê: Nexweşiya şarbonê zirarê dide aboriya gel 2018-09-30 09:03:04   Zeynep Durgut   WAN - Li Tirkiyeyê li gel îthalkirina pez nexweşiya Şarbonê di nav pez de zêde bû. Li herêma Serhedê gel bi pez xwedîkirinê debara xwe dike. Jinên ku li herêmê bi salane bêrîvaniyê dikin bertek nîşan dan û gotin ku nexweşiya şarbonê bi zanebûn hat belavkirin.    Li Tirkiyeyê ji ber îthalkirina pez heya niha li Kurdîstanê bi sedan  pez mirar bûn û di nav pez de ev nexweşî belav bû. Herî dawî li  gundên girêdayî Navenda Colemêrgê bi nexweşiya Şarbonê 201 pez û bizin mirar bûbûn û  her wiha  walitiya Colemêrgê jî şarbon piştrast kiribû. Jinên ku bi xwedîkirina pez debara xwe dikin anîn ziman ku ev polîtikaya dewletê neçarhiştina gel e û gotin ku dewlet bi van polîtîkayan zirarê dide aboriya gel.    ‘Min bi salan bêrîvanî kir min nexweşiyek wisa nedît’   Jina bi navê Emîne Ertem a ku bi salan bêrîvaniya pez kiriye anî ziman ku ji ber îthalkirina pez, li welat şarbon belav bû û wiha axivi;” Li herêma Serhedê gel bi salane bi pez bi xwedîkirina pez debara xwe dike. Min jî bi salane bêrîvanî kir. Bi pez xwedîkirinê me hem hilbirîn dikir, hem jî me pê debara xwe dikir. Ji berê heya niha me aboriya xwe bi xwedîkirina pez kiriye. Lê mixabin ji ber polîtikayên şaş li welat nexweşiya şarbonê belav bûye. Em pezên xwe li ser çemên herî xweş û di zozanên herî paqij de diçêrînin. Heya niha bi tu awayî pezê me nexweş neketiye. Piştî ku dewletê di cejna qurbanê de pez îthal kir, ev nexweşiya di nav pez de belav bû. Ji xwe aloziya aborî heye, bi mirina  pezên me, me xîzantir dikin. Şarbon ne tiştekî ji rêzê ye, ev nexweşî bi zanebûn hat belavkirin.”    ‘Dewlet welatên derve dewlemend dike gelê xwe jî xîzan dike’   Kejê Budak jî bi lêv kir ku li gel îthalkirina pez nexweşî zêde bûn û got ku dewlet welatên derve dewlemend dike, gelê xwe xîzan dike û wiha berdewam kir;” Min 20 salan bê navber bêrîvanî kir. Di nav pez de ji her nexweşiyekê re em baldar bûn û me her tim pezê xwe derman dikir. Lê niha pez ji ber nexweşiyan dimre. Destpêkê zozanên me hatine qedexekirin, niha jî bi nexweşiya şarbonê pezê me dimre. Bi belavkirina nexweşiyan dewlet xwe di warê aborî de bi hêz dike. Hêzkirina aboriyê bi  belavkirina nexweşiyan xurt dike. Di nava gel de xîzantî çiqas zêde bibe, desthilatdar ewqas bihêz dibin. Li Colemêrgê 201 pez ji ber nexweşiya şarbonê mirar bûn. Ev  ne tiştekî ji rêzê ye. Divê Dewlet dev ji polîtikayên xîzankirin û bindestkirinê berde.”    ‘Divê gel li hemberî van polîtîkayan bi bertek be’   Emîne Budak jî daxuyand ku ji ber şarbonê gel di xwedîkirina pez de zehmetiyê dikşîne û  wiha pê de çû;” Me tu car mîna van salên dawî zehmetî nekişand. Zozanên me hatine qedexekirin û li welat ji pirsgirêkan wêdetir tiştek din nehate afirandin. Her xwarineke me ji hilbirînên pez re ne. Niha em ji ber nexweşiya şarbonê nikarin ne bixwîn, ne jî bifiroşin. Dewlet pêşengiya pirsgirêkan dike. Tirkiye bi pez xwedîkirinê re dewlemende çima dewlet pêdiviyê bi îthalkirina pez dibîne? Ev nexweşî bi zanebûn di nav pez de belav kirin û pezê me tev nexweş kirin. Şarbon ne tenê zirarê dide pez, di heman demê de  dide xwezaya mirovahiyê jî. Ev nexweşî li hemberî xwezayê êrîşek e. Divê gel li hemberî van polîtîkayan bi bertek be.”