Li Mêrdînê serdema kelandina bilxur dest pê kir 2017-09-27 09:37:46   Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN - Di demsala payizê de serdema kelandina bilxur jî dest pê dike. Jinên ku li Nisêbînê bi kelandina genim ê ku wê bikin bilxur dest bi karê xwe kirin genimê dikelînin ji bo ku zuha bikin li ser banan radixînin.     Bi qedandina havînê re jinên li Mêrdînê dest bi çêkirina bilxur kirin.  Jinên ku dest bi amadekariyê kirin di serî de genimê ku wê bikin bilxur di sîtilên mezin de dikelînin.  Li gundê Stîlîlê yê Nisêbîna Mêrdînê jî jina bi navê Remziye Elmas li baxçeyê xwe beroşa xwe daye ser kuçik, êzingan dide binî û genim dikelîne.   ‘Karekî zehmet e’   Remziyeyê diyar kir ku wê xwe dîtiye nedîtiye bilxurê xwe bi xwe çêdikin û wiha got: “Min ez ji dayika xwe hîn bûme.  Niha ez jî hînê neviyên xwe dikim. Karekî gelek zehmet e.  Em torbê genimê xwe tînin. Em beroşan dişopn.  Piştre em genim dikin nava ava kelandî û dikelînin.  Divê agirê wê gûr be.”   ‘Zivistanê têrî me dike’   Remziyeyê daxuyakirin ku piştî genim dikele li ser banan hişk dikin û piştî demekê kom dikin û dihêrînin. Remziyeyê da zanîn ku bilxurê dikelînin zivsatên ji bo xwe dikin xwarin û pêdiviyê bi yê fabrîkeyê ku bikirin nabînin.    Remziyeyê di dawiyê de wiha got: “Di vî karî de hemû ked ya jinan e. Em jin agirê xwe pê dixin û genimê xwe dikelînin. Ev bûye wek kevneşopiyekê.  Jinên li gund gelek jêhatî ne. Gelek kedê didin. Li baxçeyên xwe jî ew dinêrin. Yanî keda jinan gelek mezin e.”