Jin pêşdarazên civaka baviksalar dişikînin! 2018-08-08 10:28:05   Bêrîtan Canozer   AMED - Sadiye Cesur a li Farqînê ji 2009’an heta niha esnafiyê dike di jiyana xebatê û beriya xebatê de rastî gelek zehmetiyan hat û dema nû kargeriya xwe vekir rastî gotinên ‘Wê kî ji te tiştekî bikire, tu vala diçî û tê’ hatiye. Sadiyeyê diyar kir ku wê bi  bi îradeya xwe ev pêşdaraz şikandin.   Sadiye Cesur a li Farqîn a Amedê dijî di 2009’an de dest bi esnafiyê kir û di vê pêvajoyê de rastî gelek zehmetiyan jî tê. Sadiye tevî hemû zehmetiyan  gotina ‘ma hatiye dîtin jin xebitiye’ vala derxist û bi biryara ku girt piştgirî da gelek jinan û ew teşwîkî xebatê kirin.   Sadiyeyê got xwişk û birayên wê li Stenbolê karê tekstîlê dikirin û wiha got: “Ez çibûm cem wan. Min li wir lêkolîn kir û min dît bûhayê cil û bergan kêm e. Min jî got li Farqînê kêmasiya mexazeyan heye û jinên esnaf tune ne.  Min li wê biryar da û min dest bi kar û xebatê kir.”   ‘Yekane jina kargeh vekiriye ez im’   Sadiye ya ku berhemên xwe tîne bi mehan ji ber cih nabîne li malê dihêle. Sadiye wiha dibêje: “Nîvê berhemên ku min anîn ji ber av ket mala me ziyan bûn.Yên mabûn jî min dukanek kirê kir û min ew lê firotin. 10 mehan di kirê de mam. Bêguman pêvajoyek zehmet bû. Çavê her kesî li ser min bû.”   ‘Min bi milê jinan girt û ew girtin kar’   Sadiyeyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Gelek caran rastî bertekan hatim. Lê min pêşî li van pêşdarazan girt. Min li kargeha xwe cilên jinan difrotin. Hemû xebatkarên min jin bûn. Çend jinên di rewşa zor de bûn min ew anîn ku bixebitin.”   ‘Jin serkeftîtir in’   Sadiyeyê destnîşan kir ku jinên dixebitin bixwebarbûna wan jî zêde dibe û diyar kir ku di qadên kar de jin li gorî mêran serkeftîtir in û derfetên ji mêran re tên dayîn  divê ji bo jinan jî bên dayîn. Sadiyeyê wiha berdewam kir: “Dema min nû dukan vekir esnafekî cîranê min hebû. Dikeniya û digot ‘ma kî ji te wê tiştekî bigire, biçe runê mala xwe’. Lê li dijî gotinên bi vî rengî hêrsa min zêde bû. Ez zêdetir xebitîm. Sibehê beriya her kesî dihatim û êvarê herî dawî ez diçûm malê.  Piştî ez bi ser ketim. Wan jî her tişt qebûl kir. Jinên kurd dilê wan çi bixwaze dikarin bikin.  Divê jin her karî bikin û netirsin.”   Sadiyeyê balkişand ser krîza aborî jî û got ev rewş ji rewşa giştî ya welat pêk tê û got ger wisa biçe wê rewşa aborî her biçe xerabtir be.