Kedkarên jin: Em bi nanzikê dixebitin 2022-07-25 09:01:43   Medya Uren   AMED - Jinên li navçeya Bismilê ku bi karê çandiniyê, di nava şert û mercên zehmet de hewil didin debara xwe bikin dibêjin: “Em bi nanzikê dixebitin. Ev mûçe têra me nake û em ji bo ji birçîna nemirin dixebitin.”   Li herêmê bi salan e şerekî taybet heye û ev şer her herî zêde bandora xwe li ser jin û zarokan dike. Li herêmê gelek gund hatin valakirin û wêrankirin.  Li şêniyên van gundan koçberî hat ferzkirin û li gel vê xizaniyê jî dest pê kir.  Zarok ji pêşeroja xwe bê par mane û ji bedêla ku perwerde bibin û xwe ji pêşerojê re amade bikin, di temenê zarokatî de dixebitin û hewl didin ku bi malbata xwe re bibin alîkar.  Rewşa jinan jî jiya zarokan ne cudatir e. Jinên ku li malê xebitîne û keda wan nehatiye dîtin, piştî koçberiyê neçar mane ku bi karê li derve dikin debara xwe bikin. Ev jin di karê herî giran û zahmet de bê ewlehî û bi heqdestekî kêm dixebitin û hewl didin ku derbar mala xwe bikin.   Mînaka herî şênber ya jiyana van jinên mijara gotinê, jinên ku ji ber zilma dewletê mal û gundê xwe Cilîn ê Stewrêya Mêrdînê terikandine û hatine li gundê Şêxyusif ê Bismila Amedê bi cih bûne ne. Ev jinên koçber niha li  navçeya Bisimilê, li zeviyên pebû bi heqrojê dixbetin û hewil didin debara xwe bikin. Jinên ku bê ewlehî û bi heqdesta kêm a rojane dixebitin, qezenca wan ji mûçeyê kêmtirîn jî jêrdetir e. Jinên karker ku di bin germê de 12 seatan dixebitin ji ber heqdesta divê bidin wan nadin bi bertek in.   Bi tenê 6 zarokan xwedî dike   Şukran Demîr a dayika 6 zarokan e beriya 11 salan hevjînê wê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest daye. Ji bo hinek zarokan bide xwandin hinek zarok jî bi wê re fedekariyê dikin û ew li gel 2 zarokên xwe di kare pembû de dixebite. Lewra ji bo debara xwe bike tişta jê tê dike. Niha jî bi heqdestê ku distîne 2 zarokên xwe dane xwendin. Şukran têkildarê zehmetiyên dijî wiha dibêje: “Em ji neçarî di van karan de dixebitin. Karekî din ku em bikin tune ye. Di zarokatiya min de jî malbata min ev kar dikir. Lê li zeviyên xwe dikir û niha jî ez dikim. Lê mixabin erd ne yên me ne û em li  erde xelkê ne. Em ji serê sibê zû ve dest bi kar dikin û heta derengê şevê dixebitin. Rojane em 150 TL distînin. Bifikirin ez û 2 zarokên xwe dixebitin û carna heta derengê şevê em li nava erdan dimînin. Lê em nikarin zikê xwe têr bikin. Kîsek arvan ne kêmî 300 TL ye.  Divê em hemû pereyê digirin bikin ser hev ku em bikaribin kîsek arvan bistînin. Em pêdiviyên xwe yên sereke jî bi deyn distînin. Heta em dikarin em deynê xwe didin.”   ‘Ji ber koçberiyê rewşa me ya aborî nebaş bû’   Şükrana ku bibîrxist 2 zarokên wê dibistan qedandine wiha got: “Zarokên me yên xwenda jî li erdan dixebitin. Em neçarî van erdan hatine hiştin. Karê çandiniyê ji dûr ve dibe ku gelek baş were xuyankirin. Lê bele şert û mercên xirab, germahî û saetên zêde li ber wê germê mayîn li ser tendirustiya me bandora neyînî diket. Ji ber vê yekê gelek nexweşî li me peyda bûn. Em çiqas di ferqa vê de bin jî em neçarî xebatê ne. Ger ku em vî karî jî nekin em ê ji birçîna bimirin. Berê malen me li Mêrdînê bûn û erden me hebûn. Lê me hertiştê xwe hêşt û em naçarî koçberiyê hatin kirin. Bi zora dewletê em heta vir hatine. Mixabin her ku warê me bi me dan terikandin jî em di vê rewşê de ne.”   ‘Heqdesta ku em digirin gelek kêm e’   Ayten Şahîn jî 55 salî ye û ji neçarî li gel germa zêde û şet û mercên xirab li zeviyan bi heqrojê dixebite. Di hemû xebatên çandiniyê dixebite. Ayten ya tim dixebite jî ji bo ku nikare debara xwe bike bi gazinc e û dibêje: “Em nikarin debara xwe bikin, bi zorê em zikê xwe têr dikin. Hertişt pir bi biha bûye. Xwirek, çûn hatin û hemû pêdiviyên jiyanî qat bi qat zêde bûne. Mixabin heqdesta em digirin jî zêde nebûye. Ji bo em bikarin zarokên xwe xwedî bikin di nava vê germê de dixebitin. Me berê ji heqdesta divî bitînin nedigirt û em niha jî nikarin bistînin.  Em mecbûrê van karan dimînin. Bere hinek ez li ser xwe bûm min dikarî bixebitim lê her ku temen pêşve diçe hêza me jî kêm dibe. Ez gelek caran li ber vê germê nikarim biqedînim.”   ‘Em ji bo arvan û rûn dixebitin’   Ayşe Cengîz jî dibêje herkes debara xwe zor dike û wiha giliyên xwe dike: “Li gel ku em di van karên herî zahmet de dixebitin jî em nikarin debara xwe bikin.  Lê ji bo em ji birçîna nemirin em mecburin. Em tenê dikarin rojane zikê xwe têr bikin. Ji derveyê wê pere bi me re namîne. Em heta şevê dixebtin û zehmetiyên mezin dijîn. Ew pereyê ku em distînin berî ku em bigihêjin malê diqede. Em ciwan nikarin li cihekî runin, Yan ji em van tiştan nafikririn jî. Jiyana me di vê rewşê de ye. Em dixebitin tên mal jî dixebitin radikevin, şiyar dibin û cardin diçin nava zeviyan. Min dibistan ji ber van sedeman nexwend û di dile min de maye. Lewra ez dixwazim ku ciwan bixwînin û di karên dixwazin de bixebitin. Bila azadiya wan ya aborî hebe. Bila li desten xwe temaşe bikin ne li deste keseke din.  Bi taybetî jî jin. Em niha li vir tenê ji bo rûn û arvan dixebitin.”