Yasemîn a ku neheqî qebûl nekir, bi karê baxce li ser lingên xwe disekine 2018-08-05 09:02:46   MÊRDÎN - Yasemîn Dag a ku li rojavayê Tirkiyeyê di gelek karan de xebitiye û rastî zext û neheqiyan hatiye, her dem serî rakiriye û berxwe daye. Yasemîn a ku li dijî zextan serî rakiriye li navçeya Dêrîka Mêrdînê dest bi karê baxceyê kiriye.   Yasemîn Dag a ku li rojavayê Tirkiyeyê di gelek karên cuda de xebitiye û rastî gelek zext û neheqiyan hatiye serî rakiriye û hatiye welatê xwe bi cih bûye. Yasemîn a ku ji bo debara xwe bike 12 sal in  hatiye navçeya Dêrîk a Mêrdînê, 12 sal in karê baxceyê dike. Yasemîn a ku karê baxceyê dike di baxce de zeytûn, fêkî û zebzeyan diçîne.   Yasemînê, diyar kir ku ew debara xwe bi karê baxceyê dike û wiha got: “Ez zivistanê ji ber kar tuneye naxebitim û havînê jî di karê baxceyê de dixebitim. Ez xeynî karê baxceyê tu karê din nakim.  Em li baxçe  firingî, bacan, îsot, pel, hijîr, sêv, hinar diçînin. Ev baxçe yê me nîne, aydê kesekî dinê ye. Em bi xwediyê erd re hevpar dikin û nîvê me nîvê wan e. Em her sal havînê vî karî dikin û carna heye û carna jî tune ye. Ji ber ku îsal baran tunebû baxçeyê me nebaş e. Em bi zorê debara xwe dikin. Di baxçe de ez û kurê xwe bi hev re  dixebitin.”     ‘Karê baxçe, wekî ku mirov zarokekî mezin bike ye’   Yasemînê, bi lêv kir ku dema dibe bihar ew biziran li baxçe wer dikin, çape dikin û kom dikin. Yasemînê, diyar kir ku zehmetiya karê baxçe gelek zêde ye û wiha pêl da axaftina xwe: “Karê baxçe, wekî ku mirov zarokekî mezin bike ye. Dema ku baxçe şîn nebe jî mirov jê mehrum dimîne û li derve tê kirin. Em biharê dest bi ajotina baxçe dikin heta zivistanê vî karê dikin. Ez ji xeynî karê bexçe di gelek karên cuda de jî xebitîme. Ji ber îsal rewşa hewayê xirab bû  baxceyê me îsal ne wek  salên berê ye. Sê sal in bereketa baxceyê me tune ye. Mesela niha firingî di bazaran de gelek bûha bûye û mirov nikare bistîne. Em dema firingiya kom dikin ji bo zivistanê hinek didin aliyekî û yê ku maye jî em di bazaran de difroşin. Em bi van fêkî û zebzeyan sala xwe derbas dikin. Lê ji bo firotinê zêde namîne.”   ‘Karê baxçe hemû zehmet e û tu kar hêsan nîne’   Yasemînê, bi lêv kir ku ew serê sibê saet di 05.00'an de dikeve nava baxçeyê xwe û dest bi çapê dike. Yasemînê, anî ziman ku  dema esir dibe ew careke din dikeve nava baxçe û gihayê nava fêkî û zebzeyan derdixe û ev tişt got: “Karê baxçê hemû zehmet e û tu kar hêsan nîne. Em ev qas zehmetî dibînin lê dema firotinê jî em beranberiya wê nagirin. Dema di nava erdan de ji me distînin erzan ji me distînin û dem a di bazaran de jî difroşin bûha didin. Kesên ku rewşa wan ne baş be nikarin biçin li bazaran firingiyan bikirin û bixwin.”   ‘Li wir zext li dijî me dihatin kirin’   Yasemînê, wiha behsa zehmetiyên ku li rojavayê Tirkiyeyê dema xebitiye jiyaye kir: “Ez li rojavayê Tirkiyeyê di gelek karan de xebitîm. Ez li rojava jî di karê erdan de dixebitîm, lê ew der ji vir cudatir bû. Ji ber ku em dema li rojava dixebitîn xwediyê erdan dihatin li ser serê me disekinîn û me nikaribû ku tiştê em dixwazin bikiran. Li rojava me weke koleyan didan xebitandin. Lê welatê me ji wir cudatir û xweşiktir e. Ji  ber ku mirov li vir çi bixwazî li gor xwe dikî. Li vir tu kes nikare zextan li te bike. Li vir em hemû ji ber ku kurd in li dijî hevdû zext nayên kirin. Mirov dema li ser axa xwe û welatê xwe be xweş e. Li rojava xwediyê erdan ji me re xanî nedidan û xaniyên wê derê jî ji ber ku pir bûha bû em di konan de diman. Lê li vir xwediyê erdê mal daye me û em kirêya vê malê nadin, xwediyê erd dide. Ji ber ku min li wir wan zextên li dijî me dihat kirin qebûl nekir û ez hatim welatê xwe û li vir dixebitim.”   ‘Em ê dawî li vê neheqiyê bînin’   Yasemînê, di dawiya axaftina xwe de xwest  bila tu jin li dijî zext û neheqiyan bêdeng nemînin û serî rabikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê dawî li vê neheqiyê bînin.”