Jinên karkerên marketê li mafên xwe yên hatine xespkirin digerin 2017-09-30 09:18:42   Bengîsu Komurcu   STENBOL - Zîncîra Hîpermarketên Real ku di sala 2014’an de dewrê Koma Marketên Begendîk hatin kirin şûnde jin mafên wan hatin xespkirin û tezmînata xwe negirtin. Jinan diyar ki ku wê heta dawiyê li mafên xwe bigerin.   Zîncîra Hîpermarketên Real ku di sala 2014’an de dewrê Koma Marketên Begendîk hatin kirin li ser vê hezar û 700 karkerî tezmînata xwe ya kidemê negirtin. Karkerên mafên xwe negirtin roja borî li ber Edliyeya Çaglayanê hatin cem hev û der barê Mexazeyên Begendîkê de ku mafên wan bi ‘îflasa xîleyê’ girtin de serlêdana sûc kirin.   ‘Me bi çalakiyan hewl da dengê xwe bidin bihistin’   Ayşe Atbaş ya 17 sale di sektora marketê de dixebite wiha got: “Em her tim bi vardiya xebitîn. Ne cejneke me ne jî dawiya hefteyek me hebû. Em her tim ji hezkiriyên xwe malbata xwe dur bûn. Me ti carî beramberê keda xwe negirt. Bi tevahî hezar û 700 kes ji kar hatin derxistin. Me serlêdana sûc kir. Me hewl da em bi çalakiyan dengê xwe bidin bihistin.”   'Dengê me nabihîzin'   Kamîle Yilmazê jî bi lêv kir ku ev 18 sale di sektora marketê de dixebite û da zanîn ku tevî sendîkaya wan heye tiştek nayê kirin û li cem karkerên ji kar hatine avêtin cih nagirin. Kamîleyê wiha berdewam kir: “Ez 18 salan li vir xebitîm. Em wek hilberîna di ref da firotin. Min beramberê keda xwe negirt. Em li her derê digerin ku dengê me bibihîzin.  Lê her kes ker, kor û lale. Dengê me nabihîzin.”   Sevîm Karaahmetoglu jî diyar kir ku ev 15 sale di sektora marketê de dixebitin û beramberê keda xwe nekarin bigirin û got: “Ji xespa mafan Metro û Koma Begendîk berpirse. Me bi salan ked da. Lê me beramberê wê negirt. Ez dayikekim. Min zarokên xwe di temenê biçûk de dihişt û ez dixebitîm. Cejneke me çênebû. Divê diz êdî hev bibînin. Emê li mafê xwe bigerin.”