Jinên efrîner bi keda xwe çandiniyê bi pêş dixin 2017-10-05 09:07:52   Ronîda Hacî   TIL TEMIR - Jina bi navê Menal û xwişka wê Delal bi tena xwe bexçe çandin û niha jî bi kêfxweşî berhemên wê radikin. Herdu xwişk di derbarê karê xwe de wiha axivîn :" Em çiqas tena serê xwe bikaribin hilberînê  bikin dê ewqas ambargoya li ser Rojava/Bakurê Sûriyê bê şikandin.   Di dîrokê de jin bi xwezaya xwe û afirandina jiyanê tê naskirin.  Kedeke wê ya pir mezin di pêşxistina  derfetên jiyanê de heye. Îro di rakirina ambargoya li ser Rojava/Bakurê Sûriyê de roleke jinê ya bingehîn heye. Jinên ku xweza afirandine îro li Til Temirê ya girêdayî Herêma Cizîrê bi armanca pêşxistina çandiniyê û bi berhemên xwe ji bo civakeke azad hewl didin. Di warê çandiniyê de kedeke giranbiha derdixin holê.   Menal Seyîdo  û xwişka xwe Delal ku di bexçeyê xwe de  çandinîyê dikin û niha jî berhemên xwe radikin wiha dibêjin:" Bexçeyê me 14  donim e ez û xwişka xwe Delalê tê de çandiniyê dikin. Hinek zehmetiyên me hene di aliyê kêmbûna avê de. Em herdu tenê karê xwe dikin û di warê çandiniyê de çi ji destên me tên em dikin.   Menal di berdewamiya axaftina xwe de wiha got" Me firîngî, bacan ,îsot, ecûr, bamî û hewd .. çandine. Berhemên ku em li bexçe diçînin him ji bo malê û him ji bo firotinê ne. Em çandiniyê beşek ji jiyana xwe dibînin roja ku em neyên nav bexçe wê rojê em pir aciz dibin."   Menal diyar kir ku ew ji berhemên bexçeyê xwe, amadekariya zivistanê jî dikin û wiha berdewam kir :" Em ava firingiya derdixin, bamî hişk dikin û amadekariya zivistanê dikin. Her wiha em gihaya bexçe ji lawiran re diçînin. Em pir fêdeyê ji bexçeyê xwe digirin. Mirov di her karî de zehmetiyan dikşîne lê dema ku em fêdeyê dibînin em wê zehmetiyê ji bîr dikin.   Menal herî dawî  wiha got: "Her çiqas mirov bexçe biçîne û xwedî lê derkeve ew ê ambargoya li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê ewqas hilîne".   Jin bi deng, reng, bedewî, ked û xwezaya xwe ya salane îro civakek saxlem ava dikin.