Ji KESK’ê bo dema pêş bername 2022-07-27 09:07:23   ENQERE - Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kaplan da zanîn ku li Tirkiyeyê OHAL bi awayekî fîîlî didome û balkişand ser Nobetên Edeletê û got: “Dema pêş de em ê di esasê têkoşîna hiqûq û demokrasiyê de têkoşînê ji du aliyan ve bimeşînin.”   Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) der barê binpêkirinên mafan ên bi OHAL’ê re didomin û di 20’ê Tîrmehê de sala xwe ya 6’an tije kir de bi dirûşma ‘OHAL didome Bêdadî Mezin dibe’ li gelek bajaran Nobeta Edeletê dan destpêkirin. Piştî nobeta 6 rojan şûnde, der barê biryara ji bo Peymana Stenbolê hatiye dayîn, binpêkirinên mafan, îxracan û gelek mijarên din de nîqaş hatin kirin.   Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kaplan der barê mijarê de axivî.   ‘OHAL bi bedelên giran derket pêşberî me’   Şukranê diyar kir ku li Tirkiyeyê demek dirêje OHAL tê jiyîn û di dema OHAL’ê de jî peyama hiqûqê ya Tirkiyeyê têk çûye, pergala parlamenter a demokratîk tasfiye bûye, maf û azadî ji holê rabûne. Şukranê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dema em li pêvajoyê binêrin divê em biçin pêvajoya hilbijartinê ya 2015 û 7’ê Hezîranê. Desthilatdarî li dijî têkçûna hilbijartina 7’ê hezîranê şûnde hilbijartin betal kir û li welat wek bedelên giran derketin pêş me.”   Tiştên di OHAL’ê de hatin jiyîn   Şukranê anî ziman ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde di 20’ê Tîrmeha 2016’an de OHAL hatiye îlankirin û wiha dirêjî dayê: “Bi OHAL’ê re hemû palanên demokratîk li welat xitimîn. 35 KHK hatin weşandin. Bi van KHK’yan 130 hezar kes ji kar hatin kirin. Tu pêvajoyeke hiqûqî pêk nehat û mirov hatin îxrackirin. Bi saya OHAL’ê mudaxaleyên grevan kirin. Bi polîtîkayên dijminê kedê ev pêvajo meşandin. Bi taybet bi sedan komeleyên ku ji bo jin û zarokan xebat dimeşandin hatin girtin. Qeyûm tayînê şaredariyan kirin. Mafê gel xesp kirin. Îradeya gel xesp kirin. Şaredar hatin girtn. Hevserok hatin girtin. Xebatkarên çapemeniyê hatin girtin.”   ‘Me avakirina rejîma yek mêrî dît’   Bi xala 35’an a qanûna hejmar 375 îxracan berdewam kir û pêvajoyeke dij destura bingehîn hatiye jîyîn. Şukranê wiha nirxandina xwe domand: “Bi OHAL’ê çûn referandûma Destura Bingehîn a 2017’an. Bi tasfiyekirina pergala parlamenteriyê îro pêvajoya avakirina rejîma yek kesî derket pêş me. Di 20’ê Tîrmehê de OHAL hat îlankirin û bi vê hêzê ev rê wisa hat avakirin.Me li welat ev pêvajo dît û hiqûq bû siyasî. Biryarên hiqûqî nayên dayîn, biryarên di çarçoveya destura bingehîn de nayên dayîn. Me wek KESK’ê di vê pêvajoyê de nobeta edeletê da destpêkirin.”   Aliyê OHAL'ê yê jinê   Şukranê diyar kir ku bi KHK’ê gelek jin hatine îxrackirin û jinên hatin girtin bi OHAL’ê pêvajoyek giran jiyan. Şukranê ev tiş anî ziman: “Jin aboriya wan ji dest wan hat girtin û neçar man dîsa bi malbatên xwe re bijîn. Di şertên OHAL’ê de jinan zor û zehmetiyên mezin jiyan. Hem di alî aborî, hem di alî psîkolojîk hem jî di alî fîzîkî de pêvajoyek giran jiyan. Lê tevî vê berxwedana jinan derket pêş. Jin bi biryar û hêz li kolanan bûn.”   ‘Têkoşîna du alî’   Şukranê got du lingên têkoşînê hene û wiha vegot: “Lingê yekem yê têkoşînê hiqûqî ye. Her çiqas hiqûq bibe siyasî û biryarên siyasî bigire jî em ê vî lingê heta dawî bi kar bînin. Lingê din jî avabûna muxalefeta demokratîk e û di çarçoveya rêgezên demokasiyê de pêkanîna polîtîkayên azadîxwaz û wekhevin.  Wek KESK’ê ji bo dema pêş perspektîfa me heye. Dem vê pewirê dide ser me. Em bi têkoşîna dualî dikarin bikevin dema pêş.”