‘Tu tişt li pêş hêza hilberîneriya jinê nikare bisekine’ 2017-11-27 10:02:06   AMED - Cîgira Hevşaredariya Pîranê Zelal Abîş Bîrtane  diyar kir ku piştî qeyûmên hatine tayînkirin şûnde qezencên jinan hatine xespkirin û wiha got: “ Tu tişt li pêş hêza hilberîner a jinê nikare bibe asteng.”    Cîgira Hevşaredara Pîranê Zelal Abîş Bîrtane diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman re gelek jin hatine îxrackirin û yek ji wan jî ew e. Zelalê got li dijî îxracan bi baweriya ku alternatîfan biafirînin derketine rê û hewl dide biryarbûna jinê dane holê.  Zelal piştî ji kar hat avêtin şûnde piştevaniya jinê ava kir û alternatîfa xwe afirand. Zelalê  bi navê ‘bazara organîk’ dukan vekir û piştre jin teşwîqî hilberînê kir. Armanca zelalê ev e ku piştgiriyê bide aboriya komunal.   Zelalê di berdewamiya axaftina xwe de da xuyakirin ku berê jî eleqeya wê ji bo hilberînên organîk hebûye û ji ber vê jî ev dukan vekiriye û got: “ Me xwest em alternatîfa xwe nîşanî her kesî bidin. Hemû hilberînên me bi rêbazên xwezayî tên bidest xistin. Em van hilberînan digihînin gel. Hemû hilberînên keda destê jinan in.   Zelalê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku hilberînên hevalên xwe jî li vê bazarê difroşe û got ji jinên herêma Şemzînan, Colemêrg û Pîranê hingiv dikirin.   Zelalê da xuyakirin ku divê jin tu car dest ji hilberînê bernedin.