Ji bo kedkara malê 2 sal sîgorte! 2017-10-12 09:22:41 Zulal Koçer   STENBOL- Halîde Yurdakul ya 33 salî ye û kedkara malê ye, diyar dike ku di 33 salan de tenê du salan sîgorteya wê hatiye razandin.  Halîdeyê diyar kir ku divê ewlehiya civakî hebe û ev ji bo kedkarên malê gelek girîng e.    Halîde Yurdakul ku ev 33 sal in kedkara malê ye û li zarokan mêze kiriye, tiştên ku jiyaye vegot.   Halîdeyê got: "Em 24 saetan xebitîn, em neçar man li cihê kar bijîn. Tu dema  aîdî me tunebû.  Ger mirov ji karê xwe hez nekin mirov nikarin bikin. Di rojên desturan de jî em çar saetan rê diçûn. 20 saet dima. Lê ji ber ku karên malê jî di hustê me de bû, dem ji me re nedima . Me ji bo hefteyekê xwarin çêdikir.  Ne em dikarîbûn biçiyan dawetekê, ne cejname heye, ne em dikarin biçin cenazeyekê."   Halîdeyê daxuyakirin ku kurê wê 18 salî ye û got piştî welîdînê tenê 8 mehan nexebitiye û wekî din her tim xebitiye.   'Min zarokên wan zêdetir hembêz kir'   Halîdeyê diyar kir ku qasî ku li zarokên malbatên din mêze kiriye li kurê xwe mêze nekiriye û got: "Ji bo pêşerojek baş ji kurê xwe re bihêlim, ez xebitîm.  Ji ber ez razayî dixebitîm kurê min ne li cem min bû. Min zarokên din zêdetir hembêz kir."   Halîdeyê diyar kir ku yek pirsgirêkên herî mezin ên kedkarên malê, ewlehiya civakî ye û got di 33 salan de tenê 2 salan sîgorteya wê xebitiye û got ew dixwaze sîgorteya wê hebe û ev ji bo kedkarên malê pir girîng e.