Jin bi hêz û keda destên xwe jiyanê diafrîne 2018-09-18 10:52:30   Rûken Goman     DERIK - Jinên xwaringiha Çarçêla ya bajarê Dêrikê ku bi xebat û projeyên ji bo jinê  hat vekirin derbarê xebata xweya dû salan a li xwearingehê de nirxandin kirin û diyar kirin ku divê jin ji bo siberojeke azad û aboriyeke xurt xwedî li keda xwe derkevin.   Yek ji destkeftiyên keda jinê di qada jiyanê de Xwaringeha Çarçêla ye ku ev dû salin li bajarê Dêrikê yê girêdayî Kantona Qamişlo ya  Herêma Cizrîê ji aliyê Buruya jinê a şaredariya Dêrikê ve hetiya vekirin e. Di vê xwaringihê de 9 jin dixebtin  û wekî yekem xwaringiha xwarinên neteweyî bi destê jinê xwarin tê de tên çêkirin. Di vê xwaringehê de ji paqijiyê bigire heta bi raxistina hundir rengê jinê diayr e.  Têkldarî mijarê jinên xwearingehê nerînên xwe anîn ziman.    'Jina avakar û afrîner dikar bibe çareserî ji hemû pirsgirêkan re'    Rêvebera Xwaringiha Çarçêle Daliya Şiblî wiha bahsa projeya ku pêşxistine kir: " Pirojeya vekirina Çarçela bi nêrîn û pêşinyaran hat pêşxistin ku jin jî bibe xwedî aboriyeke xurit û hewcedarî tu kesî ne be. Heblet dema mirov pirojeyekê dest pê bike zehmetî derdikevin holê.  Lê zehmetiyên me ne di milê peyidakirina amûrên vekirina xwaringihê de bûn di milê meyîzekiirna çavên civakê de bûn.  Bê bawiriya bi jin ku dê nikaribe di nava bazarekê de xwaringihê bi rêvebibe de bûn.  Ji ber ku keda jinê her dem nedihat dîtin  û piçûk lê diht meyîzekirin,  tekoşîna jinê ev piroje serkeftî kir.  Lê em dibêjin ku jina avakar û afrîner dikare bibe çareserî ji hemû pirisgirêkên jiyanê re û xweşikbûna mirov di ked dayînê de ye."   'Karê destê jinan paqij û xweş e'    Di berdewamiya axvtinên xwe de Daliya da zanîn ku Çarçêla xwedî cûdabûneke teyibeta ji xwaringhên bazarê ye û wiha domand: " Di bazarê de Çarçêla  yekem xwaringiha ku xwarinên neteweyî bi destê jinê çêdike ye. Li vê xwaringehê  xwarinên wekî kotilk, ser û pê, pelê rezan û her cûreyên xwarinên kurdî yên ku îro di xwaringihan de nayên dîtin tên amadekirin. Helbet karê destê jinê paqij û xweş e. Çarçela niha xwaringeha yekem a li bajarê Dêrikê ye.   Hebûna jinê bi ked dayînê watedar dibe    Jina xebtkar Narinc Sadiq jî balkişand ser  hêz û îradeya jinê di pêşengtiya jiyanê de û wiha dibêje: " Jin bi hêza xwe dikare kar bike.  Em jin bêtir ji mêr ji xwarinan famdikin bêtir fedekariyê dikin. Wextê ez vî karî dikim hasten min pir xweş dibin û dilê min jî rehet e ku ez ji bo civaka xwe xizmetekê dikim wisa îrade û hêza mirovan çêdibe. Hebûna jinê bi kedê bi wate dibe.  Dive jin xwedî li keda xwe derkeve ji bo siberojeke azad û aboriyeke xurit."