‘Ev ne qeder, ne qeza ye, kuştina ku tedbîra wê nehatiye girtinê ye’ 2018-08-08 09:01:03   STENBOL-Dîlek Dayar ya li Sîrkeciyê di avahiya Postexaneya Mezin a dîrokî de  di restorasyonê de wek restorator dixebitî ji îskeleyê de ketibû û jiyana xwe ji dest dabû. Jinan bertek nîşanê bûyerê dan û wiha gotin: “Li Tirkiyeyê di dema OHAL’ê de kuştinên li ser kar zêde bûne . Herî kêm rojê kesek li ser kar bi mirinê re rûbirû dimîne.  Ev ne qeder, ne qeza ye. Ev kuştineke ku tedbîra wê nayê girtinê ye.”   Dîlek Dayar ya 23 salî ku li avahiya Postexaneya Mezin a dîrokî ya Sîrkecî ya Stenbolê wek restorator dixebitî, ji îskeleyê ket û jiyana xwe ji dest da. Bûyer di 26’ê Tîrmehê de hat jiyîn û di  lêpirsîna hat destpêkirin de şefê şantiyêyê fîrmaya taşeron ku restorasyon dimeşand hat girtin.   Endama Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Ezgî Baçecî diyar kir ku di dema OHAL’ê de kesên mîna  Dîlekê 4 hezar karker di encama îhmalan de jiyana xwe ji dest dane û wiha pê de çû: “Nêzî 250 jinan bûn. 120 jî karkerên zarok bûn. Teşerontî dibe sedema xebata bê ewlehî. Ji ber şertên bê ewle karker jiyana xwe ji dest didin. Dîlek  ji îskeleyê de ket û jiyana xwe ji dest da. Em ê wek SKM bibin dengê jinên bê ewle û bê sîgorte tên xebitandin.”   Ezgiyê bi lêv kir ku ew bi karkerên Flormar yên li Gebzeyê li ber xwe didin re jî di piştevaniyê de ne û ev tişt bi lêv kir: “Em ê têkoşîna edeletê bilindtir bikin. Li vî welatî edelet pêk nayê. Em çiqas têkoşîna sendîkal bidin jiyîn wê pêşî li van bûyeran bê girtin.”    ‘Rojê herî kêm kesek dimre’   Berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulçîn Aykul jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di dema OHAL’ê de kuştinên li ser kar zêdetir bûne û got rojê herî kêm kesek dema dixebite jiyana xwe ji dest dide û wiha got: “Ewlehiya karkeran di bin lingan de ye. Em careke din dibêjin ku jiyana mirovan gelek girîng e û bi qasî ku nebe qurbana sermayeyê bi nirx e. Li Somayê di madenê de 301 karkerî jiyana xwe ji dest da. Di doza wê de kesên berpirs cezayê di cih de negirtin.  Emê ji zîhniyeta ku jin, zarok û karkeran naparêzin her tim hesab bipirsin.”   ‘Ne qeza kuştina ku tedbîra wê nehatiye girtinê ye’   Seroka ESP’a Stenbolê Pinar Turk jî der barê bûyera mirina Dîlek Dayar de wiha got: “Li welatê me ev qeza di encama binpêkirinên mafan de  tên jiyîn. Patron ji bo zêdetir karê bikin ewlehiya kar li ber çavan nagirin. Ev ne qedere. Ev ne qeza, ev kuştinek ku pêşî lê nehatiye girtinê ye. Bi mîlyonan karker bi vî awayî jiyana xwe ji dest didin. Îro li dijî binpêkirina kedê yekane rêbaz têkoşîna bi rêxistinirî ye.”