Ji ber ku dezgeh buha ne tiştên kom dikin li erdê difiroşin 2018-08-10 09:46:26       MUGLA - Li Bodrumê jin berheman ji çiyan berhev dikin, ji ber ku kirêkirina tezgahan gelek zêdeye, li erdê radixin û diroşin. Jinan diyar kir ku hatiniya wan li gorî salên borî ketiye.   Li navçeya Bodrum a Muglayê ku yek ji navendên herî girîn a turîzmê ye, jinên berhemên ji çiyan kom dikin û tînin navendê, ji ber kirêkirina tezgahan buha ye, li erdê radixin û difroşin. Jinên ku nêzî 40 saliye salê 5 mehan berheman ji çiyan tînin navendê, diyar dikin ku hatiniya wan li gorî salên din gelek kêm bûye û ketiye.   ‘Firotin ne wek berê ye’   Ji gundê Kizilagaç Elîf Şenagaç û Fatma Kiraç diyar dikin ku wek berê karê wan baş derbas nabe û jina bi navê Fatma wiha dibêje: “Me ji şaredariyê destur girt. Em li erdê radixin û difroşin. Tezgah gelek buha ne.  Ji bo me jinan erd an jî tiştekî nayê dayîn. Ev 40 sal e em li vir dixebitin.  Dema ku em berhemên xwe bifiroşin têrî me dike lê firotin nabe. Kes tiştekî nastîne.”   ‘Ez bi piştevaniyê li ser piyan mam’    Yasîme Yilmaz ya ji Rîzeyê çûye Sokeyê û ji wir jî  hatiye li Bodrumê bi cih bûye bi şev tê cihê ku Fatma û Elîfê hiştiye. Yasîme ya ku ev 10 sal e berhemên xwezayî difroşe wiha dibêje: “Ez li vir dixebitim û pereyê xwe qezenc dikim. Jinekê alîkarî da min. Ez bi piştevaniyê li ser piyan mam. An na min nizanibû ku ez ê çi bikim. Ez hem pere qezenc dikim û hem jî dema xwe derbas dikim.”