Li dijî zayendperestiyê serî hildide 2018-08-05 09:05:07   DÊRSÎM - Gulşen Temur ku ev 12 sale pêlavan boyax dike, ji bo kesê li hember karê wê matmayî dimînin jî wiha got: “Tiştekî ku mirov matmayî bimînin tune ye. Min got ez jî dikarim bikim û min kir. Hemû ev e.”   Li Dêrsîmê jina bi navê Gulşen Temur li kolana herî qerebalix ev 12 sale bi boyaxkirina pêlavan debara xwe dike. Bi vî awayî li dijî zayendperestiyê jî serî hildide. Gulşen wek ‘boyaxvan Gulî’ tê nasîn. Gulşen diyar kir ku dema nû dest bi vî karî kiriye her kes matmayî maye û balkêş dîtine, lê piştre hîn bûne.    ‘Mijara gotinê debar e, mirov dikarin di her karî de bixebitin’   Gulşenê destnîşan dike ku mijara gotinê debar e û mirov dikarin di her karî de bixebitin û ev tişt got: “Min jî dest bi vî karî kir. Ez debara xwe wisa dikim. Ez pêşniyarê li hemû betalan dikim. Bi taybet jî li jinan. Ji ber gelek jinên dixwazin bixebitin hene. Kar kar e. Her kes dikare vî karî bike.”   ‘Rojê 8 saetan dixebitim’   Gulşenê her wiha bi lêv kir ku gelek ji karê xwe hez dike û wiha got: “Bêguman aliyên zehmet jî hene. Ez sibehê saet di 08.00’an de radibim û êvarê heta 16.00, 17.00’an dixebitim. Ez gelek ji karê xwe hez dikim.”   Gulşenê got kesên wê dibînin matmayî dimînin û ev nav demê de jî derbas dibe û got ev karên bi vî rengî hejmara jinên dixebite jî zêde dike. Her wiha daxuyakirin ku li dijî beşên kar ên zayendperest divê têkoşîn bê dayîn û têkoşîn şerda esas e.