‘Min bersiv da mêrên ku bi zihniyeta zayendpereset nêzî jinan dibin’ 2018-08-06 09:02:41   Rojda Aydin   MÊRDÎN - Li navçeya Qosera Mêrdînê yekemîn jinek karê firinê dike. Jina bi navê Yildiz Şenses anî ziman ku bi karê firinê bersiv daye hemû mêrên ku bi hişmendiya zayendperest nêzî jinan dibin.    Dema mirov diçe firinan nan distîne tim mêr tê de dixebitin û dema mirov dipirse çima jin jî di firinan de naxebitin, bersiva “jin nikarin di firinan de bixebitin” didin. Jina bi navê Yildiz Şenses a ku li navçeya Qosera Mêrdînê dixebite gotina “jin  nikarin firinan de bixebitin” vala derxist. Yildiz Şenses a ku 3 sale di firinê de dixebite anî ziman ku kes nikare ji jinan re bibêje nikare karê firinê bike û diyar kir ku karê ku îro di firinê de dike ji mêran baştir dike.    Yildiz a ku bi eslê xwe ji Mêrdînê ye û 15 salan li Îzmîrê jiyaye, ji ber pirsgirêkên bajar ji wir koçber bûye û 3 sal in li navçeya Qoser a Mêrdînê dijî. Yildiz a ku 3 sal in li Qoserê jiyana xwe berdewam dike di heman demê de ji xwe re firinek vekiriye û tê de xebitiye. Yildizê, diyar kir ku dema li firinê dest bi kars kiriye gelek kes li dijî wê derketiye û xebata wê weke şerm dîtiye. Lê Yildizê li dijî wan gotinan serî netewandiye û xebata xwe berdewam kiriye. Yildizê, got ku gelek kes li dijî wê derketiye, lê ji derveyî welat gelek kes lê geriyaye û piştgirî daye wê û ev tişt got: “Bi taybetî jî jinan piştgirî dan min û min îro bi saya jinan dev ji karê xwe berneda. Ji ber ku piştgiriya jinan hêz da min ku ez li dijî zihniyeta baviksalarî têbikoşim. Ez îro dixwazim ku hemû jin jî bixebitin. Dema jinek li ser nigên xwe bisekine tiştekî gelek xweş e. Ez dixwazim êdî gavek derbikevin pêş. Ji ber ku mêran tim dest danî li ser maf û keda jinan. Her tim mêr dest datînin ser maf û keda jinan. Divê êdî dawî li vê rewşê bê. Li Qoserê mêr nahêlin ku jin zêde bixebitin. Şerd û mercên jiyanê gelek zehmet in û ji van zehmetiyan herî zêde jin diêşin. Her dem jin bi neheqiyên mezin rû bi rû tên hiştin.”   ‘Ji ber ku ez bi keda destên xwe dixebitim ev kêfxweşiyê dide min’   Yildizê, di dirêjiya axaftina xwe de got ku ji ber ku ew karê firinê dike gelek kêfxweş e û wiha got: “Her wiha zehmetiyên vî karî jî heye. Mînak di bin germahiya 50 dereceyê de û li ber germahiya agirê firinê de xebat gelek zehmet e. Her wiha sitrandina hevîr û amadekariya nan jî zehmet e. Li gor min ev kar ji karên dinê zehmetir e. Ez serê sibê saet di 08.00’an de dest bi kar dikim, êvarî jî heta 9’an dixebitim. Xeynî vî karî, karê malê jî heye. Ez ji aliyekî din ve jî karê malê dikim. Ez her roj dixebitim û carinan ji mehê carekê destûrê bi kar tînim. Li gel min du çiraq jî hene û dixebitin. Her çiqasî qezenca min baş nebe jî ez debara xwe dikim. Ji ber ku ez bi keda destên xwe dixebitim ev kêfxweşiyê dide min û ev jî têra hemû tiştan dikin. Ez bi vî hawî mihtacê tu kesî nabim. Ez vê kêfxweşiya xwe nikarim bînim ziman, mirov ancax dikare wê demê bijî.”      ‘Jin bixwazin dikarin hemû karan bikin’   Yildizê, di dawiya axaftina xwe de got ku  ew li Qoserê yekemîn jin e ku di firinê de dixebite û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez niha yekemîn jina ku di firinê de dixebitim e. Dema mirov dibe yemekîn jina karê firinê dike hêstekî gelek xweş e. Min tu carî dev ji karê xwe berneda û ez ê bernadim jî. Firinê de xebitandin ne bi tenê karê mêran e her wiha karê jinan e jî. Min nîşanî wan da ku jinek dikare di firinê de bixebite. Ev jî ji wan re bû bersivek. Ez dixwazim ku hemû jin jî li ser nigên xwe bisekinin û bixebitin. Jin bixwazin dikarin hemû karan bikin.”   https://www.youtube.com/watch?v=3SH1EZTVNO8