Berhevkirina fistikan dest pê kir 2018-08-07 09:05:40   RIHA - Li Rihaya ku yek ji cihên girîng ên hilberîna fistikan e, germahî derket 45 dereceyî û dest bi komkirina fistikan hat kirin. Jinên ku fistikên bi navê boz û beng berhev dikin, hem ji germahiyê û hem jî ji heqdestên digirin  bi gazinc in.   Li Rihayê di bin germahiya 45 dereceyî de dest bi komkirina fistikan hat kirin. Fistikê ku çavkaniya debarê ya herî girîng a Rihayê ye, karker ji bo berhevkirinê sibehê zû radibin û diçin ser erd. Karker di bin germahiya zêde de bê ewle û bi pereyekî kêm dixebitin. Jin bi mêran re heman karî dikin lê li gorî mêran kêmtir heqdestê xwe digirin.   Afîfe Canpolat wek gelek jinên Rihayî her tim li ser erdan têkoşîna kedê daye. Afîfe diyar dike ku herî zêde germahî bandorê li ser wan dike û wiha pê de çû: “Ez her tim li ser erdan xebitîm.  Di mehên Tîrmeh û Tebaxê de em dest bi komkirinê dikin. Me cureyê Boz di Tîrmehê de kom kir û beng jî di Tebaxê de tê komkirin. Di bin vê germê de bi rastî gelek zehmet e.”   Afîfeyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku çawa tên ser erd ewil karbeşiyê dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em nêzî 20 karkerî sibehê zû tên ser erd. Em çawa tên em karbeşiyê dikin. Peywira min jî amadekirina xwîna sibeh û nîvro ye. Karker saet di 07.30-80.00 taştê dikin û piştre dest bi kar dikin. Dîsa em xwarina nîvro dixwin û çay vedixwin.”   ‘Em ji mêran kêmtir pere digirin’   Afîfeyê behsa zor û zehmetiyên kar jî kir û wiha pê de çû: “Şitlên fistikan 10 sal şûnde hilberîn didin. Di vê pêvajoyê de aşî nayên kirin. Em demek dirêj ji heman darê fistikan kom dikin. Carna zîpik lê dixe û salekê em tiştekî jê nagirin. Dîsa ji ber sermayê jî carna em hilberîn nagirin. Îsal di hilberînê me de pirsgirêk nehat jiyîn.”   Du jinên din jî nexwestin biaxivin lê diyar kirin ku ew li gorî mêran heqdestekî kêm digirin, karê ku bi mêran re dikin heman e lê newekheviyek wisa tê kirin.